Anasayfa | Kurdî | Nameyeke Vekirî ji bo Xanim Nebîle Barzanî

Nameyeke Vekirî ji bo Xanim Nebîle Barzanî

Yazı boyutu Decrease font Enlarge font
image

Dema ku temamê ragihandin û çapemeniya kurdî li ser hatina Cîgirê Serokê Amerîka Dick Cheney û encamên wê yên siyasî kûr dibû, ez bixwe li ser amadebûna cenabê te ya di wê protokolê de kûr dibûm. Ji bo min weke rojnamevaneke jin, nûçeya herî balkêş ya wê serdanê ne Dick Cheney, lê cenabê te bixwe bû.

Nameyeke Vekirî ji bo Xanim Nebîle Barzanî
20 Adar 2008 Pênşem Saat 19:14

 

Berî her tiştî divê ez bibêjim ku we gaveke dîrokî avêt û ji bo vê yekê jî hûn şayanî spasiyê ne. Dema ku temamê ragihandin û çapemeniya kurdî  li ser hatina Cîgirê Serokê Amerîka Dick Cheney û encamên wê yên siyasî kûr dibû, ez bixwe li ser amadebûna cenabê te ya di wê protokolê de kûr dibûm. Ji bo min weke rojnamevaneke jin, nûçeya herî balkêş ya wê serdanê ne Dick Cheney, lê cenabê te bixwe bû.

Ez, yekser li ser encamên wê yên civakî hûr bûm. Di demekê de ku jinên welatê me li beramberî gelek awayên paşverûtiya civakî di nava tekoşîneke pir dijwar de ne û pêwîstiya wan bi piştgiriya Xanimeke mîna we heye, cenabê te derkete meydanê. Bandora vê derketinê wê ji texmînên me tevan wêdetir li ser jinên kurd çêbibe.

Her wiha wê ev yek, pozîsyona Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî bihêztir bike. Em bixwazin nexwazin, çavê civakan li ser wan mirova ye, ewên ku di aliyê siyasî, çandî û civakî de li ber çav in. Civak, wan mirovan ji xwe re dike nimûne û jiyana xwe li gora wan bi rêk dixe. Awayê danûstendina wan ya li gel malbat û zarokên wan, awayê rabûn û rûniştina wan, awayê axaftin û heta bi cilûbergên wan jî, ji bo civakê nimûne ne.  Ji ber vê yekê jî wê amadebûna cenabê te ya li kêleka Serokwezîrê  Kurdistanê piştevaniyeke mezin be ji bo wan jinên ku li meydanan doza mafên wekheviyê dikin. Wê amadebûna cenabê te ya di çalakiyên civakî û malbatî de destê wan jinan bi hêz bike, ewên ku rojane rastî neheqiyên nemirovî tên. Wê rol û pozîsyona jinan ya di nava siyaset û civakê de berztir bibe, wê Serokwezîrê Kurdistanê bikaribe ji berê zêdetir û bi dengekî bilindtir behsa maf û azadiyên jinan bike.  Wê beşdarbûna cenabê te ya di çalakiyên civakî û çandî de, rê li ber wê yekê veke ku konferans, komcivîn û ahengên Kurdistanê ne tenê cihên kombûna mêran, lê platformên raberkirina reng û dengê herdû zayendan bin.  Wê hebûna jinan ya di nava civakê de û rola wan ya di avakirina welat de li kolanên Hewlêr û Dihokê baştir diyar bibe.

Ji ber vê yekê, ez hêviyê ji cenabê te dikim ku amadebûna di protokolan de, nebe çalakiya bi tenha ku em jinên kurd cenabê te tê de bibînin. Ez vê hêviyê dikim ji ber ku bi qasî min dikarîbû bi riya wan dîmenên kurt bibînim, cenabê te xanimeke modern û  têgihîştiye  ku dikare bi asanî barê xanimtiya welatekî hilgir e û di protokolên li derveyî welat de jî nûneriya jinên welatê xwe bike.

Di encama vê nameyê de, divê ez bibêjim ku ez bi dîtina we pir kêfxweş bûm û nexasim bi şêweya lixwekirina we ya ku bêhna kurdîtiyeke bi esalet û modernîzmê jê difûriya. Wê şêwaza we bihêle ku malbata Cheney di gera xwe ya rojhilata navîn de ferqa di navbera jinên kurd û yên welatên din de pir baş bibîne. Ezê careke din hêviya xwe dûbare bikim û bixwazim ku ji ber van bandorên baş yên ku min li jorê rêzkirine, pêwîste cenabê te di xebat û çalakiyên civakî û mirovî de her li pêş be.

Li gel rêz û silavên min

Hêvîdar Zana

 

 

 

Yorumlar (1 gönderildi):

Serçûpîwan .. 02 Apr, 2008 04:47:28
avatar
Silav ji we re.
Bawer biken,protokola Kurda pirrtir bala min kêşan ji Seredana cîgirê serokê dya re.Min fêhm nekir ka ev protokol cîde bû an na lê jiber yekemîn protokolî jin û mêranî li ser axa Herêma Federesyona Kurdistanê gelek girîng bû..Silav û rêz..

Yorum yaz comment

Yorumlarınızı aktarırken kişi hak ve özgürlüklerine saygılı olmanın yanısıra, nitelikli görüş ve eleştirilerinizle katkı sunmanızı bekliyoruz. Katkısı olmayan, ilgisiz ve  eleştiri sınırlarını zorlayan yorumlar yayınlanmayacaktır.

Güvenlik Kodu:

  • email İlet
  • print Yazıcı versiyonu
  • Plain text Düz Metin