Xaço

Yazı boyutu Decrease font Enlarge font
image

Min bapîrê xwe qet nas nekir. Bi çavên xwe nedît. Lê dema ko ez bûm neh deh salî, min navê wî zanî.

Navê xwe Fero bû ye.

Yanê Ferhed.

Ji Dersim.

Çend salan belê komkujîya Ermenîyan zewîcî ye. Lê zarokê pêşî keç bû ye.

Yanê dayîka min.

Sala ko Ermenî "qirr" kirine û salên "seferberlik" bû ye, birçîtî û hovitî bû ye. Li wan salan de gelek serpêhatî yên xela û xwînrij çêbûn e û ezê xulam di piçûkî ye xwe de, min bi wan çîrokan guhdar kir û bi wan çîrokan razam.

Ew hemmû hîn jî bîr û bawerîya min de ne.

Bapîrê min, bavê dayîka min wê dema hovitîyê de, di alîyê çekdarîyê de gelek hov bû ye.

Lêbelê wê demê de kî wisa nebû ye ko?..

Wê demê -go min bihîst- navbera heywan û mirovatîyê de bostek mesafe jî nebû ye.

Dem dema hebûn û tunnebûnê bû ye.

Dayîka min çend salî bûye. Bapîrê min re ji bo pez û dewarê wî re şivanek lazim bûye.

Wê demê Ermen hatine kujtin. Lêbelê yekî musulman dikarîya yekî Ermen sutar bike, bêje ko va kesa yê min e! Bi rastî jî ev kes dibû malbata wan de yek kesek.

Wê demê bapîrê min xortek Ermen kirîye "kurrê xwe" û ji eskerê Romî parastî ye.

Navê kurrê qurban Xaço bû ye.

Çardeh panzdeh salî bû ye.

Bi rastî jî parastî ye û xudan kirî ye. Bi eslî, ji xwe re kirî ye xulam û Xaçoyê reben ji dewarê xwe re kirîye şivan.

Lê ez nizanim çend sal derbas bûne. Xaço êvarek dewarek kêm tîne mal. Ez nizanim nogin e an çêlekek winda di ke. Bi xwe jî nizane çawa û li kî derê.

Ew dema dema birçîtîyê ye û dema dizan e!..

Kê û çi kesî ji Xaçoyê reben nogin dizî ye, kî çawa bizan e?..

Xaçoyê sêwî, bê dê û bê bav çawa bikare şivanî bike?..

Bapîrê minê hov Xaço dike pêşîye xwe û diçe doza nogina xwe.

Çol û gazan digerin.

Nogin tunne.

Di çîyayên Dersim de kî çi dizane kijan sêl û ocaxan de hate patin?

Kurtî bibirrim, nogin nate dîtin, tesel dikevin û dizivir in. Di rêya mal de bapîrê min di bi wê hêrs û kehiran de Xaçoyê bêkes dide pêşîya xwe û dimeş e. Dema ko dikevin newalek kûr, bapîrê min tivinga xwe dide ber çavên xwe û Xaçoyê reben di wê newalê de dike berete.

Dayîka min ew dem tu car bîr nekirî ye.

Piştî heştê sal ji min re ew çîrok hergot.

Demak got ji yek çavê xwe de hêstêrek hate xwer. Wek bîranîna birayek xwe, wek itirafek ji bavê xwe ji min re got û nexwest tiştekî din bêje, û derdê xwe zêde bike.

Îro rojek ji dîroka Ermenê birayên me ye.

Ew tişt her bîra min de ye.

Wek Şikoyê Batmanî ko îro bi wênayek Ermen bavê xwe pêşkêş kir. Ji dilê min jî va çîrok hate der.

Îro jenosîda Ermenan e.

Tu car bîr nekin. 

Yorumlar (1 gönderildi):

xort ciwanbû .. 25 Apr, 2008 02:46:44
avatar
Berya du salan li awrûpa ez pê hesiyam ku pîrka min, bi nijada xwe bav-ermen bûye. (Li bal me dibêjin bav-file).Waha xwiyaye wek pirrê ermenan, bav û birayên pîrka min jî hatinin kujtin û ew jî buye bisulman.Dibe ku wê jî ji bav û kalkê min re tishtekî zêde qal û bahs nekiriye, nizanim...
Gerek bi xetên stûr û xurt du tisht ji hev bê derxistin.
1- Di nava Kurdan de ji wê trajediya Ermenan em bi zimanê gelerî dibêjin FERMANA FILLAN.Ferman yanî emir û talîmata tunekirinê,qirkirin û îmhakirinê! Ev ferman, ji alî desthelata Osmanî ve hate dayin û bi destê jontirkan birêvechû.Jêderên dîrokî, vê derbarê de têra xwe henin.Yanî tirk ciqasî bêjin ew tehcîr bû, lê bi xwe, ew FERMAN bû.Fermaneke hov û har, ku pashê Kurdan li Dêrsim,Agirî,li geliyê Zîlan û li Helebche jiyankirin.
2-Kurd, di fermana Ermenan de bi awakî pir nebash hatinin bikaranîn, ku ji cîroka Xacho û bi dehhezaran û sedhezaran kesên wek wî em pê dizanin.

Naxwe di sedsala 21ê de divê em hew ji bo yên xeynî xwe bibin qurbanî.Bala xwe bidinê,abdoistan însanên me li awrûpa bi kuche û kolanan xistin, da ku CTP here rewsha wî sax bike û raporê bide.CTP chû û hat got, ku psikolojiya wî merivî ne temame.Yanî yekî nuha psikolojiya wî xerabe û nesax di polîtîka Kurdistana bakur de aktîve.Ji bîr nekin, psikolojiya Jontirkan jî ne temam bû.Ji bo dunya yê xem nake, kes nabêje Kurdno bona chi hûn yekî dîn ji xwe re dikin serok!Berovajî, ew ticareta xwe û kenê xwe dikin.
Carekê ez bi ziyaret chûbûm Moskow.Sal 1996 bû. Li wir min komela PKK ziyaret kir,hew min dît Hêjarê Shamîl (wê chaxê di nava PKK de bû ) û hevalekî wî, destê wan de pirtûkeka Ocalan werdigerînin Rûsî!Navê pirtûkê hûn zanin chibû? Sozyalîzm ve devrîm sorunlari.Ji Rûsên ku heftê salî peshengiya sosyalîzmê li dunya yê kiribûn, Abdoyê kurd aqil difrot. Helbet Rus dikeniyan û fêde wan tê de ew bû, ku ji chapa pirtûkê ewê pare bi destbixistana.Waha jî dostekî li wê derê ji min re got, ku kîjan PKK yîyê kû rusekî dibîne ji wan re propaganda sozyalîzmê dikin û heya mesûlê PKK yê li wir, ji generalekî Rûs re propaganda sosyalîzmê dikir û bi perspektîvê serokê xwe dida wî û kêmanî û chewtiyên Rûsan ji wan re li ber chavan radixist.

Naxwe chiye? Kurd divê serê xwe safî bikin!Heya em serê xwe safî nekin,gelek belayê were û xwe bi serê me bigre.

Ev komentara min, ji nivîsa ku min jê re shîrove nivîsand dirêjtir bû.Chawa bikim, dibêjin rovî nediket qulikê,chûbû û hejek bi dûv xwe ve kiribû.Nasname yê hejikek bi min ve kiriye, ku ez jî bi rastî ketime qalibê shîrovekarekî...

Yorum yaz comment

Yorumlarınızı aktarırken kişi hak ve özgürlüklerine saygılı olmanın yanısıra, nitelikli görüş ve eleştirilerinizle katkı sunmanızı bekliyoruz. Katkısı olmayan, ilgisiz ve  eleştiri sınırlarını zorlayan yorumlar yayınlanmayacaktır.

Güvenlik Kodu:

  • email İlet
  • print Yazıcı versiyonu
  • Plain text Düz Metin