Êlxan Penaber
Gelê Sorb azad e
Sorb qewmeke slavî ye. Nifûsa gelê sorb 20.000 – 30.000 e. Li seranser cihanê jî 50-60 hezar sorbî hene (ev hejmar bo sorbiyên sedan sal berê asîmîle bûne ye). Lê bi zimanê xwe perwerdeyê dibînin. Ji wan re Wendî jî dibêjin ku ev ji binavkirina venedi ya latînî tê, di wateya "slavên rojavayî" de ye. Zimanê wan sorbî (serbšćina) ji koma slaviyên rojavayê ye. Bi du diyalektên xwe, (hornoserbšćina û dolnoserbšćina) jî dersê dibînin.
Encama lêkolînê: "Tirk amade ne bo perwerdeya bi kurdî, lê Erdogan naxwaze"
"...Hevwelatiyên herî dewlemend êdî ne tenê li peravan dijîn. Sermayeya (saman) Anatoliyayê niha dikare bi hêsanî serî bi ya peravan re bikişîne. Kapîtalîstên klasîk ên peravan heya niha ji statukoyê û nîmetên dewletê sûd werdigirtin. Wan kemalîzm, artêş dipesinand. Niha êdî dora kapîtalîstên gundewariyê, kapîtalîstên Anatoliyayê ye. Ew jî, AKP jî naxwazin statuko bê guhertin, dixwazin statukoyê bidest bixin û di desthilatdariya AKP ya Erdogan de, di armancên xwe de biserbikevin, gelek jî biserketine. Bi gotineke din niha ew nîmetê dewletê dixwin û ji ber ku Erdogan 1-2 sal berê, berê xwe da statukoyê û bi statukoparêzan re lihevhatin pêk anî, kapîtalîstên peravê jî vêgav ji AKPê memnûn in..."...An BRD an neman! Analîzek li ser kujeriyên dawî yên rastradîkalan.
"...Bi ya min bidestxistina kujerên "rêze-kujeriya donerfiroşan" gelek erênî ye û nîşaneyek bo guhertina polîtîkayan e. Bo gotina vekirî dewleta alman kûr a alman, heya niha dixwest rastradîkalan wekî hêmaneke jiyana nevxweyî bikarbîne, lê êdî naxwaze, ji xwe re hêmanên din dîtiye. Yan jî dê êdî bikaranîna wan bisînor bike. Bi nêrîna min piştî hilweşîna DDRê, derizeke girîng di mejiyê dewleta kûr a alman de derket. Ew deriz, li dijî Destûra Bingehîn a Federal û bandora wê bû. Çer hebe êdî pêwîstî bi biyaniyan nebû, herdu Almanya bûbûn yek. Almanan gelek zêde bedêla Hitler dabû. Bi dehsalan xwe ji neteweperweriyê dûr xwedîkirin. Xelkê pesnê welatê xwe dide, almanan newêribûn, bigotana "bijî Almanya". Otosansûreke hişk hatibû avakirin, mirovan bi dizîka ji welatê xwe hezdikirin. Dengê wan derbiketiba ditirsiyan ku yek bêje "aha dîsa neteweperwerî, dîsa Nazî". Lê bi hilweşîna sînorên di nava herdu Almanyayan ve otosansûr jî, tirs jî, Şerê Sar jî bidawî bûbû..."...Kurdistan û Germanistan, Pîvaz û Kartol - 6
"...Li Ewropayê, bi taybetî li bakur û rojavayê Ewropayê ala faşîzmê roj bi roj bilintir dibe. Ti amadekariyeke me kurdan, kurdên dîasporayê nîne. Ti pêşengek, saziyek, komeleyek me ku bi projektên xwe, stratejî, vîzyon, perpektîveke konkret bo me ava bikin, nîne. Yên hene, ketine pêşbaziya "bijî serokê min, bijî partiya min"..."...Bêhna barûdê tê, lê senger nemerd in.
"...Ev artêşên bombebaran dikin, pehlewanên têkçûyî ne. Ne xêr li wan, ne jî bereket li partî û hêzên me kurdan. Di şerên xwe dubare dike de, mirov bisernakevin. Mirov bi siyaset û zîrekiyê biser dikeve. Xwedê ew behremendî nedaye we tevan. Ne dewlet, ne jî hûn dikarin vê pirsgirêkê safî bikin. We barê Kurdistana Mezin xistiye stûyê Başûriyên reben. We Rom kiriye belaya serê herêmê. Nivşên nû êdî li çareya serê xwe digerin. Bawerî bi we teva nakin, çi hûn çi mihalefeta kurd. Paşerojê de cihê we nîne. Bi girînên dayikên xizanan, bi polemîk û kurtepistan hûn bisernakevin. Waye hêj jî nan bi erzanî nayê firotin. Zalim hebin, ji wan zalimtir jî hene. Serdestê îro, bindestê sibeyê ye. Bihêlin bila avên welatê min riya xwe bibînin. Bila bigihên Dîcle û Firatê. Bila ew jî biherikin derya û okyanûsan. Dest nedin xwezaya Kurdistanê..."...Nameyek vekirî ji Xaltîka Fatê û raya giştî re
Gula Lotikxaneyê, xanima bajarî, dermanê bêdermanan, xaltîka roja teng.. Xêra xwe dengê me bigihîne rayedaran. Bila çareyekê ji derdê me re bibînin. Bila me ji hevwelatiya Tirkiyeyê bavêjin. Raya giştî, bila rojekê raya xwe bide me jî. Ma qaşo raya giştikan e.. Ev daxwaz, a bi hezaran e. Me qala Lotikxaneyê kir hema nekenin, berê nivîsarê bixwînin. Kezeba me peritiye, ji giriyan çavên me kor bûne. Me ji derdan rû berdaye, ji kulan dinalin. Hinekê cidiyet qurban!...Kurdistan û Germanistan, Pîvaz û Kartol - 5
"...Federedewleta Berlînê her sal tûrek pere dide ATT (Almanya Turk Toplumu - Civaka Tirk a Almanya), hema van nêzîkan 30 hezar Euro girt. Çi dike ev komele? Parlamenterên Alman ên bi esil-Tirk rexne dike çima wekî parlamenterên Tirkiyeyê naxebitin. Bo Tirkan dibistanên amadeyî (lîse) dixwaze li Almanyayê, lê bo hilbijartinê jî be, nahêle dersên Kurdî bên dayîn. Kampanyayên îmzeyan lidardixe, nahêle bo Kurdan tiştekê bê kirin..."...Kurdistan û Germanistan, Pîvaz û Kartol - 4
"...Almanya di meseleya qebûlkirina nasnameya Kurd de gelek statûkoparêz û mixabin dijber e. Heger rojekê Tirkiye nasnameya Kurd bipejirîne jî, îhtîmal e Almanya dîsa neke. Siyasetvanên Almanyayê wekî min got gelek tirsonek, kêmzan, asoteng, pêşdaraz û statûkoparêz in. Li seranser cîhanê berevaniya statûkoyên xelkê dikin. Bi dîktatoran re dostaniyê normal dibînin. Roj hat belaya dîktatoran gihîşt wan jî, dikin û nakin fêhm nakin ka çi bûye. Xwedî mejiyê karmendan e, wekî karmendên dewletê ne. Herwiha medya û çapemeniya wan jî wisa ne..."...Nîjadperestî, pêşdarazî, penaberî, serpêhatî û "Oso te mala me mîrat kir!"
"...Îro çend roj in, ji destên hevalên xwe yên Alman bêzar im. Xwedêyo ma însan jî ewqas cahil dibin? Kê min dibîne, bi min re dikeve galegala Osama Bîn Laden. Niha dema vê nivîsarê dinivîsînim jî hevalek derbas bû, înterneta min girêdayî ye, di malpera Deutsche Welle de wêneyê Bîn Laden dîtiye, ew bala wî kişandiye. Tobe ti xebera min jê nebû, min nexwendiye jî. Wekî ku min li ser diziya bostanan qefilandibe dibêje; "Ka te got ne xema min e Bîn Laden? Waye nûçeyên Bîn Laden dixwînî, rast bêje gelek berketî, ne wisa?"..."...Kurdolog Maurizio Garzoni û galegalkirinek li ser Kurdnasiyê
"...Grammatica e vocabolario della lingua Kurda (Rêzîman û bêjesaziya/bêjeyên zimanê Kurdî) navê ferhenga Maurizio Garzoni yê Îtalî ye. Sala 1787 li bajarê Roma hatiye çapkirin. Li ser rêzimana Kurdî ye. Keşeyê domînîk û mîsyoner Garzoni (1734-1804), ji bo xrîstiyankirina Kurdan hatiye Kurdistanê. Garzoni di nava salên 1752 - 1787 li ser Kurdan û Kurdî xebitiye. Zêdetirî 18 salan li Başûrê Kurdistanê, bi taybetî li Mûsilê maye. Bi alîkariya Domenico Lanza (1718 - 1782) û Giuseppe Campanile (1762 - 1835) karê xwe yê Kurdnasiyê kiriye..."...Radyasyon, lê kê Kurdan biparêze?
"...Niha seranserê erdxanê (dinya) di bin bandora radyasyona ji Japon belav dibe de ye. Hin kêm, hin zêde. Ewrên qirêjbûyî yên radyasyonê xwe gihandiye Kurdistanê jî. Heya, li bilindiya 9-10 hezarê de xetereya şêrpence û mirinê jî heye. Hemir dewleta me, xwediyê me nîne, qet nebe em dikarin bandora ziyanker a radyasyonê kêm bikin. Em ê şerê xwe bi laşê xwe bikin. Ango sîstema parastinê ya laşê xwe (îmmûnsîstem) bihêztir bikin..."...Kurdistan û Germanistan, Pîvaz û Kartol - 3
"...Birêveberê berê yê bankaya neteweyî Thilo Sarrazin di pirtûka xwe ya bi navê "Almanya xwe hildiweşîne" de, hin rexneyên balkêş li Tirkan, misilmanan û bi giştî biyaniyên li Almanya dijîn, kir. Helbet mirov nikare mirovan bikategorî bike, morê bide dest xwe bêje "ev baş e, ev nebaş e". Ez wekî Tirkan û hinek me Kurdan Sarrazin şermezar nakim. Ew ne nîjadperestek, lê nezanek e. Bi sedeman re na, bi encaman re bilî bûye. Erê Tirk întegre nebûne, lê we çi kiriye? Erê rêxistinên Îslamî yên radîkal gefan li şarezayiya we dixwin, lê we çi kiriye? Bi rastî jî zû de ye mirovên mezin ji Almanyayê dernakevin. Ne tenê li Almanya, li rûyê cîhanê dernakevin. Mirovên mirov, qey ji nava me bar kirin, çûn..."...Kurdistan û Germanistan, Pîvaz û Kartol - 2
"...Mûcîzeya, sêhra, taybetiya Almanan jî ew e ku, di demekê kurt de birînên xwe kewandine, welatê xwe ji nû ve ava kirine, ketine refa welatên dewlemend. Bi rastî jî ya Almanan kirine, mûcîze ye. Axa wan bêkêr e, bi giranî xîz e. Petrola wan nîne. Avhewaya welatê wan ne baş e. Bi zivistanê qeris û cemed e. Bihar, havîn û payîz jî pirranî baran e. Û Almanya serokatiya YE dike, pêşengê hilberîna otomobîlan e, aşitîxwaz e, demokrat e, dewlemend e hwd..."...Kurdistan û Germanistan, Pîvaz û Kartol - 1
"...Tirkan di dîroka nêzîk de gelek komkujî kirine. Ya Hayan (Ermeniyan), Dêrsim, Geliyê Zîlan ûêd. Almanan jî bi milyonan hevwelatiyên xwe yên Cihû, bi hovane ji holê rakirine. Ev jî rast e. Lê Almanan nexweşiya xwe veneşartine, ser por nekirine, li terapiya wê geriyane. TVên Almanan bi roj û şev Şerê II. û Komkujiya Cihûyan bibîr tînin, xelkê hişyar û perwerde dikin. Bi gotinekê din xwe tedawî dikin. Ji ber wê ye Almanyayê karibûye di demekê kurt de birînên xwe bikewîne, sazûmaniyeke mirovane û demokratîk biafirîne, bibe pilingek aboriyê. Almanyaya Federal niha bo tevahiya cîhanê modelek demokrasî, aşitîxwazî, dad û hûmanîzmê ye. Destûra Bingehîn a Fedaral yek ji navdartirîn deklarasyonên mirovahî û hûmanîzmê ye..."...Dîlanên Kurdan jî jidest çûn, bûn Tirk
Dagirker karê xwe dikin, organîzmaya me tahrîb dikin, me dikujin. Ji me re divê em xwe biparêzin. Dîlanên xwe xwedî derbikevin. Dîlanên xwe bi Kurdî û Kurdewarî, bi mûzîk, mêvanperwerî, kinc û potên Kurd bikin. Bila zarokên me, xêrekê ji van dîlanan bibînin. Bila tiştekê, sûdekê hilgirin. Kevneşopiyên Kurd di bin xetereya mirinê de ne....Gel ne tenê welatparêz e, birçî ye jî
"...Heger diranê mirov biêşe mirov dice cem bijîşkên diranan. Heger mirov birçî be dewlet nan dide mirovan. Heger ewlekariya mirov ket xetereyê mirov xwe dispêre polîsan. Heger mirov cahil ma, mirov diçe dibistanan, zanîna xwe bipêş dixe. Lê Kurdên reben biçin kû? Çi bikin? Dewleta wan nîne, ya heye jî bi çavê dijminiyê miamele dike..."...Kemal û Cûdî yan xapxapok û camêr
"...Ez li kargehê, li ber kompûtera xwe rûniştî bûm, min ji kantînê kafêya xwe anîbû, xêvjimêra xwe (kompûter) vekiribû, amadekariyên xebatê, amadekariyên rojeka nû dikir. Hema bêjim, jiber ku dîplomên me koçberan li Ewropayê derbas nabin, wekî herkesê min jî hema bêje her cureyî kar kiriye li vir, mecbûr im çi kar dîtiye bixebitim..."...Em jî navên bajarênTirkan nepejirînin, wekî forma berê bikarbînin
Werin em jî wekî protesto êdî navên bajarên wan bi Tirkî bikarneynin. Heya ku Dewleta Romê hat îmanê. Qet nebe navên bajar û navçeyan. Qet nebe bi du zimanan bikarbînin. Bila bizanibin Kurd ne koleyên bavê wan in. Bila bizanibin Kurd ne ji ew gelên serîditewînin e. Ha, çi dibêjin? ..."Ji Firatê wê de - Firatin ötesi" çi ye û kê ev binavkirin derxist?
"...Hûn dizanin? Beriya beriyê kê ev gotin bikaranî? Lê bigerin tesbît bikin. Ew e dijminê we. Ew e dijminê Kurdistanê û Kurdan. Hûn jî dizanin ku şer ne tenê bi çekan dibe. Şer wiha jî dibe. Hêdî hêdî em fêrî înkarkirina axa xwe kirin. Hêdî hêdî binê nirxên me dikolin. Hêdî hêdî û dizî bi dizî.. Wekî guran. Erê gur wiha ne û ew jî ji xwe gur in. Devê kê vebikî dibêje "Firatin ötesi". Ango dixwazin bêjin axa Kurdistanê dikeve rojhilatê Firatê. Rojavayê Firatê ne Kurdistan e. Ango Kurdistan tenê çend parêzgehên di sêgoşeya sînorên di kontrola Tirkiye, Îran û Îraqê de ne ye..."...Martti Ahtisaari, nezaniya siyasetmedarên Ewropa û dîplomasiya me ya reben
"...Hûn yekê Ewropayî bavêjin zîndanê, dema tenêya serê xwe ma dîn-har dibe yan dikeve depresyonê. Lê em Asyayî 20 sal di zîndanê de dimînin, roja vegeriyan malê dikarin tevlî jiyana rojane bibin. Pêşmergeyên Kurd 15-20 salan li çiyê dimînin, roja biserketin, wekî ku duh çûbin, dikevin qezenckirina rizqê zarokan. Kêm ji wan di bin giraniya psîkotrawmayan de têk diçin. Lewra cîhana me ya hundurîn dewlemend e, hîm û dîwarên wê zexm hatine avakirin..."...Hakkında
Êlxan Penaber, bi rastî jî penaberek e. Li Kurdistana Ewropayê dijî. Ne siyasetmedar e, ne jî dixwaze rojekê siyasetê bike. Li yekîtî û pêşketina Kurdan, bi taybetî yên Bakur digere. Dixwaze qet nebe bi çend bêjeyan Kurdiya xwe, di Nasnameyê de ji gelê xwe re xizmetkariyê bike. Bi karê rojnamevaniyê re bilî bûye. Kovargerî kiriye. Li hin rojnameyên herêmî yên Almanî de, şagirtiya redaktoriyê kiriye. Ne ji aboriyê û "kebab firotinê" fêhm dike, ne jî mirovekî pispor e. Du xwestokên wî yên ferdî hene: carekê din diya xwe bibîne û Başûrê Kurdistanê ziyaret bike. Heger hûn dixwazin pê re têkiliyê daynin an jê re peyamekê bişînin, fermo e-peyama wî jî hatiye dayîn.
Öncekiler
- Ajansên me yên nûçegihaniyê û mijûlayiyek li ser Kurmancî
- Li ser wêjevan û wêjeya Kurd çend tişt
- Lînc jî wekî êşkenceyê, karakterekê Dewleta Romê ye
- Dembihêrkek li ser nivîskaran û êrîşên li ser stûnên Kurdewariyê
- Mîr Mihemedê Rewandizî, Mamed Paşa
- Ferzende Beg (Siwarê Eznawir, Bavê Elfesya)
- UNESCO: Di cîhanê de keçên herî bêşans, ên Kurd in
- Gelo Elewiyên Tirkiyeyê bêî CHPê dikarin?
- Avhewa, hawir, xetereyên paşerojê û bêxwedîtiya Bakurê Kurdistanê
- Kurdên sêwî û bêxwedî: Kurdên Xorasanê - Beşa I.
- Nexşerê, biratiya gelan û dinya Tirkan çawa dizane?
- Xebatek li ser misilmanên Almanyaya Federal
- De werin bi Romiyan re bibin bira!
- Şerê îmajê yê Kurdan û Dewleta Romê
- Di navbera Xelîl û Celîl de, AKP
- Kes nikare Kurdên Bakur bike qurban!
- Av û avûavçûna me
- Xwê ziyandar e lê bêî wê jî nabe
- Aya bawerî bi Cemaeta Gülen dibe?
- Mîsyonerên Dewleta Romê
- TRT 6 - Kanala Îsmetê Kerr
- Statîstîkên Kurdistanê û Xewreşiya me.
- Rojevên xelkê: TRT-Kurdî, Anket, Lêborîn
- Êlxan Penaber :Em ji gelê Koreyê lêborînê dixwazin
- Êlxan Penaber : Yaşar Kemal gora xwe jî kola
- Êlxan Penaber: Nirxên me yên pîroz û alternatîva nû - Galegal
- Êlxan Penaber : Tepa min li ser tepa te û rêxistinên Bakur
- Êlxan Penaber:Dîplomasiya Bakuriyan a Reben.
- Êlxan Penaber:Dilopên Pêla Nû !
- Êlxan Penaber : Destekî Min Heye Destanok
- Êlxan Penaber : Welatparêziya Teralên Bexdayê
- Êlxan Penaber : Kursiyê gumanbariyê û mazoşîzma me Kurdan
- Êlxan Penaber : Xwebûn (Xoybûn)
