Zimanê Îrîyan û Colette.
Ez bêjim deh sal berê, win bêjin yanzdeh. Hevalek minê nîv Fransî, nîv İtalî hebû. Em tev keçikek Îrî û hevalê wê bûn dost. Navê keçika Îrî Colette bu, hevalê xwe (naha zilamê wê ye) nav Hans bû. Pirr caran li meyhanê û gerran bûn rêheval.
Me li ba hev gelek bîrayên Îrîyan vexar. (İrish beer). Pirr caran sibeh kir. Pirr hevalên delal bûn. Ji hevaltîya min û Kurdeyatî min gelek şa bûn.
Zeman derbas bû. Fransîya min serê xwe girt û çû, winda bû. Maceraperest bû keçik. Lê belê min tu car bîr nekirî ye. Gelek ciwan û xweşik bû.
Colette jî mala xwe barkir çû welatê xwe. Tev Hans mala xwe çêkir, ez bawerim sê zarok peydah kirin.
Îdîyên İsevîyan de ji min re hîn jî kartan û silavan dişîne. Ji ber ko Colette bi rastî jî dîndarek Katolîk bû û aşkere digot û tu car adet û dînê xwe bîr nedikir.
Min pirr car bi dînê wê keçikê henek dikirin û em dikenîyan. Lê Colette jî pirr kêfxweş dibû û wê keçikê jî him bi dînê xwe henek dikirin û him jî hez dikir.
Çawa ko em bi dê û bavê xwe henek dikin û dikenin, lê pirr jî jê hez dikin. Wisa bu halê me...
Ew kartên ko ji min re dişand bi du zimanan bû. Li jor zimanek ko li ba min nenas bû. Li jêr jî İngilizî bû.
Min zimanê jor Latînî fehm kir. Ji ber ko çawa dînê Îslam bi Erebî xweşe, dînê Îsevî jî bi Latînî û bi Aramî xweşe. Min Latînî zanî û wisa ma...
Sal derbas bûn.
Colette bi zarok û zilamê xwe ve bû mêvanê min. Çawa bû nizanim; min ew zimana pirsî û mana wê nivîsê xwest bizanim.
Ger ew ziman ne Latînî bû ye, lê zimanê Îrî bû ye!..
Ez matmayî mam. Heta wê rojê min ew tişt nedizanî. Min gelek pirs û sohbet kir li ser wê qisedanê.
Exurê ko zimanê Îrîyan gelek kevn û xweş bû ye lê mixabin İngilizan Îrland bi sed salan bindest kirîye û zimanê Îrîyan winda kirine.
Naha ew ziman di dibistanan nayê dayîn. Kûçande nayê qise kirin. Hinek zimanzan û welatnasên Îrîyan dixwezin biparêzin û ji bo dombûna ziman kar bikin.
Mixabin di edebîyat û hunerê de winda bûye.
Min dema ko ew rastîya bihîst, zimanê Kurdî hate ber çavê min. Di bandora weqas zimande, di bin giranîya weqas diktatoran de zimanê Kurdî jî di ber mirinê de ye.
Ew tişt wek realîte li ber me ye!..
Li Bakûr ew tişt girantir e û em wî rastîya qebûl bikin.
Dema ko li wê rûpela de nivîsek Kurdî tê nivîsîn, çend sed kes pêlê dikin. Bi zimanê Tirkî hezaran.
Ew kêmasîyek me ye û tirsek di dilê minde ye. Gello zimanê me dibe zimanê Îrîyan?
Tekstek ji Zimanê ÎrÎ...
- Hwæt mæneð þes? Is nu an giedd mid us, "Leoht oðres dæges" bi þæm writere Bob Shaw, þæt sægð bi "slawum glæse": Se onlicnes 16) þæs landes cumð slawe þurh micelum eageþyrelum oððe glæses weallum ond man mæg gesion þæt leoht .xx. wintra giu. Man mæg an eageþyrel habban on huse .xx. wintra mid lease onlicnessum þæs feorres folclandes; man mæg his wif gesion .xx. wintra giu, his cyldru, his seolf ætsomne, swa swa hie wæren on life. Swa sægde þæt giedd. Of hwæt sægð nu þeos niwe lare?



Yorumlar (0 gönderildi):
Yorum yaz