Anasayfa | Kurdî | Ji Şivan Perwer.

Ji Şivan Perwer.

Yazı boyutu Decrease font Enlarge font
image

Em daxuyaniya chapemeniyê ya Fonda Muzik û Hunera Navnetiwiya Sivan Perwer lui ser Newroza isal bi zimanê Kurdi wek rtf-Word dosya(attachment) ji were dishînin.

Li ser Newroz  îsal ya Azadî û Berxwedanê !


Newroz seyran e, govend e, dîlan e, şahî û dilsadî ye.
Newroz agirê azadîyê ye.
Newroz seyrana evînê ye.
Newroz berxwedan e, Newroz jîyan e.  

Her ol û her alayek xwedî cejn û pirozbayî ye. Newroz jî pîrozbayîya saldem û jîyana nûjen e. Bi tevahî gelên Rojhilata Navîn bi reng û awazên xwe pîroz dikin, lê gelê Kurd rengînîyek nûjen da Newroz. Ev roja pîrozî li hemû hêlên cîhanê ji hêla gelê Kurd ve hate naskirin. Dema behsa Newroz dibe Kurd û pîrozbayî tête bal û bîr.

Ger ji bo me û mirovantîyê Newroz rûmet û nirxek biha girtibe, wê gavê girîng e ku Kurd jî li vê rojê li vê demê xwedî derbikevin, li hev bispêrin hev, aşt bibin û ji hev hez bikin ji ber ku Newroz hêyvanê mayandinê ye. Ji ber ku rizgarîya netewîde rolê Newroz mezin e. Ji ber ku ji bo gelê Kurd pêwist e ku em li vê rojê dilvîn bin.

Îsal jî li rasên cîhanê bi coş û dilşadiyek bilind Newroz hat pîrozkirin. Bi taybetî li Kurdistanê, ji gundan bigrin heta bajaran gelê Kurd bi girseyên mezin bi pêşengîya komîteyên bi rêve biribû û bi rêk û pêk li gel hemû astengî, zehmet û bandora gelê me pîroz kir.

Îsal jî me sehîdên Newrozê da. Li Amûdê, li Qamişlo, li Mahabadê, li Wanê, li Çolemergê gelê me dij bandor û zagonên dewletan sekinîn bi xwîna şêhîdan agirê Newrozê gur kirin.

Lê xwezîl ji daxwazîya bi tenê Newroz bi rengê aştî, azadî, dostî, hevkarî wekhevî, dilşadî, xoşewîstî û vîyanî pîroz bû. Mixabin em bawerin ta ev daxwazî bigîhe armanca xwe wê hîn berdewam bike. Em hêvîdarin ev daxwazîya mirovantîyê, ev dema pîroz, pêvajoka xwe kurt bike û zûtir tewan bibe.

Bi navê Fonda Mûzîk û Huner em jî Newroza gelê xwe û mirovantîyê bi raserî cîhan û li Welat Kurdistan ji dil û can pîroz dikin, sersaxiya malbatên şêhîdan dixwazin.

Aştî, azadî, dostî û mirovantî her dem bi rengê Newroz be û Newroza 2008´an li me hemîyan pîroz be.

Fonda Muzik û Hunera Navnetiwiya Şivan Perwer


 
            

Yorumlar (0 gönderildi):

Yorum yaz comment

Yorumlarınızı aktarırken kişi hak ve özgürlüklerine saygılı olmanın yanısıra, nitelikli görüş ve eleştirilerinizle katkı sunmanızı bekliyoruz. Katkısı olmayan, ilgisiz ve  eleştiri sınırlarını zorlayan yorumlar yayınlanmayacaktır.

Güvenlik Kodu:

  • email İlet
  • print Yazıcı versiyonu
  • Plain text Düz Metin