Yadê
Şükrü Gülmüş Ji bo dayika min a şîrîn û delal, bo Fatima Reşî û jı bo destpêka nivîsên Kurdî. Lê ezê wekî ku bi dayika xwe re dipeyivim ezê binivîsînim. Rojekê birayê min Eladino; got ‘Dayê de fermo em xwarinê bixwin. ‘ Diya min qeherî. Dîn û har bû. Got .’ ‘Fermo tu û bavê xwe ne. Kurê berazan. Fermo, File ye û zilam e. Tu çawa ji min re dibejî fermo!...’
Ji bo dayika min a şîrîn û delal, bo Fatima Reşî û jı bo destpêka nivîsên Kurdî.Lê ezê wekî ku bi dayika xwe re dipeyivim ezê binivîsînim.
Rojekê birayê min Eladino; got ‘Dayê de fermo em xwarinê bixwin. ‘ Diya min qeherî. Dîn û har bû. Got .’ ‘Fermo tu û bavê xwe ne. Kurê berazan. Fermo, File ye û zilam e. Tu çawa ji min re dibejî fermo!...’
Heta ku me dayika xwe fêri ‘fermo’ kir em merezdarî bûn.
Lewra diya min ‘Fermo’ navê Filehan zanibû. Dayika reben ji ku zanibû ku ‘fermo, kermeke ye’
Ji bo vê yekê. Ezê bi zimanekê gelêrî, dayikî binivîsînim. Eger Kurdekî xwend ger fahm bike. Eger fahm neke, ez çi bikim ji wê nivîsê. An jî emê binivîsin û emê bixwînin.
Eger halê me xwendevan û rewşenbîran ew be; ez ne xwende û ne rewşenbîr im.
We gavê ezê bi Tirki binivîsînim çêtir e. Lê ruh û daxwaze nivîsa min ewê Kurd u Kurdpersetî be.
+
Her ku dayika min tê bîra min; ez kel û girî dibim. Dilê min difûre. Û ji dil û can, bi awazekî birîndar ev stran tê bîra min.
Yadêêêêê......
Reben mi go roka me hilatî ji alî çiyaaaaaa
De şewqê xwe avetî ser bax û çiyaaaaaaaaa
De emê rabin şehîdê xwe veşêrin, birîndarê xwe derman kin.
Emê sund bixwun bi qazî Mihemed, bi Şêx Seîd ev kul ji dilê me dernayê
Ay ay li min ay birîndar im....
Mihemed Şêxo bi wî dengê xwe yê dawidî, ji dilekî safî û kûr, digot. Dilê min perçe perçe dibû. Û gava ez digihîştim ba dayika xwe, min ew stran digot. Dayika min a şîrîn, gelek keyfxweş dibû. Digot, kurê min, Şikriyê min. Tu gelek xweş dibêjî lê ew stran ne li gora te ne lawo.. Gelo stranên kê ne? Tu van ji ku hîn dibî? Li ku gohdarî dikî?
Min ji dayika xwe re digot;
‘Yadê ev stranên Mihemed Şêxo ne. Ew Kurdekî binxetî ye. Ka te berê ji min re digot ez û bavê te çûbûn wir liqatê. Ha ji wi re. Û cihê ku ez lê mualimtiyê (Mamostatiyê) dikim hevalekî min î gündî heye. Bavê Îsam ji min re tîne.Dayika min: ‘Me starenên wî ên dilînî û evînî jî hene? De ka naxwe jı min re yeke dilînî bêje.’
Baş e ez yeke dilînî bêjim:
‘Ez keçika partî me ho yeman ho yeman..
Sozdarî berzanî me ho ye man hoy yeman.
Bijî çiyayê Kerkûkê ho yeman ho yeman
Xemilî weke bûkê ho yeman ho yeman..
Diya min dikenî, cigareya xwe ya Bedlis dikşand. Û keyfxweş dibû. Piştî wê; ji min re digot;
‘Kurî min di nav hemî stranên te de Kurd u Kurdistan derbas dibe. Xwiyaye ew Mehmed Şêxo ji wekî te Kurdçî ye? Ê baş e kurêm baş e, lê wele ev Kurd nabin dewlet. Tifaq tune kurê min tifaq. Meyzêne rahmetî Şêx Seîd rabû ne Kurd nebûn. Berzanî rabû nebû. Miletê Kurd xaîn e, hevdî nagrin lavo hevdî nagrin.De win; çend telebe winê çi bikin.
Aqilê xwe bide serê xwe, Ji xwe re muelimtiya xwe bike. Bizewice em mirweta te bibînin. Wilo neke kurê min Şikrî. Tı ne bê aqlil î. Tu şaraza yî. Mekteba Misto xwendiye.
Wê carê ez diqeherîm.
‘De here lêêê. Meteleokên te yên berê ne.
Wele em Kurdistanê çêkin. Emê gelek xurt bibin. Ma tu van çend hevalê min dibinî. Qey em evqas kin.’
Diya min dîsa dikenî;
De xwezîîîî.
De rebî ê ku nexwaze Xwedê çavê wî kor bike.
De baş e lawo baş e. De ka Kurdistanê çekin. Emê ve bibînin.
Kurê kerê. Rehmetiyê Şeweket Heqî efendî çênekir; we kurkê min î qun bi gû çêke...
De here karê xwe. Sebav kurê wî sebavî....
Ez qurbana dayika xwe me.
Kifriyên wê jî ji min re wekî dua bûn.
Lê ez ji wê jî, ji kufriyên wê ji mahrûm mam.
Yetîm û belangaz mam....
Yadêêêêê.....
Yadê min gelek bêriya te kiriyeeeee
Kurê te Mihemed Şikri
Puanlama



Yorumlar (1 gönderildi):
Yorum yaz