Anasayfa | Kurdî | Kurdkujtin Bes e!..

Kurdkujtin Bes e!..

Yazı boyutu Decrease font Enlarge font
image

Serokê herêma kurdistanê doh li Zaxo li devera Şînava ji alîyê hevwelatîyan ve bi germî hat pêşwazîkirin.

Kurdistanî - SEROKÊ HERÊMA KURDISTANÊ JI BO SEREXWEŞÎYA XELKÊN QAMIŞLO: DIVÊ KURDKUJTIN BES BE 24-Mar-08 [11:22]

 

 PNA – Mekkî Hêvî / Zaxo – Piştî ku serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî beşdarî di xweşî û şadîmanên cejna Newrozê yên cemawerê herêma kurdistanê de kir, li bajêrê Zaxo gotarek pêşkêş kir. Di evê gotarê de hevderdî û xemgînîya xwe ji bo xelkên bajêrê Qamişlo da nîşandan û serexweşî li binemalên ewan şehîdan kir, ewên ku ji alîyê hêzên asayişa Sûriya ve hatin şehîdkirin. Serokê herêma kurdistanê doh li Zaxo li devera Şînava ji alîyê hevwelatîyan ve bi germî hat pêşwazîkirin.

Serokê herêmê got: min bi boneya cejna Newrozê biryar da, ku bihêm bajêrê Zaxo û evê cejnê li we pîroz bikim, ji ber ku mafên we li me hene.. devera Zaxo dergûşa şoreş û berxwedanê bûye.. ji ber evê yekê min xwezt di evê derfetê de bihêm û ji nêzîk ve cejna we pîroz bikim û spasîya hilwestên we yên merdane û niştimanperwerane bikim.. di hemû demekê de piştî Xweda pişta me bi we xurt e, ji ber ku hûn hemû qehreman, pêşmerge û wefadar in.
 
Di beşekî dinê gotara xwe de serokê herêmê got: ez dixwazim di evê boneyê de hevderdî û xemgînîya xwe ji cemawerê Qamişlo re nîşan bidim û serexweşîyê li kes û karên ewan şehîdan dikim, ewên ku bê guneh hatin şehîdkirin.. ez hêvîdar im û pêdivê ye, ku êdî kurdkujtin bes be.. ez spasîya we jî dikim û hemû rojên we cejn û xweşî bin.

Yorumlar (1 gönderildi):

S.D. .. 25 Mar, 2008 04:48:18
avatar
ez spasya seroke herama dıkem u kurdistana azat xody derkewid listket dıjmınan bertaraf bıket

Yorum yaz comment

Yorumlarınızı aktarırken kişi hak ve özgürlüklerine saygılı olmanın yanısıra, nitelikli görüş ve eleştirilerinizle katkı sunmanızı bekliyoruz. Katkısı olmayan, ilgisiz ve  eleştiri sınırlarını zorlayan yorumlar yayınlanmayacaktır.

Güvenlik Kodu:

  • email İlet
  • print Yazıcı versiyonu
  • Plain text Düz Metin