Akif Hasan:Mırına Zalım !
Êvar bû rojê çavên xwe digirtin, şevê perdên reşî giran dadixistin. Dilopên barana ji ber zivistanê mayîn, rûyê buhara, nû şiyar bûyî, şil dikirin....
Êvar bû rojê çavên xwe digirtin,
şevê perdên reşî giran dadixistin.
Dilopên barana ji ber zivistanê mayîn,
rûyê buhara, nû şiyar bûyî, şil dikirin.
Mirina zalim rê neda wê, xatirê xwe bixwaze,
careke din min hembêz bike, û bê dawî raze.
Pelên bi guliya daran ve,
poşiyên reş li serê xwe di alandin.
Agirê bi serê mûman ve,
dûmanên bê xem li jorî xwe dihunandin.
Dîwarên ji rengê xweliyê,
deriyên zingar girtî,
lorîkên ji şîniyê ji min re dixwendin.
Balgevê tenha, textê lal,
bîranînên di qurmîçekên salan de ji bîr kirî,
ji nû ve di şewata keserên min dilivandin.
Akif Hasan
18/04/008 Paris



Yorumlar (1 gönderildi):
Hesen Bıra
Çawên li deriya xweli lı seriya
Zerdeşt (Rızgar) Küştın bı kevıra
Dıl u ciger tev heliya
Rojeki lı rojan rehmet lı dê u bavê guhdaran
Hewal İSMAİL cu bu ser heqiya xwe(ŞEHIT)
Rızgar dı barand hêrsê çawê xwe
Bi denge ki gri kise dikir
-Jı gruba me du kes ma yek ez yek jı
Akif
Dor dore te bu bes nexwşi bubu bela
serê te'Rizgar xwı kır lı ber te
Tecal ferman şandı bu Marê reş bê din u
iman bu
Rızgar kırın hepıs u zindanan dest pê kirin işkenceyan
Rızgar u du hevalê xwe revyan ll hepsan
Mar ê reş (KARA YILAN) hêvi ya wan bu
lı ser riyan
Ew çun lı ser heqi ya xwe
Heseno
Heseno lawo
Hesen bıra
Rızgar küştın bı kevıra
Ev barê te u Dara
Heya key hun (U EM)ê bıkşinın va keseran
Ev barê weyê gıran ma hun ê xwe ve bıbın heya goran
Dest u piyême yê şıkestı lê jiyan xweşe
bı rumeti
Sılav u rêz
Yorum yaz