Bav...

Yazı boyutu Decrease font Enlarge font


 
Li mala me, birayên min giştik û ez jî em alîkarên dayika xwe bûn. Kesî pişta bavê xwe ne digirt.
 
Ji bona vê yekê jî kesî ji me re ne digot ‘Bavê min’ me giştika -wek tiştekî xiret be- digot; Bav...
 
Wek mirov bêje ‘bavê te, ne bavê min.’
 
‘Bav li kîderê ye.. Bavê we kînga bê û hewd...
 
Le mixabin ez mezin bûm, min fahm kir ko me gelek caran -ger bi zanîn, ger bi nezanîn- dilê bavê xwe şikandîye. Lê min tu car, ji dil û milak ne gotibû ‘Bavo, bavê min. Ez bigori.’
 
 
Mirov çiqas mezin dibe, gav bi gav dişibe bavê xwe. Dişibe bavê xwe û bavê xwe fahm dike. Le carnan jî însan di saxî û di silametê de xatir û buhaya van nizane. Heyf û mixabin. Çikas bê bav zor û zahmete.
 
 
Min derba din, qala dayika xwe Fatîma REŞî kir.
 
Vê cara jî ezê qala bavê xwe bikim.
 
Bavê bavê min... Yan jî kalikê min Mele Mihemed, mele bû. Em ji esil ê fesilê xwe ji Zaxo hatine. Derbasî Nisebînê bûne. Dû re em hatine nêzîka gundê mala Cegerxwîn Hesarê, li Wezrînê bi cîh bûne. Ji malbata me re berê digotin Mala SERHESINAN... Apê min Sofî Salihê Serhesin gelek baş tê bîra min. Mîna Kurdên dîrokî û efsanewî bû.
 
Taliyê jî em hatine gundê REŞÎ/Reşîyê...Ji vir jî bavê min Îbrahîmê Mala Mele em anîn Elîhê. Birayê min yê ji min mezintir Sebrî, ez, Eladîn li gund de hatine dunyayê.
 
Xûşka min Mehdiye û birayê min yê herî biçûk Ebdila li Elîhê çêbûn.
 
 
Li dû kalikê min Mele Mihemed, apê min mele Ebdille çûye medresê Le wî jî meletî ne kir. Bave min pişti ku ji seferberiyê tê, jina wî Fatîme û du zarokên wî mirine. Ji xelayê, ji feqîrî û bêkesîyê.. Bavê min û dayika min Fatîme diçe ji kalikê min Hecî Hisên dixwaze. Malê çêdike. Cihê dibe. Û berê xwe dide Elîhê.
 
Maleyek, çakûç, şakul û torbekî çîmento dixe bin cengê xwe û dibê ez ‘Hoste me... Hostê dîwara...’ Nare na keve febrîqa ziftê. Dibê ‘Ez tucarî di bin destûra kesî de naşuxulim.
 
Bavê min, Îbrahîmê mele Mihemed...
 
Ti sûretê wî jî bi min re tunene.
 
Le ew merivê Ermenî gelek gelek dişibe bavê min. Yên ku bavê min dîti be, wê bivên ev ya Birahîmê Mele ye yan jî birayê wî ye.
 
Ez bi şikil li bavê xwe, bi rûhiyat û bi xulqiyat jî li dayika xwe hatime. Hinekî jî likalikê xwe Hecî Hisên.
 
Ez nizanim le yên ku min divînin werê divên.
 
 
Bavê min, Misilmanekî xurt bû.
 
Mirîdê şexê Mala Menzîlî bû.
 
Bi mehan ne dihat malê.
 
Me wî carnan didît.
 
Û piştî ku ez ketim nava tekoşîna Kurdayetî û min berê xwe da şoreşê. Ji min re di got;
 
‘Lawo, Mehemed Şukrîyê min...Ji xwe re bisekine. Xerabîyê ne ke. Vay te xwend tu bûye mamûrê dewletê. Tu li ku û Kurdîstan çêkirin li ku?.. Şêx Seîd efendî, Mele Mistefa Barzanî,û heya Şevketê Hekkî Efendî Kurdîstan çê nekirin, ma tê bi wî halê xwe çava çê ke?’
 
 
Ez dikeniyam. Min digot ‘Em ê çêkin bavo em ê çêkin. Tu qet meraq ne ke?Ez jî, tu jî, em ê bivînin. Le ev navê tê gotin Şevketê Hekki Efendî kî ye?’ İcar ev dikeni. ‘Ma tu nizani de here ji xwe re karekî bike. Him dibê ez ê Kurdîstanê çêkim him jî Şevketê Hekkî Efendî nas nake?’

Çend sal û wext tê re derbas bûn.

Taliyê min fahm kir ku ew Şevketê Hekki Efendî kî ye.
 
Şevketê Hekkî Efendî; di salên berê de, 50 Kurdên navdar girtibûn. Yek ji wan jî Şevket TURAN bû. Şevket Turan di artêşa Tirkan de –ez bawerim- bînbaşî bû. Ji bo ku alîkarîya Berzanî kiriye ew jî girtibûn.
 
Min bavê xwe talîya talî li dadgeha zîndanên Diyarbekir dît.
 
Hatibû dadgehkirina me. Porê wî sipî bûbû. Gava min dît û giriya.. giriya... giriya wek lawekî ku ji dayika xwe qut bûbe. Ez hêrs bûm. Di nava pasevanan de min da nav. Û ez ji cihê rabûm. Min berê xwe da bavê xwe.
 
Bavo, ez bi qûrbana te tu megrî....
 
Şerm e, dilê Romên teres li me xweş ne ke.
 
Ez lawê teme. Berxê te me. Ez ê heya talîyê li berxwe bidim.
 
Û tu caran te na hetikînim...
Bavooooo...
 
Bavooo
 
Heyyyy bavooooo...
 
 
25 .12.2005
 
Essen /Elmanya
 
  
 

 

 

Yorumlar (1 gönderildi):

xort ciwanbû .. 22 Mar, 2008 05:50:31
avatar
Nava merc û zirûfên normal de nivîsîna bi Kurdî li gel ku tishtekî ne balkêsh,ne ciyê pesnê û ne hunereke bêhempaye, lê di rewsha me ya neletî de,dibe tishtekî metel û matmayinê. Loma jî ez we bi vê nivîsîna kurdî pîroz dikim û berdewamiya wê ji we daxwaz û tika dikim.

Yorum yaz comment

Yorumlarınızı aktarırken kişi hak ve özgürlüklerine saygılı olmanın yanısıra, nitelikli görüş ve eleştirilerinizle katkı sunmanızı bekliyoruz. Katkısı olmayan, ilgisiz ve  eleştiri sınırlarını zorlayan yorumlar yayınlanmayacaktır.

Güvenlik Kodu:

  • email İlet
  • print Yazıcı versiyonu
  • Plain text Düz Metin
Puanlama
5.00