Nasname Ozgur Bireyler Toplulugu: Ji Danimarka/Kopenhag Yılmaz Yıldız Ji Danimarka/Kopenhag Yılmaz Yıldız ================================================================================ Nasname : on 28 Mar, 2008 03:20:00 Parlamentoya Danîmarqa yekemîn car di dîrokê da derîyên xwe ji bo cejna Newrozê ra vekir yilmazyildiz@ofir.dk Bi minasebeta cejna neteweyî a Newroza 2008an gelê kurd wek hemû salan îsal jî him li welêt û him jî li derveyî welêt li cejna xwe a Newrozê xwedî derketin û ew bi coÅŸ, bi girseyî û bi germahîyek mezin pîroz kirin. Îsal jî li welatê Danîmarqa bûyereke, ku gelê kurd pê kêfxweÅŸ û serbilind dikê, rû da. Di roja sêÅŸemba 25.03.2008an da endama parlamento a Partîya Sosyalîst a Gel (SF), keça kurd Özlem Sara Çekiç li ser navê partîya xwe SFê bi alîkarîya serokê KOMKAR-DK birêz Serhad Amedî yekemîn car di dîroka Danîmarqa da cejna gelê kurd a Newrozê bi kokteylekê li parlamentoya Danîmarqa li dar xist. Kokteyla Newrozê a li parlamentoya Danîmarqa, ku di lokala grupa endamên parlamento a SFê da pêk hat, ji seat 15.00 heta seat 18.00an berdewam kir û ji serî heta dawîyê bi axaftin, bi xwarin û vexwarin û bi mûzik û dîlana kurdî di nav kêf û ÅŸahîyeke mezin da û bi awayekî serkeftî derbas bû. Maseya kokteylê li gor sembol û armanca navê Newrozê bi gûlên kesk û sor û zer, ji gelik cûreyên fêkî (meywe), xwarinên kurdî ên cur be cur û vexwarinên wek ÅŸeraba sipî û a sor û ÅŸampanya û hwd. hatibû rayêxistin û wê rojê lokala grupa SFê bi ÅŸikil û rengên kurdî hatibû xemilandin. Gelik kurdên ku beÅŸdar bûn bi cil û berg û ÅŸal û ÅŸapikên xwe ên kurdî ku yek ji ên din xweÅŸiktir û lihevhatîtir bû bê gûman rengekî din ê taybet dida vê ÅŸahîya qedirbilind û bi wate. Di kokteyla Newrozê da zêdeyî 100 kurd û danîmarqî beÅŸdar bûn, ku di nav wan da gelik endamên parlamento, sîyasetmedarên danîmarqî, rojname û qanalên televizyonê jî hebûn. Ji alîyê medya kurdî va wek nîmûne Kurdistan TV û xwedîyê van rêzikan wek nûçegihanê Dengê Kurdistan, rojnameya Dema Nû û Tîshk TV beÅŸdar bûn. Herwekî din ji alîyê medya danîmarqî û tirkî va jî baÅŸ beÅŸdarî hebû û rojnameyên tirkan ên wek Haber, Milliyet, Hürriyet, Zaman û CNN Türk jî ew baÅŸ ÅŸopandin. Endama parlamento ji Partîya Sosyaldemokrat, Yildiz Akdogan, ku bi eslê xwe kurda Çorumê ye jî wek mêvan beÅŸdarî vê kokteyla Newrozê bû. Kokteyla Newrozê ji alîyê keça kurd Özlem Sara Çekiç va hat vekirin. PiÅŸtî bixêrhatina mêvanan Özlemê dest bi axaftina xwe kir û li ser armanc û naveroka cejna Newrozê sekinî. Ôzlemê di axaftina xwe da bal kiÅŸand ser wateya Newrozê a ji bo gelê kurd û wiha got: Ez îro gelkî kêfxweÅŸim ku em îro bi hev ra vê cejna Newrozê di bin stûna parlamentoyê da pîroz dikin. Wek hun jî dizanin cejna Newrozê li Rojhilata Navîn ji alîyê gelik netewan va tê pîroz kirin û her netew jî li gor xwe mahneyekê/wateyekê didê naveroka vê cejnê. Hin netew wê wek destpêka biharê, hin netewên din jî wek roja herî pêÅŸîn a sala nû dinirxînin. Lê ev 2620 sale ku gelê kurd vê cejnê wek cejna neteweyî pîroz dikê û herwiha kurd neteweke ji netewên herî kevin di Rojhilata Navîn da ku heta niha ev cejin pîroz kirîye. Keça kurd Özlemê di berdawamîya axaftina xwe da herwiha bal kiÅŸand ser wê yekê, ku kurd çima Newrozê lidardixin û ew ji bo kurdan tê çi mahneyê û qala çîroka Kawayê Hesinkar û zilmdarîya Deheq ji mêvanan ra kir. PiÅŸtra jî bal kiÅŸand ser wê zilm û zordarîya ku heta niha ji ber pîrozkirina cejna Newrozê hatîya serê kurdan û gotinên xwe bi vî rengî anî ziman: Îro li Kurdistanê bi hezaran kurdan canê xwe ji dest dane û ketine bin herdê. Gûnehê wan ê herî mezin jî ew bû ku cejna Newrozê pîroz kiribûn û bal kiÅŸand ser jenosîda rejima Saddam Hisên a li himberî gelê kurd li bajarê Helepçê, ku ew jî di dema cejna Newrozê da hatibû serê gelê kurd. Endama parlamentoyê Özlemê di berdewamîya axaftina xwe da bahsa helwesta Dewleta Tirkîyê a li himberî ÅŸahîyên Newrozê jî kirin û wiha berdewam kir: Di nav wan dewletên, ku ÅŸahîyên Newrozan qedexe dikin, Tirkîyê di serî de ye, ango welatek, ku dixwazê û hewl didê xwe ku bibê endamê Yekîtîya Ewropa maf didê xwe ku cejna neteweyî a gelekî qedexe dikê û nahêlê ku cejna Newrozê ji bo ku tîpa kurdî a W tê da heye lidarbixin. Li gor wan ev tîpa di alfebeya tirkî da nîne û ji ber wê yekê jî divê kurd jî vê tîpa, ku di zimanê tirkî da nine, di zimanê kurdî da bikar neyînin.Wextê ku yek van tiÅŸtan dibînê, bê ka çawa dewletek, ku qet tahmûlîya wê ji tîpên zimanê kurdî ra nine, hêdî qet ne zahmete ku yek bifikirê bê ma ka ev dewlet di warê pirsgirêka kurdî û mafên bingehîn ên kurdan da di pratîkê da xwedî helwesteke çawane. Özlemê got ku di serî da berpirsyarî dikevê ser milê hikûmetê, parlamento, medya, komelên mafên mirovan û komelên civakî û hemû endamên parlamento, ku di vî warî da divê bînin bîra Tirkîyê, ku heka ku bi rastî Tirkîyê dixwazê bibê perçeyek ji civaka Yekîtîya Ewropa, wî wextî divê di serî da li gor ÅŸert û ÅŸirûtên demokrasîyê tevbigerê û krîterên Kopenhaginê pêk bînê. Herwiha got ku divê Tirkîyê zext û qedexeyên li ser ziman û çand û kûltûra kurdî rakê û qanûna bingehîn, ku berhema emilîtarîzmê ya, bê gûhertin, zagonên wê bi ÅŸêweyekî demokratîk ji nû va bên danîn û piÅŸtgirî ji bo komel, rêxistin û hewldanên demokratîk ên li Kurdistanê û Tirkîyê bê dayin. Keça Kurd axaftina xwe bi van gotinan bi dawî anî: Wek ku em îro li vir cejna Newrozê bi azadî û bê tirs û pirs lidardixin, em hêvîdarin, ku gelê kurd jî vê roja dîrokî û xwedî bi nirx li welatê xwe di nav azadîyê da pîroz bikê. Em divê piÅŸtgirîya tekoÅŸîna gelê kurd a ji bo mafê wan bikin, ji ber wê yekê jî ez hêvîdarim, ku ev çalakîya me a îro jî, ku em Newrozê li parlamentoyê pîroz dikin, bibê pêngaveke herî pêÅŸîn di vê rêyê da, û bi van hêvî û daxwazan ez careke din dibêjim hûn bi xêr hatin û cejna we a Newrozê pîrz bê. Herwiha Özlemê spasîyek gelkî mezin pêÅŸkêÅŸî birêz Serhad Amedî jî kir, ku ji bo pêkanîna vê çalakîya Newrozê alîkarî û piÅŸtgirîya wê kir. PiÅŸtî axaftina Özlemê serokê SFê Villy Søvndahl jî axaftinek delal kir, qala sîyaseta partîya xwe, pêwendîyên partîya xwe û kurdên li Danîmarqa kir, kêfxweÅŸîya xwe a ji bo endametîya Özlemê û vê çalakîya Newrozê ku bi piÅŸtgirîya wan hat lidarxistin anî ziman û bi berdewamî piÅŸtgirîya xwe a ji bo mafê gelê kurd destnîÅŸan kir Herwiha endama meclisa ÅŸaredarîya Furesø Kommune, Helene Lund, ji partîya SFê jî axaftinek kir, kêfxweÅŸîya xwe ji bo lidarxistina cejna Newrozê anî ziman û li ser kar û xebata xwe û pêwendîyên xwe ên li gel ÅŸaredarîyên li Bakurê Kurdistanê axivî. Serokê berê ê SFê Holger K. Nielsen jî, ku niha endamê parlamento ye, wek axaftvan hatibû vexwendin û wî jî bi rastî li gor tecrûbeya xwe û bi nêzîkbûna xwe a ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî di nav salan da axaftinek gelkî bedew kir. Wî jî dûr û dirêj bahsa zilm û zordarîya li ser gelê kurd kir û piÅŸtgirîya xwe a ji bo gelê kurd dubare kir. Di berdewamîya axaftina xwe da got, ku mafê gelê kurde ku ji bo maf û azadîya xwe kar û xebatê bikê û destnîÅŸan kir ku herçiqas ku îro bi navê Kurdistanê bi fermî welatek nine jî, lê netewa kurd heye û got ku heta ku kurd li van nirxên xwe ên neteweyî xedî derkevin wê di nav her civakan da jî piÅŸtgirî ji bo wan bê dayin. Holger K. Nilesen herwiha bal kiÅŸand ser rewÅŸa BaÅŸûrê Kurdistanê jî û got ku vaye kurd li wir gihiÅŸtine azadîya xwe û Saddamê diktetor jî, ku bi salan kurd qetil kirin, niha di nav agirê cehnemê de ye. Ji destpêkê heta dawîyê hûnermendên hêja YaÅŸar TaÅŸ, Enis Ayhan Ahmed û Sadiye Özdemir (Mizgîn) ji mêvanan ra mûzika kurdî pêÅŸkêÅŸ kirin û ew rakirin govend û dîlana kurdî. Herdu serokên SFê, ê nû û ê berê, Villy Søvndahl û Holger K. Nilesen jî rabûn govendê û wan jî bi vî rengî kêfxweÅŸîya xwe a ji bo cejna kurdan a neteweyî eÅŸkere kirin. Kurdistan TV li ser vê çalakîyê herkê hevpeyvînek li gel Özlemê û serokê KOMKARê Serhad Amedî çêkir. Partîya Sosyalîst a Gel (SF) û Parlamentoya Danîmarqa îsal bi vî ÅŸêweyî mohra xwe li cejna Newrozê dan û kurd himbêz kirin. Li gor agahdarîyên Özlemê wê di sala pêÅŸ me de hemû partîyên li parlamento cejna Newrozê bi hev ra lidarbixin. 27.03.2008