Anasayfa | Kurdî | Qral Tazî Ye - Selim Acar

Qral Tazî Ye - Selim Acar

Yazı boyutu Decrease font Enlarge font
image

Dema min nivîsa Kek Mûrad Ciwan, a bi sernivîsa ”Daxwiyandinê Öcalan kî dinivîse”, di malpera Netkurd ê de xwend, pêkenînek Kurdên rojava ya biçûk anî bîra min. Mala wan hezar carî ava be, min pirr pêkenînên wan gohdar kirî ye.

Ew pêkenîn wisa bû: Êdî tawan (sûc), şerm û çewtîtyên partiya Baasê ya Hafiz El Essad nedihatin veşartin û bin ka kirin, li her derê gel rexne û gilî li wan dikirin. Yekî Ereb, em bêjin Ebû Gelabî çewtî û tawan ên desthilatî ya Baasê, li pê hev dijmart û hevalê wî, yê Baasî her serokê êzîm Hafiz El Essad diparast.

Ebû Gelabî: Li her derê bertîl heye! Bê bertîl, tu kes nedikanî karekî xwe di dezgahekî dewletê de pek bîne!
Baasî: Rast e refîq! Ne sûcê Serok El Essad e, yên derûdora wî dikin.

Ebû Gelabî: Refîq, li herderî kêmasiya mal û tiştên xwarinê heye, lê ji bo deshilatan her tişt heye!
Baasî: Rast e refîq, lê ne bela Serok ê Ezîm El Essad e yê derûdora wî dikin!

Ebû Gelabî: Refîq, deshilat melê xelkê talan dikin!
Baasî: Wisa ye ya refîq! Lê belê tu dizani, wî karî yên derûdora Serokê Ezîm El Essad dikin.

Ebû Gelabî:  Li xelkê pirr zulmê dikin....!
Baasî: Raste lê ne gunehê Serok e, yên derûdora wî dikin!

Ebû Gelabî: Dibê jina Serokê Ezîm El Essad avis e!
Baasî: Raste ya refîq! Lê Serok bê guneh e, yên derûdora wî kirin!

Gelo Kek Mûrad, hîn li yên derûdora Öcalan digerî û meraq dike, ka bê kî wan daxwiyanên Öcalan dinivîsînin! Hasil çû ye di Musilê re derketî ye, hîn jî rewşenbîrên me, pirsên bi meraq dipirsin! Bê gûman hinek dinivîsînin, lê ew nerînana di çarçewa nerînên Öcalan de ne. Parastina Öcalan a di dadgehê de bixwunî bese! Û rojekê bayê siyasî bi hêlek dinê de bigere, Kemalizm di nava Kurdan da dîsa bibe sûç, ew sûcê Kemalîzma ku di nava Kurdan de bela dibe, wê dîsa têkeve suxura derûdora Öcalan! Ewê dîsa pak û paqij be! Xelkê zû de gotine, ”qral tazî ye!” kek Mûrad!

Yorumlar (0 gönderildi):

Yorum yaz comment

Yorumlarınızı aktarırken kişi hak ve özgürlüklerine saygılı olmanın yanısıra, nitelikli görüş ve eleştirilerinizle katkı sunmanızı bekliyoruz. Katkısı olmayan, ilgisiz ve  eleştiri sınırlarını zorlayan yorumlar yayınlanmayacaktır.

Güvenlik Kodu:

  • email İlet
  • print Yazıcı versiyonu
  • Plain text Düz Metin