Nasname Ozgur Bireyler Toplulugu: Kazım Özdemir Civak û berjewendî = Toplum ve çıkar ================================================================================ Kazım - Özdemir on 23 Jan, 2012 03:14:00 (Ez dixwazim vê nivîsa xwe bi du zimanan, bi zimanê kurdî û bi zimanê tirkî binivisînim. = Bu yazımı iki dille Kürtçe ve Türkçe dilleriyle yazmak isterim.) "...Kesen welatfiroş û nîjadperest di bin mertala kemalîzmê de her xirabî û bênamûsiyê dikin. Mirovan direvînin, dikujin, madeyên hişbirinê dikirrin difiroşin, çekên leşkeri didizin difiroşin, dema ji wan tê pirskirin xwe kemalîst nîşan didin û kesên wan sûcdardikin, dijminê kemalîzmê didin nasîn, li ser navê kemalîzmê her pîsîtiyên xwe vedişêrin..." Edalet e yan rezalet e? ================================================================================ Kazım - Özdemir on 04 Dec, 2011 07:03:00 "...Di dîroka komara Tirkiyeyê de Sabiha Gökçen di nav jinan de pîlotek yekem bû, ango pilota ewil a jin bû. Sabiha Gökçen li Araratê (Çiyayê Grîdaxê) bi balafirê bi hezaran kurd gulebaran û qumbere kir, wan kuşt. Herwiha li li zîlan, Dêrsimê, gundên kurdan kambax û wêran kir. Bû qatilê bi hezaran kurdan. Dîsa Dewleta Tirk, bêdadiya xwe nîşan da, navê Sabiha Gökçenê li balafirgeha nû ya Stenbolê ya li alîyê beşa Anatoliyayê ye kir. Navê vê balafirgehê niha Balafirgeha Sabiha Gökçen e. Bêdadiya (bêedaletiya) Dewleta Tirk, ne bitenê dijî kurdan, herwiha dijî tirkan jî çerxa xwe zivirand û dizivirî ne..." Gelo kiryarên PKKê ji bo gelê kurd e? ================================================================================ Kazım - Özdemir on 08 Oct, 2011 06:46:00 "...Qeweta herî mezin ji PKKê re gelê Kurd e. Gelê Kurd fedakar û cefakar e. Gelê Kurd ji dostên xwe re diçe mirinê. Belê dema gelê Kurd bi xwe bihîse ku dost neyartî dike êdî xwe jê dûr dike û heta ji dest were gerewa xwe nahêle li erdê. Were bê fikir û raman 4 keçên welatparêz, aşitîxwaz û alîkar bide ber berik û kumberan, bikuje, ji holê rake û ji malbata wan lêborîna xwe bixwaze, belê kesên van keçên nûciwan kuştin ceza neke, ji wan re tiştek nebêje? Ji bo hin xetayan lêborîn tê xwestin. Belê ji bo kuştinê lêborîn nayê xwestin. Were xwestin jî kesên kuştî û mirî êdî ranabin. Meriv ji bo tiştek lêborîn dixwaze ku bikaribe wî tiştî wek ewil bike, belê tu kes nikare mirî rake û ji bo mirinê lêborînxwestin bêfeyde ye..." Komara generalan ================================================================================ Kazım - Özdemir on 24 Aug, 2011 01:58:00 "...Bi dehan general û zabit hatin binçav kirin, girtin û zîndankirin. Ti serokwezîr vê mêraniyê nîşan nedaye. Ev li Tirkiyeyê tişteke, bûyereke nû ye. Peşgavavêtinek e. Şikandina forsa generalan e. Şikandina forsa leşkerî ye. Şikandina nedestdana generalan e. Ji ser gel, şikandina rakirina tirsa generalan e.. Di vî warî de jî pêwîst e Erdogan were çepikdan, were pesindan. Pêwîst e em heqê Sezar bidin Sezar li vira di hin kiryaran da pesnê Erdogan bidin ku ti serokwezirek nikaribûye xwe nêzî van kiryaran bike..." Gelo Apo ji vedorê (dewreyê) tê derxistin? ================================================================================ Kazım - Özdemir on 22 Jul, 2011 02:35:00 "...Ez jî, gelek kes jî ne bawerin ku tiştek di nav PKKê de were qewimandin û Apo ne hayidar be. Ez ne bawerim Apo ji van kiryaran û ji bûyêra Mifarqînê ne haydar be. Heger ne haydar be pêwîst e bi aşkere û vekirî beyanatek bide parêzgerên xwe, kesên bûne sebeba vê bûyêre werin şermezarkirin û PKK vê bûyêrê şermezar bike. Pêwîst e DBP xwedî li xirabiya vê bûyêrê derkeve, di nav gel de bide aşkerekirin ku ji bo temirandina aşitiye ev bûyer tiştek gelek xirab e kesê vê bûyêrê kirine şermezar bike..." Neteweperwerî; Neteweperweriya neçarî (mecburî), neteweperweriya xeternak (bi talûke) ================================================================================ Kazım - Özdemir on 11 Jun, 2011 09:08:00 (Ez dixwazim neteweperweriyê bi du zimanan bi Kurdî û Tirkî li vira salix bidim ku kesên Tirk Kurdan bi neteweperweriyê sûcdar dikin fahm bikin neteweperwerî çiye?. Ez ê ewil bi Kurdî û di dû da jî bi Tirkî binivisînim. = Milliyetçiliği burada iki dille Kürtçe ve Türkçe dilleriyle tarif etmek isterimki Kürtleri milliyetçilikle suçlayan Türkler de milliyetçiliğin ne olduğunu anlasınlar. Önce Kürtçe sonra da Türkçe diliyle yazacağım.) "Kurd heye Kurdistan tune" ================================================================================ Kazım - Özdemir on 14 May, 2011 01:24:00 "...Pêwîst e tim Kurdên zana, pispor, rewşenbîr, revebir û ronakbîr li her cî û warê bê tirs bi wêrekî (cesûrî) nebêjin Rojhilata Anatoliyayê (Doğu Anadolu) û Başûrê Rojhilata Anatoliyayê (Güneydoğu Anadolu) bêjin Kurdistan. Divê pêşiya gelê Kurd di vî warî da vekin, bi gelê Kurd bidin zanîn û fêrkirin ku herkes li her cî, war û mekanî bêje Kurdistan..." Hevkarî. hevbendî û rola BDPê ================================================================================ Kazım - Özdemir on 01 May, 2011 01:34:00 "...Ev hevkarî û hevbendiya ku hatiye pêkanîn em nikarin bêjin ku hevbendiyek zexim û biqewet e. Zexmî û qeweta vê hevbendî û hevkariyê em ê di paşerojen pêşiya xwe da bibînin. Ez hêvîdar im ku ev hevbendî bibe hîmê hevbendiya Kurdan û nebe mafê partiyek, nekeve bin bandora PKK an BDP ê. Herkesê ku hevbendî û hevkariya Kurdan ji dil bixwaze, pêwîst e bingeha vê hevbendiyê zexmtir û qayîmtir bike, bi rexneyên xwe yên bi pêşvebirina hevkarî û hevbendiya Kurdan bi awayek avakirinê û ne bi awayek xirabkirinê derkeve holê û nebe sebeba pêşgirtina hevbendiyê…" "Ji we nenasan zêde ye dengê Kurdistan bidin sekinandin!" ================================================================================ Kazım - Özdemir on 25 Mar, 2011 04:15:00 "...Şivan Perwer dengê Kurdistan e. Pisporên Kurd dengên azadiya Kurda ne. Ji we nenasan zêde ye dengê Kurdistan, dengên azadiya Kurdistan bidin sekinandin..." Rewşa xirab, dijwariya giran, biratiya erzan (Beşa 2.) ================================================================================ Kazım - Özdemir on 14 Feb, 2011 08:23:00 "...PKK û BDP ji gel, heval û hogirên xwe re dibêjin bila temaşeya TRT 6 nekin û bi van gotinên xwe kar û xebata xwe ji bo vekirina TRT şeş tune nîşan didin. Gelo dê çawa gel ji wan bawer bike ku TRT 6 bi xebata wan hatiye vekirin. Ev kesên ku ji bo temaşekirina TRT 6 boykotê bidin pêşiya heval û hogirên xwe, heqê wan û heqê heval û hogirên wan tune, bêjin TRT şeş seba kar û xebata me hatiye vekirin. Ew bi xwe heqê vê gotine ji destên xwe dertînin. Ew bi xwe kar û xebata xwe di vî warî de pûç û tune dikin..."