Anasayfa | Kurdî | Hemû teksta axiftina serokwezîrê Kurdistanê di konferensa K-CEDO de

Hemû teksta axiftina serokwezîrê Kurdistanê di konferensa K-CEDO de

Yazı boyutu Decrease font Enlarge font
image Serokwezîrê Kurdîstanê

Bi dîtina me, binyatdanana civakek medenî, xweşgozeran û aram li herêma Kurdistanê bi pêşxistina imakanên me destpêdike. Me weke hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo bicihanîna vê armancê, budceyeke mezin berdest kiriye, lê belê ji bo serkeftina hewlên (mihawile) me, me pêwîstî bi xebatek zêdetir ya kertê taybet û sermayedarên navxwe û biyanî heye.

 

Amadebûyên berêz, mêvanên berêz.  Spêdeya we baş û hûn hemû bixêr hatn bo vê konferensa giring.

 

Ez xweşhal im ku îro bi we yên berêz re beşdariyê di behiskirina babetekî giring de, ku ew jî pêşxistina çavkaniyên inasanî û aborî yen herêma Kurdistan ye, bikim. Hikûmeta herêma Kurdistanê geşkirina civakî û xurtkirina aborî di rêza pêşiyê ya karên xwe de deynaye. Pêşxistina îmkanên insanan û teknîkî ji aliyîyekî û pêşxisitna çavkaniyên xwezayî ji aliyekê din cihê giringîpêdana hikûmeta herêma Kurdistanê ye.

 

Bi dîtina me, binyatdanana civakek medenî, xweşgozeran û aram li herêma Kurdistanê bi pêşxistina imakanên me destpêdike. Me weke hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo bicihanîna vê armancê, budceyeke mezin berdest kiriye, lê belê ji bo serkeftina hewlên (mihawile) me, me pêwîstî bi xebatek zêdetir ya kertê taybet û sermayedarên navxwe û biyanî heye.

 Tecrûbeya pêşkeftî ya gelên cîhanê wê yekê nîşanî me didin ku ji bo beşdarîpêkirin û geşkirina çavkaniyên mirovî yên xomalî, gereke guherînên esasî çê bibin û mînakên paşvemanê û pêşneketinê bên guhertin. Di van guhertinan de her miletek awa û rêyeke taybet ji xwe re hildibjêre. Em li herêma Kurdistanê pêwîste li ser sê warên giring bixebitin:  Yekem: Pêtviye bi awayekê giştî û di hemû qonaxan de sîstema perwerdeyê bê pêşxistin, da ku me sîstemeke perwerdeyê a bihêz hebe û bitaybetî di warê xandina bilind, endaziyarî (mihendisî) û zanistî de. Duem: Pêtviye senter û akademiyên niştimanî bo vekolîn û şroveyên zanstê dirust bikin, bitaybetî di warê pîşezasî, çandinî, bînasazî û teknolojiya zanistî da ku bibin hêvênê vê pêşkeftinê li herêma Kurdistanê. Sêyem: Pêtviye em feydey ji guhestina teknolojiya li ser astê navdewletî werbigirin û vê derfetê ji bo girêdana bi tora teknolojiya cihanî ve bikarbînin. Amadebûyên berêz. Em niha beşekin ji sîstema aboriya giştgîrîya cîhanê, ew sîstema ku li gor rênmayî, şîret û qanûnên minafesê û qanûnên parastina mafê milkdariyê û rênmayîyên Rêxistina Ticareta Cîhamî WTO, kontrola kivalîteyê û standartên navdewletî, tê rêxistin.  

Eşkereye ku berhemanîna alav ( tişt) û îtîmadkirin li ser aliyên zanistî û teknolojiyayê, îro perên xwe biser cîhanê de kêşane. Ji bo ku em bibin beşek ji vê cîhana nû ya teknolojiya û berhemanînê, li ser me pêwîste serkeftin û pêşkeftinê di warê fêrbûn, xweperwerdekirin û peydakirina şarezayîyê di warê teknolojiyayê de, bidset bînin. Pêtviye em hemû alî bi cidî jibona bidestanîna teknolojiya û guncandin û bikaranîna wê bixebitin, bi awayekî ku ev xete bibe kevrê bingehîn a bernameya me ya geşkirinê. Eveye babaetê sereke yê civîna me, çimkî pîşasaziya bînesazî û kompaniyên belênderan û kompaniyên endaziyarî û nexşesazîya cihan bo peydakirin û feydewergirtin ji zanst û teknolojiyayê warên minasibin.

 

Herweku hûn ji tecrûbeya xwe fêrbûn, bidestxistina teknolojiya û bikaranîna wê bi îmkanên yeke kes yan yek kopmaniya sernakeve, lê belê pêtviye atmosferekê minasib bê afrandin, ew jî bi hebûna infrastruktura sazaiyan, peydakirina sîstema teşwîqkirinê, dabînkirina derfta sîsaseteke minasib bo piştevanîkirin û geşkirina îmakanan. Her sê warên; endaziyariyê, bînasaziyê û nexşesaziyê tovê sereke yê pêşkeftina infrastruktura xizmetgozariyê ne, her jiber hindê jî pêşxistina îmakanan di wan sê waran de xala sereke û giringî ya karê hikûmeta herêma Kurdistanê ye. Jibilî van destpêşxeriyan, em dê hijmereke projeyên din ku dîrekt têkelîya wan bi vî projeyî ve hebe dê encam bidin, mîna: Bajarê pîşesazî, ku niha di qonaxa amadekariyê de ye, diberçav re derbazkirin bernameye kar û reformkirina sîstema perwerdeyê, avakirina mueseseyên teknîkî li kolêje û zanîngehan, herwesa bernameyekê pêkguhertina xandinê bi saziyên perwerdê yên navdewletî re.

 

Gelê me û herêma me di warê bînasaziyê de, weke hebûna hustayên bi îmkan û mihendisên jêhatî, çandeke zangîn heye. Hijmareke baş ji kesne şareza û bi îmakn pîşeya (mihne) mihendisyê hilbijartiye. Jiber vê yekê em jî li hikûmeta herêma Kurdistanê bo alîkarîkirina me di warê avakirina wê infrastruktura ku wezîfeya geşkirina warên din li ser milên xwe bigire, îtîmadê li ser wan dikin. Gelê me li gor siyaseteke amadekirî ji aliyê rijêma berê ve rastî têkçûna prensîb, qîmetên aborî, civakî û çandî hatiye. Di rêya têkdana gundan û komkirina şêniyên wan li komelgehên bi zorê hatine çêkirin, miletê me ji civakeke xwedî berhem û çalak ber bi civakeke bê berhem û bekarhêner gav avêtin. Kultura tembelyê û wextqetandin û bê berhemî ji adet û resenetiya kurdewarî dûr e, lê belê nahezên kurd pena bo vê pîlanê jî bir da ku gelê me jinav bibin.

 

Em weke hikûmeta herêma Kurdistanê şanaziyê bi miletî xwe dikin, em dixazin ku miletê me ku mezintirîn sermaye û samannê meye, pişta xwe bi îmkan û jêhatiya xwe ya bê bermaber girêbide, xwe ji wê çandê ya ku bi zorê li ser feriz kirî dûr bike. Em dixazin bi baştirîn awayî xizmeta miletê xwe bikin, jibona vê yekî jî gerke em hemû û her yek li astê xwe di cîbicîkirina ew wezîfeya jê re hatiye teklîf kirin beşdar be. Pêtviye karmend bi cidî û bi dilsozî wezîfeya jê wî re hatiye dan cêbicê bike, ne li mîlê seetê mêze bike û li benda hidê be ka dê kengî dewam xilas be. Pêtviye bermaber xak, gel û paşeroja vî miletî xwe berpirsiyar bizane. Gerke karker bi cidî û bi dilsozî ew karê jê re hatie danan bike û xemsariyê di pêkanîna wê karî de neke. karê belênder ewe ku bi wezîfeya ser milên xwe rabe û bi wijdan û bi dilsozî karên xwe pêkbîne. Belênder bi viyana xwe li hember meblexekê diyarkirî projeyan werdigirin, lazime ew bi wan şertên endaziyarî û qanûnî ku di peymanê de hatine diyar kirin, pabnd bin. Belênder û hemû ew kesên di bicihkirina projeyan de dixebitin, pêwîste di karên xwe de şefaf û zelal bin û encamên karên xwe pêşkeşî miletî bikin. pêwîste mihendisên Kurdistanê di karên xwe de mînakên paqijî û dilsoziyê bin, eger endaziyar ku, ew li şûna hikûmetê serperiştiya projeyan dike, di karên xwe de xemsar be, hîngê jibilî berdewambûna çandeya tembeliyê, dê rê ji gendeliyê jî re were xweşkirin û ew di li hember gel û miletê xwe xemsar be.

 

Em jibona vejandin û geşkirina welatekî dixebitin, ku eve ew welat heyî her di nav şer û wêrankariyê de ye. Îmakan û jêhatiyên ferdan rastî jiberhevketinê hatine. Li gor wan îmkanên li berdestê me ne, em dixazin di yek dem de giringiyê bi ber bi pêşvebirina zanist û teknoloja û geşkirina îmkanên avakirina welatî bidin. Diyare ev konferense destpêkeke başe ji bo ku gavên me zanstî û praktîkî bibin, ew jî bi alîkariya pêşniyar û dîtinê we yên xwedî tecrûbe di vê konferensê de.

 

Em dizanin di sertaserê cîhanê de diyardeya gendeliyê û karên neşêrîn kêm-zêde hene, dema em dibînin avahiyek yan pirek bê sebeb diherife yan kend û kosp di cadeyekê de çêdibin, ev wê mayaê dide ku xemsarî û gendelî bi reng û awayên cihê çêbûye. Wezîfeya me li herêma Kurdistan ji ya wan welatên çend sale di aramî û îstîqrarê de dijîn girantire. Çend sal wextek gelek kurte ku tu bikarî welatekî di hemû waran de wêran be, bitaybetî di rewşeke weke a me de ya herêma Kurdistanê de be, ava bikey. Pêkanîna karên nedirust, belaşbirina derametên niştimanî û cêbicênekirina projeyan li gor standartên navdewltî tesîreke negetîv dê li ser aborî û siyaseta îtîmadliserxerkirin hebe.

 

Budce û derametên xwezayê ên herêma Kurdistanê milkê hemû ferdên civakê ne. Lazime bi tenê ji bo xizmeta berjewendiyên bala yên herêma Kurdistanê û gel bên bikaranîn. Li vir ez daxaz dikim ku hemû ferd ên vê civakê xwe li hember parastin û geşkirina samanên xwezayî ên herêma Kurdistanê berpirsiyar bizane û di eynî demê de li ser çewaniya bikaranîna vî derametî çavdêr be. Diyare karê bihevre, komel û grup, encam û berhemê baş jê derdikeve. Jiber hindê bang li komele rêxistinên medenî, saziyên ragrhandin û mediya bi awayekî giştî, ji bo msogerkirina şefafiyê, berçavkirina hemû kêmûkasiyan û çavdêrîkirina çalakiyên avadankirina herêma Kurdistanê, alîkariya hikûmeta herêma Kurdistanê bikin. Her yek ji me, li cihê xwe ji, ber bi pêşbirina civakê berpirsiyare. Pêwîste ferdê civaka herêma Kurdistanê di prosesa guhertin û avakirina saziyan (muesesan) rola xwe bibîne. Nabe hemû alî li benda hikûmeta herêma Kurdistanê bin û kes ti destpêşxeriya wernegire. Ji bo ku em di xebata xwe de serbikevin û herêma xwe ber bi pêşve bibn pêwîste hemû alî bi hev re kar bikin. Ev konferense gava yekê ji prosesekê ku, pêwîste bê bicihanîn da ku di damezrandina kompaniya belênderan, endaziyariyê û nexşesaziyê li herêma Kurdistanê de serbikevin.

 

Em li hikûmeta herêma Kurdistanê dê bi hûgilî dîtin, pêşniyar û şîretên ji vê konferensê derdikevin dîraset bikin. Jibilî van xebatan jî, em dê siasetek din jî bimeşînin û saziyên darayî ji bo piştevanîkirina vî bernameyî dirust bikin. Baweriya me wisa ye ku kompaniyên belênderî, kompaniyên endaziyarî û nexşesazî li herêma Kurdistanê dê aletekê bi tesîr bin bo zêdekirina wê feydeya em ji berhema navxweyî û derve li herêma xwe werdigirin. Ev kompanî dê bezinekê giring ê têkeliyan bin bo girêdana herêma Kurdistanê bi cîhana pêşkrftî ve, bitaybetî di warê zaniest û teknolojiyayê de. Herwesa dê hokrekê bi tesîr bin bo bihêzkirin û çalakkirina aborî û bidestxistina pêşxistinên berdewam, baştirkirina jiyanê û xweşgozeraniya hemû rûniştvanên herêma Kurdistanê.

 

Carek din bixêr bên û serkeftinê bo we û bo konferensê dixaz im. Hêvîdar im di karên xwe de serkeftî bin û ew kesên ji derve jî hatine gelek bixêr û serçavan hatine.

 Gelek sipas http://www.krg.org/articles/detail.asp?rnr=240&lngnr=16&smap=01010100&anr=24393   

Yorumlar (0 gönderildi):

Yorum yaz comment

Yorumlarınızı aktarırken kişi hak ve özgürlüklerine saygılı olmanın yanısıra, nitelikli görüş ve eleştirilerinizle katkı sunmanızı bekliyoruz. Katkısı olmayan, ilgisiz ve  eleştiri sınırlarını zorlayan yorumlar yayınlanmayacaktır.

Güvenlik Kodu:

  • email İlet
  • print Yazıcı versiyonu
  • Plain text Düz Metin