Taha Berwarî: Ji bo ecendayeke neteweyî ya hevdeng rêberekê neteweyî yê hevdeng lazim e
Hêja Mesûd Barzanî di wan wêzge û waran de jîratiya xwe nîşan daye. Wek siyasetmedarekî bi imkan, wek pêşmerge û diplomat, wek aştîxwaz û parêzerê yekrêziya navxwe, wek serok, nexşeke camêrane heye. Ev nivîsa min ne pesin û sena ye, ne ji bo xweşirînkirinê ye, ne ji bo propagandaya siyasî ye. Ji bo nîşandana helwestê ye. Ez bi bawerî dibêjim, dengdan ji bo heja Mesûd Barzanî ango:
------------------xxx--------------------
Ji bo ecendayeke milîya hevdeng rêberekê milîyê hevdeng lazim e
Werin em li van 20 salên ku me şun xwe hiştîn binêrin, ka karwanê xebata Kurdistana Iraqê çi kiriye? û di çend wêstgehên hesas û dirokî de derbas bûye. Rastî gefên qirkirinê û hewlên jinosaydê bûye. Bi xweragirî gihiştiye vê rojê. Li bîra me ye piştî karasata anfala, di wan rojên tarî û dijwar de, hêja kak Mesud Barzanî di sala 1989-ê serdana Swedê kir, da ku beşdariyê di kongreya sosyalist enternasyonal de bike. Ji bilî dîdarên li gel berpirsên mezin yên bizava sosyalist enternasyonal, didar li gel revenda kurd jî kirin. Piştî behsa rewşa rastiya Kurdistanê ya di wê qonaxê de kirî, daxwaz ji rawenda derveyî welat kir ku zimanê xwe yê daykê biparêzin, û zarokên xwe teşwîqê xwendinê bikin. Got eve Kurdeyatiya mezin e.
Eger em panoramaya bûyerên wê qonaxê bibêjêrin dê bibînin ku çend guhertinên kûr di pirsên çaresoz de çêbûne?
1. Leşkerê Iraqê di prosesa qirkirina kurdan de gihişte kopîtka hovitîye.
2. Leşkerê Iraqê di 2.8.1990-ê de welatê Kuweytê dagirkir. Li vir gotineka serok Barzanî heye wek nexşê serberî cihê xwe girtiye. Dema destana Xakurkê, piştî prosesa anfala di wê rewşa aloz de got; Ev rewşa niha heye welê namîne. Mirovên stratejîzan û berjewendîparêz di rojên usa de nexşî datînin.
3. Civaka navdewletî bi dijwarî bersiva Iraqê da û piştî zincîreyeka biryaran li Konseya Ewlekariya Navnetewî û piştî hevpeymaniyeka navnetewî Iraq mecbûr bû ji kuwetê derkeve. Genelal Şiwarskof li Sefwanê li gel berpirsên Iraqê civiya, rojnemevana jê pirsîn ku; gelo hun li gel Iraqê gihiştinê çi rêkeftinê? Wî got; Em nehatina li gel Iraqê li hevwerin , em hatine ji îraqê re bêjin ka pêwîste çi bike.
4. Serhildana mezin ya Iraqê giranî û Taybetî li Başûrê Iraqê û Kurdistanê destpêkir. Leşkerê Iraqê dijî serhildanê derket û lê da, belê 4 faktorên girîng hindava dîrokê guhert: Koça milyonî ya Kurdistana Iraqê li aliyekî û rola serokatiya Bereyê Kurdistanî di ware karê meydanî û diplomasî de li aliyekî, rola rewenda Kurdistaniyan û her weha dostên Kurd derveyî welat li aliyekî din û rola mediyaya gelek aktîf. Ev 4 faktor gelek bi tesîr bûn. Bo cara yekê nave kurd ket di nav biryara Konseya Ewlekariya Netewî de. Ev biryar bi biryara 688 –ê tê naskirin. Devara li ser xeta 36-ê wek devereka aram hate diyarkirin.
5. Hukumeta Iraqê bi armanca ku kurd dest ji daxwazên xwe yên siyasî berdin û ji encama şikestina serhildanê îdareya xwe ji Kurdistanê kişand. Bersiva Bereyê Kurdistanî bersivek aqilane bû ku; Hilbijartinek millî û azad rêkbixin. Parlemento û hukumetê li Kurdistanê dabimezirînin. Hilbijartin hatin kirin, parlemento û hukumeta Kurdistanê bûne girîngtirin destkeftiyên dîrokî. Biryareka herî geş ya wê demê îlankirina manifesta federasyonê bû, ku li 4- 10-1992-ê yek dengî hate ilan kirin û bû esasê destura Iraqê ku di 15.10.2005-ê de piştî referandomek berfireh bi nisbeyeke bilin hat tesbîtkirin.
6. Xweragirtin di demên teng de û xweparastina di qonaxa serkeftinê de, vê carê jî bûne çiraya rizgarbûnê ji wê rewşa xirab. Di wê dema reş ya şerê xwekujî de rihê parastina berjewendiyên milî dawî anî. Ji wî derdî em hatine qonaxa rêxistina nav mala Kurd. Ev bûye bernama ecendeya hemû hevwelatiyên dilsoz. Herdu serokayetiyên Kurdistanê bi hevkarî ber bi parastina berjewendiyên Kurdistanê ji bo ecendeyeka yekgirtiya Kurdistanê zemîn xweş kir. Tevî vê yekê jî dermankirina birînên kevin karekî cidî û rast, rojane ji me hemiya tê xwestin.
7. Qatilên Anfala, Feylî û Barzanî, tawanbarên kavilkirina welat û malwêrankirina milet, ji saya siyaseta aqilane ya serokatiya Kurdistanê ya dûr dîtin stratejîk, piştî navçûna vê rejima sitemkar û totaliter, dane mehkemê. Beşek ji wan tawanbaran gihiştin cezayê xwe û beşek jî bi rêvene. Ferzkirina edaletê û israrkirin li ser serwerya mirov yek ji destkeftên herî mezin yê milî û demokratiyên Kurdistanê ne.
îro berhemê duhiye û niqteya destpêka sebehiye.
Ev cara yekem e Kurdistanê, saya vê ecendaya milî ya yekgirtî, bigihêje destkeftiyên weha girîng û berdewam. Hemû kêmûkurî gerek li berçav bêne girtin, parastina destkeftiyan û prosesa reforman li gel hev parelel biçin. Li vir hebûna dengê muxalefetek bi ferheng û dûr ji şikandin û nav pîskirnê, bi rengeke aşitêxwazî, berpirsiyariyane û Kurdistanparêzî dibe katalizatorek bi tesîr ji bo prosesa reforman.
Ji bîra me neçe ku tecrûbeya hukumraniya demokrasî ya Kurdistanê nû ye. Hê jî bi temamî nestebaye. Saziyên me yên bi imkan kêmên, ewên heyî jî pewîstiya wan bi pêşxistin û reformê heye, bi kurdî û kurtî hêşta rêyek dijwav û dûr li pêşîya me ye. Eger, ji ber her sedemekî be, têbînî li ser lîsteya hevbeşa YNK û PDK hebe jî, pêwîste rewşa îro ya Kurdistanê berçav bête girtin. Gilî û gazindeyên rojane hurmeta xwe hebe. Lê ya girîng ewe ku dê ev Liste ji bo berjewendiyên Kurdistanê çi bike? Ecendeya yekdengiya millî û serweriya biryara siyasiya Kurdistanê li pêş e û pêşîneya yekem heye. Vêca gelek bi rêz pêvîtiyên me yên rojane hemûyen berçav digre.
Kabîneya pêncê ya bi serokatiya rêzdar Neçirvan Barzanî desteftiyên stratejîk yên berbiçav hene. Siyaseta jîr ya serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di vê kabînê de taybetmendiya xwe heye: Piştevaniya aliyên cur bi cur heye û hemfikri pêkaniye. Rêyeka diplomasiya serkefti diyar kiriye. Ji bo paşerojê dîtinekê modern, hemdem û gencane heye. Bi kurtî berjewendiyên Kurdistanê yekrêzî û beşdariya berpirsane ya hemiyan di prosesa siyasî û binyat danana welat de, ji bo parstina Kurdistanê û di pêşxistina destkeftiyan de, dibîne. Karwanê gemiyê ber bi benderê diyarkiriyê xwe, pewistî bi hevkarî û hemahengiyê heye. Siyaseta Kurdistanê pêdivî bi xwendina konteksta siyasî û derekî heye. Parastina milet geşkirina welat, xortkirina prosesa siyasî hûnere. Ne ku daxuyaniyên hişk û tevlihevkirina rewşê bi awayeki destkeftiyên stratejî bêxin di xeterê de.
Berçavderbaskirina di wêzgehên hesas de dê bo me zelal be ka, wergirtina helwestên jîr yên miletdost, bi taybetî di demên dijwar de çi hunereke. Ragirtina balansa siyaseta bilind, bo numune li gel hêza navxwe, li gel Iraqê û di astê herêmê û navnetewî de, coşkirina trafika diplomasiyê û dûrbînî, penabirin ji bo hevkêşeyên siyasiyên mezin gelek cara û heta noke jî dibine gefên xeter li ser Kurdistanê, beşdarî di prosesa siyasî ya bala de minakên helwestên jîrane ne.
Hêja Mesud Barzanî di wan wêzge û waran de jîratiya xwe nîşan daye. Wek siyasetmedarekî bi imkan, wek pêşmerge û diplomat, wek aştîxwaz û parêzerê yekrêziya navxwe, wek serok nexşeke camêrane heye.
Ev nivîsa min ne pesin û senaye, ne ji bo xweşirîkirinê ye, ne ji bo propagandeya siyasiye. Ji bo nîşandana helwestê ye. Ez bi bawerî dibêjim, dengdan ji bo heja Mesud Barzanî ango:
- Parastina yekrêzî û berdewambûna yekrêziyê li Kurdistanê.
- Berdewambûna aşitiyê, aramiya siyasî û pêşveçûnê.
- Berdewambûna prosesa çaksaziyê pêngav bi pêngav.
- Ferzkirina serweriya qanûnê û parastina mafan.
- Geşkirina saziyên hikumetê li Kurdistanê.
- Karkirin ji bona civatek zêdetir bi edalet.
- Israrbûna li ser çareserkirina arîşeyên deverîn veqetandî bi awayek adilane.
- Israrkirina li ser çareserkirina doza Kurd bi awayek adilane.
- Israrbûna li ser pêkanina pirdengiya neteweyî, ferhengî û olî li Kurdistanê.
- Pêşxistina Kurdistanê di warê aborî, civakî, saxlemî, fêrkarî, spor û …..htd de. Li gora pîvanên cîhanî.
- Xortkirina cihê Kurdistanê di platformên navnetewî de.
Taha Berwarî
Nasnamenews/NûçE
Têbinî: Di nivîsê de şaşiyên rastnivîsê gelek in, me tenê sernivîs û jêderka jor sererast kir, dest neda nivîsarê. Programên sererastkirina Kurdî (bo xêvjimêran) hene. Hêvî û tika ji nivîskarên Kurd dikin ku êdî bi devokên gundê xwe nenivîsînin û hinekê baldariyê bidin gramatikê. Qet nebe wan programan peyda bikin û beriya ku biweşînin, kontrol bikin. (ê.P.)



Yorumlar (0 gönderildi):
Yorum yaz