Zagona bingehî, guhartina 26 xalan û di vî warî de xeletiyên BDPê
Zagona Bingehîn a Tirkiyeyê zagonek e ku ji aliyê 5 generalên dîktator û faşîst ve hatiye sazkirin û bi darê zorê bi gelê Tirkiyeyê ve di sala 1982yan da dane qebûlkirin. Di pêşgotina zagonê de hatiye nivîsandin ku li Tirkiyeyê gelê Tirk hakim e û gelên din mecbûr in xwe Tirk bihesibînin û xizmeta Tirkîtiyê bikin. Dema meriv pêşgotina zagonê bixwîne hewce namîne ku meriv xalên zagonê bixwîne. Pêşgotina zagonê, xalên zagonê aşkere dike û dide zanîn ku ev zagonek faşîst e, şowenîst e, milîtarist e û dijî heqê merivatiyê ye.
Zagona bingehî ya Tirkiyeyê
Tim hêz û partiyên Tirkiyeyê vê zagona bingehîn zagonek faşîst û dîktator dibînin. Her kesên demokrat û welatparêz ji vê zagonê gilî û gazinên xwe dikin. Belê her çi hikmet e tim hêz, partî û kesên demokrat destên xwe nadin destên hev û vê zagona ku jê ne razî ne naguhêrin.
Heger em rastiyê bêjin, siyasetmedarên Tirkiyeyê li hev ewle nînin. Baweriya wan bi hev nayê. Kesê baweriya xwe bi hevalê xwe neyne nikare tiştek qenc bike. Siyasetmedarên Tirkiyeyê di bin banek de, di nava parlamenê de bi salan bi hev re dema xwe derbaz dikin belê bi hev nebawer in, li hev bi ewle nînin.
Heger siyasetmedarên Tirkiyeyê bi vî hal û pergalî bidomînin ev zagona bingehîn ku 28 sal in belayê serê gelan, kesên welatparêz û azadîxwaz e, dê 28 salên dî jî bimîne bênûkirin û bimîne belayê serê gelan.
Ji bo Tirkiye bikeve nav civaka Yekîtiya Ewropayê car carnan hin xalên vê zagona faşîst hatin guhartin.
AKP û guhartina Zagona Bingehîn:
AKP li Tirkiyeyê, ji aliyê kesên xwe Kemalîst dibînin ve parteyek dîndar û dijî nûjeniyên Mustafa Kemal, dijî laîsîzmê tê hesibandin. Gelo li Tirkiyeyê laîsîzim heye an tune ev meselek cûda ye û ez bi temamî bawerim ku li Tirkiyeyê laîsîzim ji binî tune û ew kesên xwe laîk dibînin ti peywendiyên wan bi laîsîzmê ve nîne û laîsîzmê li goriya xwe dipîvin, salix didin û bi vî awayî bi xwe re jî gelê Tirkiyeyê dixapînin.
Em ji partiya dewletê CHP bigrin heta partiya DP û MHPê tim partiyên li Tirkiyeyê ku hatinê ser hikûm û Tirkiyeyê idare kirine binêrin, karê barê wan, xebat, hal û edayê (tavrê) wan bidin ber hev, bipîvin, em ê bikaribin cudatiya di nav wan de daynin holê ber çavan..Ji damezirandina komarê (cumhuriyet) heta îro tim partiyên Tirk ên ku hatine ser hukmê û dawleta Tirk idare kirine şowenîst in û gelê Kurd inkar kirine. Ti partî hebûna gelê Kurd qebûl nekiriye û tim partiyan xwestine gele Kurd bipişivînin, assîmîle bikin û ji holê rakin.
Ji hemî serokkomaran û partiyan, serokkomar Mistefa Kemal û partiya wî CHP zaftir xwestine gelê Kurd rojek zûtir ji holê û dîrokê rakin. Bi awayek dijwar û însankujî dijî gelê Kurd rabûne û gelê Kurd qirr kirine.
Partiya ku dijî gelê Kurd herî dijwar û bi şedît hereket kiriye partiya CHPê ye. Ez bûme şahidê îdara CHP di bin serokkomartiya Îsmet Paşa de û min dît ku CHP û hikûmeta CHP çi li serê Kurdan dikir. Zilm û zordestîya dewlet û hikumetê di dema DP’yê de li ser Kurdan parîkî sist bû belê dîsa înkariya gelê Kurd hat berdewamkirin.
Pişti derba eskeriyê sala 1960an zagona bingehîna nû di sala 1962an de hat qebûlkirin. Di vê zagonê de jî Kurd hatin înkarkirin. Belê ev zagon di dîroka Komara Tirkiyeyê de zagona herî demokratîk û azadîxwaz bû.
Serokkomar û serokwezîr ji aliyê çarenûsiya Kurd ve şowenîst bûn û tunebûna gelê Kurd de rikdar (iddiacî) bûn. Piştî 12ê adarê sala 1972an eskeran, zagona bingehîn ku ji aliyê wan ve hatibû amadekirin, guhartin.
12 Êlûna (rezbera) sala 1980an 5 generalên dîktator hatin ser hikmê û zagonek nû, zagona bingehîn a ku niha belayê serê gelên Tirkiyeyê ye bi darê zorê di sala 1982an de danîn ber gelên Tirkiyeyê.
Pêwîst e em rastiyan bibînin. Pêwîst e em bikaribin ferqiyetên serokkomar, serokwezîr û hikûmetên Tirkiyeyê jî bibînin. Dema em li dîroka komara Tirkiyeyê binêrin em ê zelal bibînin ku ti serokkomar û serokwezîr wek Erdogan nekirine.
Serokwezîr Tayîp Erdogan hebûna Kurdan, pirsgirêkên Kurdan qebûl dike û dibêje ez ê pirsgirêka Kurd çareser bikim. Gelo dê bikaribe pirsgirêka Kurd çareser bike?. Ez ne bawerim. Belê ev gotin jî gavavêtinek bi pêş ve ye.
Kurd û Kurdîtî bi salane ji aliyê dewleta Komara Tirkiyeyê ve hatiye înkarkirin. Ev înkarkirin 85 sal bi awayek şedît hatiyê ajotin, wek jarek dilop dilop di mêjûyê gelê Tirk de hatiye jarîkirin.
Serokwezîr Erdogan ji nişka ve derdikeve himberî gelê Tirk û dibêje “Kurd hene û pirsgirêkên wan hene, ez ê van pirsgirêkan çareser bikim.” 85 sale ku jariya înkarkirina gelê Kurd berdane mêjûyê gelê Tirk, tunebûna gelê Kurd bi gelê Tirk dane bawerkirin. Ji nişka ve ev baweriya resmî tê şikandin. Ev şikandin ji gelê Tirk re tiştek ne hêsa ye.
Em bi rastî bêjin di dîroka komara Tirkiyeyê de ti serokwezîr û serokkomar wek serokwezîr Erdogan nekiriye. Tim serokkomar û serokwezîrên Tirkiyeyê înkariya gelê Kurd kirine.
Faşîst û şowenîstên Tirk, Erdogan kesek alîkarê dijminên Tirk dibînin. Dibêjin “Erdogan bi teroristan re bazarî dike”. Hin kesên Kurd jî Erdogan alîkarê eskerê Tirk dibînin û bawerin ku Erdogan şer dixwaze û şer geş dike.
AKPê xwest hinek xalen zagona bingehîn biguhêze. Meha gulanê li ser 29 xalên zagona bingehîn di parlamenê de hat gengeşekirin. Xala ku qedexekirina partiyan zor dikir hat defihandin (redkirin) û xalên din hatin qebûlkirin. Nêzî 26 xalên zagona bingehîn ji nû ve hatin nivîsandin di 12 Êlûnê de tê rapirsî (halkoylamasi) bê çêkirin.
Gelo guhastina van xalan ji ewil qenctir e yan xirabtir e?. Miheqeq ev 26 xalên ku ji gel bê rapirsî ji xalên berê demokrattir û ji bo gel qenctir in. Zagona bingehîn a faşîst û mîlîtarîst bi 26 xalan tê guhartin, bi vê guhartinê hin kes gelek heq qezenç dikin, ev guhartin ji bo gel çêtir e.
Xalên nû ji xalên kevin demoqrattir û bi pêştirvatir in. Partiyên ku dijî guhartina van xalan derdikevin li naveroka van xalan nanihêrin û gelên Tirkiyeyê dixapînin.
Hin xwendevanen hêja dema vê nivîsa min bixwînin belkî bêjin ma gelo nivîskar alîkarê AKPê ye û pesnên AKPê dide. Na, xwendevanên hêja ez alîkarê AKPê nînim û ji siyaseta AKPê ji sedan 95 ne razî me.
Belê di vir de AKP zagona bingehîn a faşîst diguhêre û ez dijî zagona bingehîn a 5 generalên dîktator û mîlîtarîst im. Ez dixwazim ku ev zagona bingehîn ji holê rabe, destûrnameyek demokratîk ku heqê Kurdan qebûl dike ji nû ve were nivîsandin, pêşgotina faşîst û şowenîst were rakirin ji aliyê gelan ve were qebûlkirin.
Belê ez qenc dizanim ku Erdogan û partiya xwe nikarin zagonek bingehîn a nû di parlamenê de bidin derbazkiririn. Madem di şert û şirûtên îro de Erdogan û partiya xwe AKP nikarin zagonek bingehîn a nû bidin qebûlkirin bi hindikî ev xalên ku diguhêrin, ji xalên di zagona bingehnî a faşîst de, bi pêşvetir in. Wê demê herkesê ku azadîxwaz û demokrasîxwaz e pêwîst e dijî guhartina van xalan dernekeve.
Kesên dijî aştiyê ne, kesen alîkarên şer in, kesên dijminên Kurdan in dixwazin Erdogan bînin ser xeta Tansu Çiller û Suleyman Demirel. Ev kes di nava partiya AKPê de jî hene. Kesên dixwazin Kurdan bipişivînin, ango assîmîle bikin di nava partiya AKPê de zaf in.
Alîkarê serokwezîr, wezîrê dewletê û berdevkê hikûmetê Cemil Çiçek berî heftiyek derdikeve himberî televizyonan û dibêje “Me hevwelatiyên Nîjerya fêrî Tirkî kir belê em nikarin kesên Culemêrgê (Hekariya) fêrî Tirkî bikin.” Ev gotin hisreta pişavtinê nîşan dide.
Guhartina xalên Zagona Bingehîn û ravêja (eda, tavir) BDPê:
Di parlamenê da seba guhaztina 29 xalên zagona bingehî ez ravêja (tewrê) BDP ne ravêjek rast û azad dibîn im. AKP pêşnîyarên xwe bir ji berpirsîyarên BDP ra diyarkir û di vî warî da xwest berpirsîyarên BDP’ê jî (wê demê BDP nehatibû damezirandin û di cîyê BDP da DTP hebû) ramanên xwe dîyar bikin.
Berpirsiyarên BDP(DTP) ramanên xwe diyar kirin û xwestin hebûna Kurdan bi van xalên tên guhartin bê qebûlkirin û azadîyek firetir û geştir bê pêkanîn. Bi rastî xwestina her Kurdê welatparêz ev e ku zagona bingehî nû bê nivisandin û vê zagona bingehî a nû da hebûna Kurdan û wekhevî bê qebûlkirin.
Ev daxwaz, daxwazîya tim Kurd û azadîxwaza ye. Kesên ku dikarin parîkî fikir bikin û ji vê demê hayîdar in qenc dizanin ku pêkanîna vê daxwazîyê hêsa nîne. Dem lazim e, wext lazim e, sebir lazim e, sîyasetek beraqilî lazim e.
AKP van ramanên BDP’ê nedan ber çavan û xwest in guhartinên wan hazirkiribûn werin qebûlkirin. BDP got “Madem win daxwazên min nadin bir çavan ez jî alîkarîya van xalan nakim.”.
Di nav xalên ku AKP dixwest biguhêre û di parlamenê da bide derbazkirin xala zorkirina qedexekirina partîyan jî hebû. Ramana (fikra) ku BDP jê dihat her tim dewletê dixwest qedexe bike û partîyên ku di rêya vê ramanê da dihatin damezirandin piştî demek kin ji alîyê dewletê va dihatin qedexekirin. HEP, DEP, HADEP, DTP li du hev hatibûn qedexekirin.
BDP di piştî qedexekirina DTPê da hatibû damezirandin. Berî demek kin DTP ku dîya BDP bû û BDP jê hat damezirandin, hatibû qedexekirin. Ev xala zagona bingehî a faşîst wek şûrek li ser serê BDPê aliqandîbû. Turk dibêjin “Demoklesîn kılıcı gibi” yanî wek şûrê Demoqles li ser serê BDPê sekinî bû.
Tiştek herî balkêş e ku BDP xwe da aliyê MHP û CHP û di guhartina xalên zagona bingehîn de neket dengdanan. Tiştek herî balkeş û ecêbtir heye ku BDP di dengdana xala ku qedexekirina partiyan dijwar dikir de jî wek CHP û MHP, deng neda û werîs û sêguliyê dardakirina xwe bi destê xwe amade kir.
Her dem dewleta Turk dikar e BDP wek partîyên pêşîya BDP qedexe bike. Belê wisa xûyaye ku BDP jî dijwarkirin û zorkirina qedexekirina partîyan dixwaze hêsa be û BDP bi hêsayî bê qedexekirin. Halkî BDP dengên xwe bida xala dijwarkirin û zorkirina qedexekirina partîyan ev xal ji paketê dernediket derva û BDP jî hêsa ne dihat qedexekirin.
BDP di vira da hate ser xeta MHP ku ez vê xetê layiqê BDP nabînim. Ji BDP ra ne layik û babete were ser xeta MHP. Çima MHP dijî guhartina xalên zagona bingehi derdiket?. Meriv li ser seba dijîderketina guhartina xalên zagona faşîst fikirbike, meriv dikare hêsa bêje ku MHP dijî azadî û demoqrasîyê ye û ji bo zagona faşîst e.
MHP dibêje ku guhartina xalên zagona bingehîn gavek ji gavavêtina AKP ye ku dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bike. Ev bi serê xwe ji meriv ra nîşan dide ku kesên azadîxwaz û demoqrat mecbûrin dijî MHP derkevin û bi MHP ra neyîn ser xetek. Belê ji me Kurdan ra ez gelek tiştek xirab û balkêş dibînim ku BDP di guhartina 29 xalên zagona bingehî hatîye ser xeta MHP..
Di 12 Êlûnê da di dapirsîya guhartina zagona bingehî da mane 26 xal. Di 12 Êlûna îsal da 26 xalên zagona bingehî ku ji alîyê parlamenê va hatin qebûlkirin tê ji gel dapisrsî bê kirin.
Di nav van xalan da xalên ku azadî dide jin û zarokan, heqê lihevhatinê dide sendîqa memûran, sivîlan dernaxe dadgeha eskarî, eskeran jî di dadgeha sivîlda danêrdikin, hîmê dadgeha zagona bingehî û hîmê Lejneya Bilind a Dadwer û Dawakaran dihejîne, generalên ku derbe kirine, derdixe himberî dadgehê û gelek xalên ku azadî tîne hene.
Ev jî kunek di zagona bingehî a faşîst û şovenîst da vedike. Ev tişt zagona bingehi a faşîst kun dike û diderizîne. Belê werin li hal û karê BDP şaş nebin. BDP bangî hevalbendên xwe dike ku neçin ser sandoqan û di dapirsîyê da dengên xwe nedin.
Dîsa li vira jî BDP tê ser xeta MHP û bi MHP ra di xetek da disekin e.. MHP di dapirsîya ji bo guhartina 26 xalên zagona bingehî MHP dibêje “Em Turkîyayê nadin perçekirin. Emê di ji guhartina van xalan derkevin û di dapirsîyê da bêjin (na).” BDP jî dibêje bila gelê Kurd neçe ser sandoqan û vê dapirsîyê boyqot bikin. MHP bawer dike ku guhartina zagona bingehî Turkîyayê dide perçekirin.
Bi gotina MHP bi vê guhartinê hukûmet dixwaze xwe nezî PKK bike. BDP ji di vê bawerîyê da ye ku guhartina zagonê zerar û dijwarî dide Kurdan. Tu mafê Kurdan bi van guhartinan çênabe û banga boyqotê dike.
Pêwîst e kesek Kurd bi daxwaza BDP neke û herkes here ser sandoqê û ji guhartina zagona binhehî re bi dengek bilind û bê tirs bêje “erê”, pêwîst e her Kurdek ji guhartina 26 xalan ra bêje “erê” ji bo ku ev xalên nû zagona bingehîn a faşîst diderizîne, kun dike û fersendê dide ku di rojên pêşiya me de zagonek bingehîn a nû were çêkirin û wekheviyek diyarî gelên Tirkiyeyê bike.
Ez ramana CHP, edayê MHP û BDP jî xelet dibînin. Bi van guhartinan Tirkiye parçe nabe, qenctir azadî dikeve welat, hindik be jî welat ji zagonek bingehîn a faşîst ber xilasiyê ve diçe.
CHP di propagandaya xwe de qet fesla azadiya gelan nake, ji bo însanan fesla demokrasiyê nake. Kemal Kiliçdaroglu li kû devê xwe vedike fesla aborî, feqîrî û bêkariyê dike. Ji bo CHP azadiya gelan ne girîng e.
Çawa hebe xwîna qirrkirina gelê Kurd di serê 6 tîrên (altı ok) CHPê de hişk bûye. MHP partiyek ne dostê Kurdan e. Belê daxwaziya BDP çiye famkirin ne hêsa ye, famkirin zor dijwar e.
Têbinî: Ji ber sedemên teknîkî ku redaksiyona me nedikarî nivîsarên birêz Ozdemîr vebike, weşandina nivîsên Mamoste Ozdemîr heya niha her dem dereng diket. Xeta û kêmasî ya me redaksiyona beşa Kurdî bû. Em ji birêz Ozdemîr û xwendevanên wî lêborina xwe dixwazin. Nasname.



Yorumlar (0 gönderildi):
Yorum yaz