Kazım Özdemir
Newroza îsal (sala 2012’an) û çarenûsiya pirsgirêka kurd
Newroza îsal, bi destê hinek kesan ji hewayê pîrozkirina cejnê hat derxistin û pê ve hewayek şerê bi kîn hat danîn. Di hawêyê Newrozê de, ji roja ewil heta îro hewayê serhildanê heye. Ji bo ku hîmê Newrozê dijî zilm û zordariyê, bi kevir, hesin û xerca serhildanê hatiye avêtin herwiha serhildana dijî zilm û zordariyê bûye temelê Newrozê.
Civak û berjewendî = Toplum ve çıkar
(Ez dixwazim vê nivîsa xwe bi du zimanan, bi zimanê kurdî û bi zimanê tirkî binivisînim. = Bu yazımı iki dille Kürtçe ve Türkçe dilleriyle yazmak isterim.) "...Kesen welatfiroş û nîjadperest di bin mertala kemalîzmê de her xirabî û bênamûsiyê dikin. Mirovan direvînin, dikujin, madeyên hişbirinê dikirrin difiroşin, çekên leşkeri didizin difiroşin, dema ji wan tê pirskirin xwe kemalîst nîşan didin û kesên wan sûcdardikin, dijminê kemalîzmê didin nasîn, li ser navê kemalîzmê her pîsîtiyên xwe vedişêrin..." ...Edalet e yan rezalet e?
"...Di dîroka komara Tirkiyeyê de Sabiha Gökçen di nav jinan de pîlotek yekem bû, ango pilota ewil a jin bû. Sabiha Gökçen li Araratê (Çiyayê Grîdaxê) bi balafirê bi hezaran kurd gulebaran û qumbere kir, wan kuşt. Herwiha li li zîlan, Dêrsimê, gundên kurdan kambax û wêran kir. Bû qatilê bi hezaran kurdan. Dîsa Dewleta Tirk, bêdadiya xwe nîşan da, navê Sabiha Gökçenê li balafirgeha nû ya Stenbolê ya li alîyê beşa Anatoliyayê ye kir. Navê vê balafirgehê niha Balafirgeha Sabiha Gökçen e. Bêdadiya (bêedaletiya) Dewleta Tirk, ne bitenê dijî kurdan, herwiha dijî tirkan jî çerxa xwe zivirand û dizivirî ne..."...Gelo kiryarên PKKê ji bo gelê kurd e?
"...Qeweta herî mezin ji PKKê re gelê Kurd e. Gelê Kurd fedakar û cefakar e. Gelê Kurd ji dostên xwe re diçe mirinê. Belê dema gelê Kurd bi xwe bihîse ku dost neyartî dike êdî xwe jê dûr dike û heta ji dest were gerewa xwe nahêle li erdê. Were bê fikir û raman 4 keçên welatparêz, aşitîxwaz û alîkar bide ber berik û kumberan, bikuje, ji holê rake û ji malbata wan lêborîna xwe bixwaze, belê kesên van keçên nûciwan kuştin ceza neke, ji wan re tiştek nebêje? Ji bo hin xetayan lêborîn tê xwestin. Belê ji bo kuştinê lêborîn nayê xwestin. Were xwestin jî kesên kuştî û mirî êdî ranabin. Meriv ji bo tiştek lêborîn dixwaze ku bikaribe wî tiştî wek ewil bike, belê tu kes nikare mirî rake û ji bo mirinê lêborînxwestin bêfeyde ye..."...Komara generalan
"...Bi dehan general û zabit hatin binçav kirin, girtin û zîndankirin. Ti serokwezîr vê mêraniyê nîşan nedaye. Ev li Tirkiyeyê tişteke, bûyereke nû ye. Peşgavavêtinek e. Şikandina forsa generalan e. Şikandina forsa leşkerî ye. Şikandina nedestdana generalan e. Ji ser gel, şikandina rakirina tirsa generalan e.. Di vî warî de jî pêwîst e Erdogan were çepikdan, were pesindan. Pêwîst e em heqê Sezar bidin Sezar li vira di hin kiryaran da pesnê Erdogan bidin ku ti serokwezirek nikaribûye xwe nêzî van kiryaran bike..."...Gelo Apo ji vedorê (dewreyê) tê derxistin?
"...Ez jî, gelek kes jî ne bawerin ku tiştek di nav PKKê de were qewimandin û Apo ne hayidar be. Ez ne bawerim Apo ji van kiryaran û ji bûyêra Mifarqînê ne haydar be. Heger ne haydar be pêwîst e bi aşkere û vekirî beyanatek bide parêzgerên xwe, kesên bûne sebeba vê bûyêre werin şermezarkirin û PKK vê bûyêrê şermezar bike. Pêwîst e DBP xwedî li xirabiya vê bûyêrê derkeve, di nav gel de bide aşkerekirin ku ji bo temirandina aşitiye ev bûyer tiştek gelek xirab e kesê vê bûyêrê kirine şermezar bike..." ...Neteweperwerî; Neteweperweriya neçarî (mecburî), neteweperweriya xeternak (bi talûke)
(Ez dixwazim neteweperweriyê bi du zimanan bi Kurdî û Tirkî li vira salix bidim ku kesên Tirk Kurdan bi neteweperweriyê sûcdar dikin fahm bikin neteweperwerî çiye?. Ez ê ewil bi Kurdî û di dû da jî bi Tirkî binivisînim. = Milliyetçiliği burada iki dille Kürtçe ve Türkçe dilleriyle tarif etmek isterimki Kürtleri milliyetçilikle suçlayan Türkler de milliyetçiliğin ne olduğunu anlasınlar. Önce Kürtçe sonra da Türkçe diliyle yazacağım.) ..."Kurd heye Kurdistan tune"
"...Pêwîst e tim Kurdên zana, pispor, rewşenbîr, revebir û ronakbîr li her cî û warê bê tirs bi wêrekî (cesûrî) nebêjin Rojhilata Anatoliyayê (Doğu Anadolu) û Başûrê Rojhilata Anatoliyayê (Güneydoğu Anadolu) bêjin Kurdistan. Divê pêşiya gelê Kurd di vî warî da vekin, bi gelê Kurd bidin zanîn û fêrkirin ku herkes li her cî, war û mekanî bêje Kurdistan..."...Hevkarî. hevbendî û rola BDPê
"...Ev hevkarî û hevbendiya ku hatiye pêkanîn em nikarin bêjin ku hevbendiyek zexim û biqewet e. Zexmî û qeweta vê hevbendî û hevkariyê em ê di paşerojen pêşiya xwe da bibînin. Ez hêvîdar im ku ev hevbendî bibe hîmê hevbendiya Kurdan û nebe mafê partiyek, nekeve bin bandora PKK an BDP ê. Herkesê ku hevbendî û hevkariya Kurdan ji dil bixwaze, pêwîst e bingeha vê hevbendiyê zexmtir û qayîmtir bike, bi rexneyên xwe yên bi pêşvebirina hevkarî û hevbendiya Kurdan bi awayek avakirinê û ne bi awayek xirabkirinê derkeve holê û nebe sebeba pêşgirtina hevbendiyê…"..."Ji we nenasan zêde ye dengê Kurdistan bidin sekinandin!"
"...Şivan Perwer dengê Kurdistan e. Pisporên Kurd dengên azadiya Kurda ne. Ji we nenasan zêde ye dengê Kurdistan, dengên azadiya Kurdistan bidin sekinandin..."...Rewşa xirab, dijwariya giran, biratiya erzan (Beşa 2.)
"...PKK û BDP ji gel, heval û hogirên xwe re dibêjin bila temaşeya TRT 6 nekin û bi van gotinên xwe kar û xebata xwe ji bo vekirina TRT şeş tune nîşan didin. Gelo dê çawa gel ji wan bawer bike ku TRT 6 bi xebata wan hatiye vekirin. Ev kesên ku ji bo temaşekirina TRT 6 boykotê bidin pêşiya heval û hogirên xwe, heqê wan û heqê heval û hogirên wan tune, bêjin TRT şeş seba kar û xebata me hatiye vekirin. Ew bi xwe heqê vê gotine ji destên xwe dertînin. Ew bi xwe kar û xebata xwe di vî warî de pûç û tune dikin..."...Rewşa xirab, dijwariya giran, biratiya erzan (Beşa 1.)
"...Kêmasiyên PKKê ji kêmasiyên hêz û sazûmanên din ên Kurd gelektir in. Kêmasiyên BDPê jî, ji kêmasiyên PKKê pirtir in. PKK di nav hêzên Kurd de bi pirraniya xwe û kiryarên xwe herî mezintir e. Pêwîst e vê meziniya xwe di riya neteweyî, Kurdewarî, yekîtî, hevkarî û biratiyê de nîşan bide. Belê kêmasiya herî mezin li ba PKK ev e ku ji bilî xwe kesî qebûl nake, naxwaze tu hêzek û sazûmanek Kurdewar derkeve holê û di riya doza Kurd de xebat bike. Herkesê li dervayê xwe neyar dibîne. Ji bilî xwe kesek û hêzek Kurdewar nabîne. Ev nêrîn jî gelek nêrînek neqenc e û çewt e..." ...Gelo mirov dikare jê re Kurd bêje?..
"...Li gundan digerim.. Bi bajariyan re, bi gundiyan re dipeyîvim. Ez bi însanan re tim bi Kurdî dipeyîvim, belê mirov dikare bêje ku kes xwe li Kurdiyê nake xwedî û bi min re bi Tirkî dipeyîvin. Hela zarok qet nêzî Kurdiyê nabin. Ew zarokên li ser dirb, cad, zaboq û kolanên bajar û gundên bakurê Kurdistan êdî ne zarokên Kurd in, ew zarok bûne Tirk. Belê zarok, keç, xort û jinên Kurd bi Tirkiyek gelek xirab jî dipeyîvin. Wanan vê Tirkiya xirab ji Kurdiya qenc çêtir dîtine û dev ji eslê xwe berdane, ji xwe re bûne biyanî. Ez çawa neqehirim, çawa nekelim?..."...Rapirsîna 12ê Rezberê (Îlonê) û serkeftî kê ye?
Rapirsîna 12ê Rezberê (Îlonê/Êlûnê) dersek gelek qenc da berpirsiyar û rêvebirên partî û siyasetmedarên Tirkiyeyê. Belê wisa xûya ye ku siyasetmedarên Tirkiyeyê ji vê dersê qenc aqil nagirin û li goriya xwe ji xwe re payek mezin derdixin. Kesê ku ji xwe re payek mezin dernexe tune ye. Ti siyasetmedar û rêvebirên hêzek nabêje ku xeletî kiriye. Tu kesek xeletî û çewtiya xwe nabîne. Herkes serketina xwe û partiya xwe qise dike. ...Gelo ronakbîr, rewşenbîr û pisporên me durist in an na?
Celadet Alî Bedirxan dibêje: “...Miletekê bindest ancax bi du sîlehan, bi du çekan dikare ji miletê serdest azad bibe. Yek ziman û yê din jî dîn e. Heger dînê miletê bindest û serdest yek be, ji bo azadiyê çek dimîne yek, ev jî ziman e…“...Çeqel û şêr û ramana kesên 'xwenenas'
"...Hetanî îro jî, ji bilî wan kes nizane ew cumhurîyeta demokratîk ku ew dixwazin, bi çi awayî ye. Di demek û dewranek de partiyên, hêzên an kesên ku federasyon dixwestin, wanan bi gele Kurd xayîn didan nasîn. Niha ew otonomî jî naxwazin. Gelo niha ew çi ne? Gelo niha ew ji xwe re çi dibêjin?..."...Zagona bingehî, guhartina 26 xalan û di vî warî de xeletiyên BDPê
Zagona Bingehîn a Tirkiyeyê zagonek e ku ji aliyê 5 generalên dîktator û faşîst ve hatiye sazkirin û bi darê zorê bi gelê Tirkiyeyê ve di sala 1982yan da dane qebûlkirin. Di pêşgotina zagonê de hatiye nivîsandin ku li Tirkiyeyê gelê Tirk hakim e û gelên din mecbûr in xwe Tirk bihesibînin û xizmeta Tirkîtiyê bikin. Dema meriv pêşgotina zagonê bixwîne hewce namîne ku meriv xalên zagonê bixwîne. Pêşgotina zagonê, xalên zagonê aşkere dike û dide zanîn ku ev zagonek faşîst e, şowenîst e, milîtarist e û dijî heqê merivatiyê ye....Rewşa zimanê Kurdî
Hezar car silav li we dayîkên ku di nav malbata xwe de bi Kurdî dipeyivin. Çawa tê zanîn welatê me Kurdistan di nav çar dewletên gelek dijwar de hatiye parkirin.. Di van deman da hê rewşa sazûmana Komara Federala Îraqê zelal nîne. Li Başûrê Kurdistan, Kurd azad in û dikarin zimanê Kurdî bi pêş ve bibin. Belê hê yekîtiya wan bi temamî saz nebûye, paşeroja dewleta Îraqê ne beyan e û bingeha paşerojê hê bi saxlemî nehatiye tekûskirin ...Di jiyana gelan de girîngî û perwedeya ziman (2)
Zimanzan û welatparêzê hêja Mîr Celadet Alî Bedirxan giringiya zimanê dayîkê wiha aşkere dike, dibêje: „ Miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi du qewetan û çekan dikarin biparêzin. Yek ol û yê din jî ziman e. Lê heke ku ola miletê serdest û miletê bindest yek be, hingê çek dimîne yek bitenê û ew çekê bitenê jî zimanê dayîkê ye. „ ...Di jiyana gelan de giringî û perwerdeya ziman - 1
Dema baxçe bêav biminîne çawa fêkî, zerzewat, gul û kulîlkên darên fêkî û zerzewatên baxçe hişk dibin û baxçe dimîne erdek hişk û rût, her wisa çand jî bê ziman bimine baxçeyê çandê hişk dibe, çand ji ortê radibe. Bi orterakirina çandê ve jî gel asîmile dibe, dipişive, ezîtî û gewşîniya (xisûsiyeta) gel namîne, gel dibê koleyê kes û gelên din. ...Hakkında
Bi rastî ez nizanim kengê, di kîjan salê de hatime cîhanê. Di qeydiya nasnameya min de tarîxa rojbûyîna min ne rast e, xelet e. Dema bavê min xwest min li cem dewletê qeyd bike, bîra min tê. Paşê min tarîxa jidayîkbûna xwe, bi biryara dadgehê da guhastin, belê ew jî rast nehat çêkirin. Çewa dê û bavê min qal dikirin û ez li gorî gotinên wan hesab dikim, ez di payîza sala 1940'an da hatime cîhanê. Ez di demek gelek zor, di salên cenga cîhanê ya duyemîn de ji 10 zarokan, ê herî dawî ji dê û bavê xwe re çêbûme û hatime cîhanê. Xwedê van deh zarokan parkiriye. Pênc ji wan mirine û 3 keç du lawik pênc jî, ji dê û bavê min re mane. Ez li gundekê bajarê Sêrtê, qezaya Şêrwan (niha ev gund li ser qezayê Hawêl e. Wê demê Hawêl = Baykan ne qeza bû.) hatim e cîhanê. Navê gundê min Minar e. Minar nehîye bû û di gund de qereqol hebû. Dewleta Tirk navê gundê me jî guhart belê ez navê bi Tirkî li her cî û warî na emilînim û zimanê min nagere navê Tirkî bêjim. Dema şerê cîhanê yê duyem, li welatê me nangiraniyek mezin yanî xelayek çêbûye. Ez di vê xelayê de ji dayika xwe re bûme. Dema birayê min ê mezin ji min diqehirî (û carnan jî bavê min) ji min re digot "Tu bê oxirê mala me yî, tu qidûmreş î. Tu hatî dinyayê û te bixwe re ji me ra xela anî)". Li goriya birayê min û carnan jî li goriya bavê min, ez ji malbata me re bêoxir bûm û min xela anîbû, jiyan bibaha kiribû, xela çêkiribû. Heger ez nehatama cîhanê li hêla me nedibû xela.. Dê û bavê min di gund de nikaribûne xwe û pênc zarokên xwe xwedî bikin. Seba belengaziyê, seba ku zarokên van ji birçiyan nemirin gund terk kirine, çûne li gundek deşta Mûşê li gundê Xarsê bicî bûne. Piştî 6 heyvan ji Xarsê çûne gundê Nokê ku ev gund jî nêzî Xarsê ye. Li wir jî 6 heyv mane û ji gundê Nokê jî, mala xwe barkirine çûne gundê Gêsa. Gundê Gêsa di navbera Mûş û Norşêna Hezret de xwe sipartiye çiyayê Xaçereşê. Navbera Gêsa û gundê Mûsa Beg, Xifya bi lingan 15 deqîqê bû û ez di biçûkayiya xwe de gelek caran diçûm Xifya, min serpêhatiyan ji Gulnaz Xatûna xwişka Hecî Musa Beg û kesên dî wek Medenî Beg û yên din guhdarî dikir. Hecî Musa Beg, yek ji êndamên delegsyona kongreya Erzîrom û Sêwasê ye. Hecî Mûsa Begê Xwêtî di kongreya Erzîromê de bi Mistefa Kemal re ji neh kesên ku ji bo heyeta Koma Temsîlê (Heyetî Temsîlîye) , heyeta ku neclîsa Enqereyê û damezirandina dewleta Tirk hazir kiriye re, hatiye hilbijartin û paşê piştî damezirandina komarê ji aliyê Mistefa Kemal ve hatiye dardakirin. Dema em li gundê Xarsê bûn li goriya hesabê min ez du-salî bûme. Bîranîna min a herî ewil ku ez tiştek ji vê cîhanê fêhmbikim li gundê Xarsê çêbû. Min ewil li gundê Xarsê, ji dinyayê fêhm kir. Em du sal li gundê Gêsa man. Piştî rawestana şerê Cihanê yê duyem di payîza sala 1946'an da em zivirîn gundê xwe, Minar. Wê demê bavê min, li ba berbirsiyarên dewletê min qeydê nifûsê kir. Wan deman, zor û zordestiya partiya CHPê hebû. 2 cendirman dikaribûn gundek talan û wêran bikin. Li gundê me Minar, dibistan tune bû û kesek xwendevan jî tune bûn. Kêm kesan bi Tirkî dizanibûn. Ew jî li eskerîyê fêr bûbûn. Di gund de bi tenê du jinan bi Tirkiyêke xirab dikaribûn berika xwe ji avê derêxin. Yek ji wan jina kurapê bavê min bû ku keça xwe dabû onbaşiyek Tirk û onbaşî piştî eskeriya xwe êdî neçûbû welatê xwe Denizli, mabû li welatê me. Ya din ji jinekek kal bû ku ji cendirman re xizmet dikir û ji wan re nan çêdikir. Li gundê me Minar cara ewil, dibistan di sala 1949'an da vebû. Menzelek ji qereqolê xistin dersxaneya zarokan. Sala ewil me 46 zarokan dest bi dibistanê kir. Di nav van zarokan da, ji 6 salî heta 12 saliyan zarok hebûn. Em bi temamî di pêngava yekan de bi hev re bûn. Di nav me de 4 keçik hebûn. Li dibistanê kursî û mase tunebûn. Kesên ku dikaribûn parçek hesîr, berikek an kulavek kevin ji mala xwe ji xwe re bînin, li ser rûdiniştin. Em kesên belengaz ku li mala me parçek hesîr jî tunebû li erdê rûdiniştin, li ser çoka xwe dinivisand û bi vî awayî ders çêdikir. Menzela me tê de ders çêdikir, erda wê ferşkirî bû û zivistanê ev ferş gelek cemidîbûn. Ez salek di dersê de li ser van ferşên cemidî rûniştim. Dema em ketin pêngava didûyan ji me re ji bo ders kursî û mase anîn. Di sala 1950'an da 14'ê Gulanê Partiya Demokrat hilbijartinê qezenç kir û kete ser hikmê. Di eynî sal da li gundê me ji aliyê gundiyan ve dibistanek hat avakirin. Gundî mecbûr bûn bêpere bixebitiyan. Ev biryar ji aliyê CHPê ve hatibû girtin. Ez jî bi bavê xwe re li ser avakirina dibistanê xebitîm. Di sala 1953-54'an de ji 46 zorêkên ku ewil bi hev re dest bi dibistanê kirin, me 4 zarok dibistan kutand û dîplom sitand. Min bi dereceya herî qenc, kurapek min bi dereceya qenc, kurapek minê din û yekê gundî bi dereceya nîvçe dîplome girtin. Dema ez diçûm dibistanê min xwendina Erebî jî li cem melayê gund dixwend. Piştî ku min dibistan kutand min li gundek din dest bi feqetiyê kir. Li cem mala şêxê Hezîn rehmetiyê Şêx Bahadîn ez bûm feqiyê wî. Bavê min dixwest ku ez bibim mela. Min gelek ilmê şerîetê xwend. Cara yekem di vê feqetiyê de ez şîyar bûm. Min Nûbahara Ehmedê Xanî, Neciranama bi Kurdî, Mela Xelîlê Sêrtî, Melayê Cîzîrî, Feqiyê Teyran di vê feqetiya xwe de nas kir. Piştî 5 salan min dev ji feqetiyê berda û xwest bibim mamoste. Ez çûm dibistana mamosteyan li qezayê Diyarbekir Erxenê, Dicle İlköğretmen Okulu dest bi xwendina mamostetiyê kir. Bavê min dijî xwendina min a mamostetîyê bû. Digot ev xwendin ilmê şeytan e. Ez bi dizî bêî bavê xwe çûme dibistanê. Dema min dibistan xwend ez mecbûr bûm di tatîlan da bixebitim, xercixa xwe ya dibistanê derxim. Her havîn ez li ciyên cûre cûre û li ser îşên cûre cûre xebitîm. Ez li nêzî Colemêrgê li Şamanisê di medena komira kevir, 40 mêtro di binê erdê de xebitîm. Min li Stenbolê di hala zerzewat de barkişandin (hemaltî) kir, li Wanê kerpîç çêkir, keviran ji bo xaniyan şikand, li Tetwanê ser çêkirina riya hesin çawîştiya emeleyan kir, li Basleysê karê xwê-çêkirinê kir, li Bidlîsê û Wanê emeletiya xanîavakirinan kir.. Di sala 1965'an da min dibistana mamosteyan kutand û li gundê Beydîlî qezayê Sütçüler a bajarê Ispartayê bûm mamoste. Beydîlî li ser çiyayê Toros bû. Ji qezayê 10 demjimêr dûr bû û riya otomobîlan tune bû. Belê ji sala 1930'an vir de li wir dibistan hebû. Gundê me Minar nehîye bû û dibistan ewil sala 1949'an li wê destpêkir. 1966'an min li Isparta 4 hefte eskerî kir û di dû de li gundê Dêrxas ku niha qezayê Mûşê ye mamosteyî û serkariya dibistanê kir. Ji bo Dêrxas bibe qeza li wir bi heval û gundiyan ve me gelek xebatan kir. Di payîza sala 1969'an de, ez ji Dêrxas çûme nehiya Têliyê (Tîl) ku niha ev jî qezayê Mûşê ye. Li dibistana leylî (Yatılı Bölge Okulu) du sal alîkarê serkanê dibistanê xebitîm. Li Tîlê jî, ji bona Tîl (Korkut) bibe qeza ez, heval û gundî dîsa wek Dêrxasê gelek xebitîn. Di payîza sala 1971'an da, ez bûme Serkanê(midûrê) dibistana starê (yatili okul) li Botan, qezayê Dihê (Eruh Yatılı Bölge Okulu) . Dibistan di inşaetê de bû û hê xilaz nebûbû. Min payîza sala 1972'an dibistanê ji xizmetê re vekir. Di sala ewîl da nêzî 400 zarokan qeydê dibistanê kir. Wê demê kesî keçikên xwe nedişand dibistanek leylî. Ji van 400 zarokan 130 keçik bûn. Waliyê Sêrtê di vekirina dibistanê de peyvandinek kir. Di peyvandina xwe da wiha got: "Li Rumeliyê Mithat Paşa parêzgarê (waliyê) umûmî bû. Dixwest dibistanan weke. Ewil li bajarek dibistanek vedike. Dema dibistan vedibe ew jî diçe vekirina dibistanê. Belê kesî zarokên xwe qeydn ekiribûn. Piştî demek dibîne ku papazek du keçikan di bin cubeyê xwe de tîne û ji Mithat Paşa re dibêje min van keçikan anî ye ku bixwînin. Papazek din jî bi 3 keçikan ve tê. Mithat Paşa ji kesên li wir amadebûn re dibêj e, me niha Rumelî winda kir. Ez jî dema van keçikan dibînim ev bûyêra li Rûmeliyê tê bîra min". Em mamosteyên Kurd wê deme gelek şabûbûn û me digot "Tirkiye niha Dihê winda kir". Ev şabûna me hêja jî ciyê xwe negirtî ye. Di payîza sala 1973'an da dewletê min şand Almanya. Di konsolosa bajarê Hannoverê de bûme berpirsîyarê perwerdeyiyê. Di sala 1977 min ji wê berpirsiyariya perwerdiyê xwe de paş û li qezayê Leerê bûme mamosteyê dewleta Alman. Min ji bo zarokên biyaniyan (Tirk, Spanî, Portûgalî û yên din) mamostetiya zimanê Almanî, ji bo zarokên Tirkan mamostetiya zimanê Tirkî, ji bo zarokên misilmanan mamostetiya dersa olî kir. Ji sala 1980 heta sala 1987 min li dibistana bilind a hunerî (Fachhochscule) Ostfrıesland li Emden ji bo xwendevanên Alman dersdarî kir. Ji sala 1995'an heta sala 2005'a min li bajara Leerê dersa zimanê Kurdî da zarokên Kurd. Di sala 2005'an de min karê xwe rawestand û bûme karrawester (emekli) . Seba dersdariya Kurdî ez li meydana balafirê li Stenbolê hatim binçavkirin. Bi alîkariya dewleta Alman piştî demek azad bûm. Ez di sala 1963´an da zewicîm û heta niha bi hevaljiyana xwe ya dilsoz re jiyana xwe bextiyar didomînim. Çar zarok û 7 neviyê min hene. Min di gelek rojname Üu malperan denivîsên bi kurdî nivîsandiye.Di sala 2005'an da pirtûkek min ê hikayetan bi navê NEWÊLÊN BI XWÎN hat çapkirin. Pirtûkek min bi navê ÇÎROKÊN KURDÎ ji çapê re amade ye. Ez li ser dîroka Serhildanên Kurd û şerê azadiya Kurdan lêkolîn dikim. Min gelek tiştan amade kiriye, belê pirtûk hê ji çapê ra ne hazir e.
