Em niha ji herdemê bêtir bi hêvî ne..
Ger em çendek salên vê dawiyê nehesibînin, dê emê bi rehetî karibin bêjin ku gelê kurd çi li her çar perçeyên welatê xwe û çi jî li bajarên seranserê dinyayê bi hêviyeke ji her demê bêtir û nêzîkî serkeftinê NEWROZa xwe ya sala 2008an pîroz dike.
Gotina, “li bajarên seranserê dinyayê” divê ji ber çav nêavêtin. Bi rastî jî li vê dinyayê tu milet wek gelê kurd li hemû dinyayê belav nebûye. Li dinyayeke ku êdî serêşiya welatekî hemû cîran û welatên ji xwe bi dûr jî aciz dike û li wir jî dibe sedemê tevlihevî û serêşiyan, li dinyayeke ku êdî pirs û pirsgirêkên navxweyî nemane û herkesî dixe bin bandora xwe; li dinyayeke ku êdî pirsên netewî li ser maseyên saziyên navnetewî de tên çareserkirin, li seranserê dinyayê bi cî bûna gelê kurd ji warê aborî û lobiyê bigrin heta hilbijartinên wî welatî bi xwe xwedî wateyeke mezin e. Her çi bakurî û başurî, çi rojavayî û rojhilatî bi hest û mejiyekî netewî xwe bi rêxistin bikin û bi hevdu re tevbigerin tu welatekî dinyayê dê nikaribe çav û guhên xwe ji pirsa kurd û Kurdistanê re bigire..Saziyên kurd li derveyî welêt heta niha ji bi cî anîna vê rol û misyona xwe gelekî dûr e.
Di vê mijarê de divê em careke din şoqê xwe dînin ber xwe û li ser dûr û kûr bifikirin..
Belê demek berê dewleta tirk bi peyv û gotinên ji xwe mezintir, “em yekî ji wan sax nahêlin” bi dehhezaran leşker, bi balafirên şer êrîş bir ser şervanên PKKê li Kurdistana azad. Li gora serokerkaniya tirk armanca siyasî ya vê dagirkirinê “derdestkirina” serokê Kurditanê Mesud Barzanî bû. Ev pêvajoya ku hefteyekê dom kir, bi taybetî li bakurê welatê me bêhêvîtiyeke mezin xist nav gel. Balafirên şer ên ji Diyarbekir û Meletê bi hewa diketin di pêvajoya bi sedan kîlometer xew nedixist çavên gelê kurd. Dengên balafirên şer gel bêteqet dixist; gel zanîbû ku ev balafir ewê hemû bombeyên xwe yên barkirî li ser keç û xortên wan vala bikin û vegerin. Li gora çapameniya tirk mehmetçîkên qehreman mal li kurdan xira kiribû.. Di demeke ku dinya li ber çavê gelê kurd reş û tarî bûbû; ji nişka ve eşkere bû ku tablo berevajiyê vê ye. Mehmetçîkên tirk bi şikestinek gelekî mezin paşde vedigeriyan. Wek her têkçûnekê ev têkçûn jî li Tirkiyeyê bû sedemê niqaşên mezin.. Hemû partiyên siyasî yên li Meclîsa Tirk bi artêşa tirk re ketin nav pevçûneke nedîtî û heqeretên mezin li hevdu kirin ku heta îro jî ranewestiya ye.
Li Tirkiyeyê eşkere bû ku êdî tu tiştek wek berê nabe û wek berê tu karekî dewletê nameşe..Gereke gotineke nû bê gotin; dewleta tirk divê bi gelê kurd re êdî bi zimanekî derveyî, “vurdum, kirdim, bitirdim, parçaladim” bipeyive.Di nav rewş û atmosfereke weha; di nav moral û psîkolojiyeke serkeftina gelê kurd û têkçûna artêşa tirk de pêşewaziya NEWROZê li bakur hat kirin.
Çi li Kurdistanê û çi li bajarên Tirkiyeyê gelê kurd bi coş û beşdariyeke mezin careke din wek Kawayê hesinker roja serkeftinê NEWROZ û NEWROZa xwe ya destpêka biharê pîroz kir.Bê ku behsa NEWROZa Diyarbekirê bê kirin divê tu kes dawiyê li axaftinên xwe nînin an nivîsên xwe niqte nekin.
Bi beşdariya sedhezaran mirov Ahmet Tirk, Osman Baydemir û Leyla Zana bi zimanê kurdî peyamên ne yek perçe u yek partî, lê mesajên netewî û Kurdistanî ragihandin. Ji bo sarbûna di navbera hin kurdên bakur û başûr de bûn derman û aveke hênik li ser dilan kirin.
Li başûrê rojava li Qamişlo dewleta Sûriyeyê careke din ji caran dîsa gelê ku bi mûman peşwaziya NEWROZa xwe dikir gulebaran kir û sê kes kuşt. Vê dewleta ku qet para xwe ji şaristaniyê wernegirtiye û her ferî gevizandina di nava barbariyê de bûye, mîna, “dema mirina bizinê tê, diçe nanê şivên dixwe”li xwe îsbat kir ku di vê dinyayê de divê cî ji van zalim û rejîmê re tune be.
Wek rejîma Sûriyeyê, herkes hemfikire ku rejîma Iranê ya meleyên kevneperest û xwînrij jî di dora xwe ya ruxandinê de ye..
Li Kurdistana azad agirê NEWROZa pîroz serok Barzanî vêxist.Belê, îsal ji herdemê bêtir gelê kurd bi hêvî ye û nêzîkî wê merhaleyê ye ku agirê NEWROZa pîroz bi destê rêvebirên xwe bi awayekî fermî vêxin..
Heta niha me gelê kurd qazind ji şerd û mercên navnetewî dikirin. Êdî bayê van şerd û mercan li dû me ye..Pêdivê em neynikê bidin rûyê xwe; serkeftin jî, têkçûn jî di destê me bi xwe de ye..
Cemil ErenBerpirsê PKE - Platform



Yorumlar (0 gönderildi):
Yorum yaz