Nasname Ozgur Bireyler Toplulugu: Di jiyana gelan de girîngî û perwedeya ziman (2) Di jiyana gelan de girîngî û perwedeya ziman (2) ================================================================================ Kazım - Özdemir on 07 Jul, 2010 08:12:00 Di Jiyana Gelan de Girîngî û Perwedeya Ziman (2) Giringiya zimanê dayîkê û ziman paqijkirin, xwerûkirin Temamiya dewlet û gelên cîhanê giringiya ziman qenc dizanin. Lewra hevçend mesrefan dikin, dibistan û zaningehan vedikin, mamosteyan perwerde dikin û di vê rêyê da ne bi hesab peran xerc dikin. Zimanzan û welatparêzê hêja Mîr Celadet Alî Bedirxan giringîya zimanê dayîkê wiha eşkere dike, dibêje: „ Miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi du qewetan û çekan dikarin biparêz in. Yek ol û ê din jî ziman e. Lê heke ku ola miletê serdest û miletê bindest yek be, hingê çek dimîne yek bitenê û ew çekê bitenê jî zimanê dayîkê ye. „ Zimanê dayîkê ezîtiya merivan tîne meydanê û hevîrê şexsîyet, qerekter, hiş, hay (şiûr), edep û çandê ye. hayek mezin dide merivan, merivan hayedar dike û tim hal û hereketên di nav civakê da dike nav tendurustîyê. Ziman hiskirina evîndarî(eşq), hest(hîs), raman (fikir) û merheza insanî û mirovatîyê ye. Aletê armanca hevrabûnê, xweşîyê, şîn û şayîyê ye. Zimanê dayîkê di be aletê famkirina çandê, geşkirina hevhatinê, pêşvaçona jîyana merivan, yekîtîya civakê û sazkirina neteweyî. Xisûsîyêtên netewî û civakîyê bi zimanê dayîkê tên biriqandin û xemilandin. Jibo azadîya gelên bindest ziman cîyek gelek girîng digir e. Zîman, zadê dema berê û tovê dema pêşeroja gela ye. Yekîtîya gelemperî, neteweyî, şirîkatîya têgihandin û dîtinîyê bi axftin û pêşvebirina zimanê dayîkê tê bi cîkirin. Ziman nasname ye û herkes bi zimanê dayîka xwe tê naskirin. Her gel (millet) li ser zimanê dayîkê bi girîngî sekinî ye. Gelên ku xwedî dewlet in, dewleta wan zimanê wan di parêz e û ji bo firekirin û pêşveçona zimên bê hisab peran xerc dike, di her fersend û warî da ziman ji gel ra amade dike. Zana, ronakbîr, pêşverû, zanyar, pispor û feylozofên gel li ser pêşvecûn, zelal û xwerûkirina ziman disekinin, rûmet û qîmet didin zimanê xwe. Ziman bi pêş va dibin û di nav gelê xwe de bi rûmet dikin, bi evindarî(eşq) û can bi gelê xwe şîrîn dikin. Gel ango milet ji zimanê dayîka xwe hezdike, dizivir e serkanîyên zimanê xwe û ne ava kanîyên gemar, ava kanîyên zimanê dayîka xwe bikartîn e. Ava xweş a paqij, cemidî û zelal... Yanî zimanê dayîkê bi serê xwe cewherekê hebûna miletan e. Di dîrokê de tim gelên azad û xwedî dewlet berî her tiştî gelek qimet dane ziman û bi awakî gewre û dewlemendî xwedî li zimanê xwe derketin e... Di dîrokê de, cara yekem Cîceron dîtina zivirandina serkanîyên zimanê dayîkê avêtî ye ortê. Cîceron, di nava zimanê Latînî de têgihîştinên yewnanî avêtî ye û di cîyê wanan da têgihîştînên ji kokê zimanê Latînî kirî ye cîyê wan. Li Evropayê piştî nû kirinê (ronensasê) rêzanê zivirandina şopa zimanê dayîkê Dante ye. Destpêka şopa zivirandina xwerûkirina zimanê dayîkê bi Luther destpêkirî ye û hereketê yekem Incîl bi zimanê Almanî hatîye guhartin. Di demekî kin da ev şop li temamîya Almanya hatîye firekirin. Di pêşîyê de Wolf û di dû de pispor, ronakbîr û zanyarên Alman vê şopê meşandin e û firetir kirin e, xwestin e zimanê Almanî ji peyvên bîyanî paqij bikin û di vê rê de xebatek giranbiha pêk anîne. Di rojhilatê de paqijkirina peyvên bîyanî ji zimanê dayîkê Şairê Îran Firdewsî rêzanî û rêberî kirî ye. Şahname ji 30 hezar beytan tîne holê û peyvên farisîya kevin ên ku hatibûn jibîrkirin di Şahnamê da bikar tîne. Pêwiste ku di nav zimanê dayîkê de peyvên bîyanî neyêne bi cîkirin. Ji peyvên bîyanî paqijkirina zimanê dayîkê wezîfeyek gelerî ye. Şopên neteveperwerîya (milîyetçîtî) gelerî a ku rêya azadkirina gelan ji bin zordarîyê vekirî ye bi paqişkirina zimanê dayîke va hatine avêt in. Pêwiste her gel zimanê xwe ji peyvên bîyanî paqij bike û ji bin tesîr û bandora zimanê biyanî derîn e. Insan, peyvên di zimanekî de fêr dibe û di ihtîyacîyên wê çandê de kîjan raman û fikir hene têdigihîje. Insan bi fêrbûna peyvan girîngîya raman û fikran famdike û li wê gorîyê fikir û ramanên nû pêktîne. Ji Feylozof Konfîçyûs pirskirine: -Ger tu qiral bûwaî teyê karê yekem çi bikir. Konfîçyûs vê bersivê dide: -Ger ez qiral bûma, minê karê yekem ziman rast bikir. Kesên di çivatê de dimînin şaş û dibêjin: -Me tiştek fam nekir. Konfîçyûs wiha bersiv dide: -Dema ku qusûr di ziman da hebe, têgihîştana peyvokan nayên famkirin. Dema têgihîştina peyvokan neyên famkirin pêkanîna şixul, xebat, kar û bar bi tenduristî nayên pêk anîn. Dema kar û bar, şixul û xebat bi tenduristî neyên pêk anîn, çand, anjî kultir xira dibe, anarşî derdikeve, xelk nizane wê çi bike, gêj, şaş û faş dibe. Ezîtîya xwe winda dike, dibe kole. Ji bo vê yekê ye ku tu xebat, tu tiştek wek ziman û rastkirina ziman girîng nabe. Ziman, hevhatin û geşbûnîya merivan pêk tine. Jiyana merivan bi hevhatinê geş dibe. Hevhatin jî bi zimanê dayîkê tê pêkanîn. Zimanê dayîkê ezîtîya merivan tîne meydanê û hevîrê kesayet(şexsîyet), xase-rewist-(qerekter), hay(şiûr), edeb û çandê ye. Hayek(şiûrek) mezin dide merivan û tim hal û hereketên di nav jiyana civakê da dike nav tenduristîyê. Ziman hiskirina, eîndarî(eşk), his, raman (fikir) û merheza insanî û mirovatîyê ye. Aletê armanca hevrabûnê, xweşîye,şîn û şayiyê ye. Perwerdeya zimanê dayîkê: Perwerdîya zarok û ciwanan bi zimanê dayîka wan tê amadakirin. Zimanê dayîkê serkanîya baxçê hebûna insan e. Ger ev serkanî bê ziwakirin, ezîtî û hebûna gelan jî tê windakirin. Ev tiştê kû ji hebûna gelan ra hevçend girînge bi tiştekî dikare xwe bi domîne. Ev tişt jî perwerde ye. Serkanîya çandê ziman e, herwiha em dikarin bêjin ku serkanîya baxçê ziman jî perwerdeyîya ziman e. Perwerdeyî yekitiya gelan bi kar tîne û bi pêş va dibe. Hevhatin û geşbûna civakê, xusûsîyetên gelemperî û xemilandina netewetîyê, bi perwerdeyek rast, zexim û fire derdikeve hole û jiyana civakî dibiriqîne. Bi rastî perwerdîya ziman di malê de dest pê dike û di her warê civakê de didomîne. Gotinek di nav Kurdan da heye, dibêjin “Mal dibistan e”. Perwerdîya ziman di nav malbatê da ji dibistanê jî girîngtir e. Em nikarin perwedîya di dibistanan da jî bavêjin alîyek. Malbat û dibistan di warê fêrbûna ziman da hev temam dikin û zimanek zelal didine pêk anîn. Perwedîya ku di dibistanan da tê amadekirin, dikare hevrebûnek di zimanê gelan da pêk bîne û gelan bi zimanê wan va bi pêş va bibe û jiyanê bi neqişîn e, pir xweş bike, rastî, tendirustî bike nava civakê û dikare gelan bi paş va jî bibe, jiyana civakê, teklihev û xirab bike, wan ji orte rake. Li her alîyê cîhanê dewletên gelên serdest gelek qenc dizanin ku ji hole rakirina zimanê gelê bindest, ji meydanê rakirina gelê bindest e. Sedem vê yekê perwerdeyîya zimanê gelê bindest di her warî da ditefînin, zimanê gelê bindest qedexe dikin, serdestîya ziman û çanda xwe bi cî dikin û herwiha gelê bindest dipişifînin (asîmîle) dikin. Di vî warî de Makyavel ji bo windakirina gelên ku welatê wan ji alîyê dewletê va hatîye zeftkirin, pirr şîretan li dewletê kirî ye. Di van şîretan da cîyek firre daye windakirina ziman ku em jê ra helandin, asîmîlasyon dibêjin. Hinek ji van şîretan evin: Makyavel, ji dewletê re gotî ye, ger dewlet bixwaze gelek (miletek) ji ortê rake, divê berî her tiştî zimanê wi gelî pê bide jibîrkirin. Bi qanûn ziman qedexe bike, di vî warî da dest bavêje her rê û bendî ku bikaribe pêşîya berdewama ziman bide girtin. Heker nikaribe bi ser bikeve, wê deme dikare bi rêya qencî û xapandine gel ji zimanê wi bide dûrkirin. Gel(Milet) bi zorê surgûn bike an jî gel bi dilê gel, belê bê hay û gumana gel wî ji welatê wî, bi dilê wî bide derxistin. Mînak; wek van salên dawî ku Kurd bi dilê xwe welatê xwe terk dikin, diçin metropolên Tirkîyayê an jî dewletên Ewropayê, lê nizanin ku welatê xwe vala dikin û xizmetê ji dijmin ra dikin. Makyawel gotî ye ku dewlet ji gelê serdest kesan bîne di nav gelê bindest da bi cî û war bike û di vî cî û warî de ji kesên gelê serdest ra çare û imkanên pirr qenc amade bike û belê ji bo bi peşveçûna aborî, civakî û çandîya gelê bindest ra tu tiştek neke û imkanên ku hene jî bide birrîn. (Minak, wek Bismil û hawîdorê Dîyarbekir ku maciran ji Bulgaryayê, ji Afganistanê anî li wir bi cî û war kir. Gundên macir û ên Kudên bi cî, wek tav û sî ye, ronahî û tarîyê ji hev cuda ne). Dema dewlet vê sîyasetê bide ajotin, tê gelê bindest bimîne bê çare, erd û axê xwe bifroşe gele serdest û ji welatê xwe bê zordestî koçber bibe, welatê xwe ji gelê serdest re berde. Heke hin kes dîsa di welatê xwe de bimînin, pêwiste dewlet wan bi her awayên din, an jî bi zorê ji welatê wan koçber bike. (Mînak; wek GAP ku çewa bendên avê çêkirin ku gund di bin avê da dimînin û gundî koçber dibin). Makyavel, di vî warî de pirr tiştên din jî gotî ye û şîretên din jî, li dewetê kirî ye, belê ez bawerim ev gotinên jorîn ji herkesên ku xwe rewşenbîr û bi aqil dihesibînin ra besin... Belê dewletên kolonyalîst ji Makyawel jî borandin e. Dewleta Tirk bi her awayî, di vî warî de ji bo pişifandina gelê Kurd çî ji dest bê dike. Ji xeynî zorî û zordestî, ji xeynî qanûn derxistin, emir û fermanan gelek tiştên din bi zanebûn dike, di her warî de Makyavelîzmê pêk tîne. Ji bo pişaftina Kurdan bi zanebûn modern makyavelizmê bi şeklên nû pêk tîne ku piranîya Kurdan ji van kiryaran qed hayîdar nabin û bixwe nahisin, bi dil û can ji bo pişifandina xwe hewl didin. Dewleta Tirk dixwaze bikev e Yekîtîya Ewropî û ji bo Ewropîyan bixapîne hin zagonan derxist û li gorîya xwe ji xwe va zimanê Kurdî serbest kir. Ji bo ku Kurdan ji hev cûda bike, zaravayên Kurmancî û Kirmanckî mîna du zimanên ji hev cûda da nîşandan. Di destpêkê da rojên Çarşem û Îna, di kanalê televizyona dewletê de her yekê nîvdemjimar, bi temamî heftîyê demjmarek bi van du zaravan program meşand. Her wek Kurd gelek dewlemendin û derdê wanê herî mezin li cîyê turizmê seyrankirin be, naskirina jîyanê bajarên kevin e, xerab e û dîroka bajarên kevin ku niha bune kavil nîşanê temaşevanên Kurd dida. Ji aliyê din ve di nav xwe de nedihişt dengek ji bo heqê zimanê Kurdî derketa. Dengê ku derdiketa dida birîn bi qirika xwedîyê vî dengî digirt û wî difetisand. Minak wê demê Egitim-Senê ku di dibistanan da ji zarokên Kurdan ra xwestina heqê zimanê dayîkê kir û ji alîyê dadgeha bilind va Eğitim Sen hat qedexekirin. Dewletê ewil xwe bi vî awayî ceriband. Nêrî ku di telewizyonê da weşandina zimanê Kurdî jê ra karek derdix e, vêca TRT şeş vekir. Ji alîyê din va em nikarin inkar bikin ku feyda TRT şeş ji Kurdan ra tune. Helbet feydeyek gelek qenc ji me ra jî he ye. Em dikar in li ser zerar û feyda TRT Şeş di nivîsek din qal bikin. Me kesên Kurd ku xwe zanyar di nirixand di her fersendê da digot bila dewlet di radyo û televizyonan da zimanê Kurdî serbest bike. Dewletê di televizyona xwe de zimanê Kurdî serbest kir, belê hinek kes niha rabûn e dibêjin TRT6 temaşe nekin. Bi rastî aqil û mentiqên van kesan fam nakim. Dibêjin TRT6 proponxanda dewletê dike. Kurd bi sedan qenalên televizyonên Tirk temaşe dikin. Ev kesên şaş nabêjin van qenalan temaşe nekin. Kurd qenalên faşîst temaşe dikin. Kes ji wan re dengê xwe dernax e. Belê dema TRT6 ku bi zimanê Kurdî ye, ev kesên ku dema borî digotin bila dewlet zimanê me di radyo û televizyonan da serbest bike niha dibêjin bila Kurd temaşe û guhdariya zimanê xwe di TRT6 de nekin, bila temaşe û guhdariya radyo û televîzyonên Tirk bikin. Gelek Kurdên me jî bi xeberê van aqilmendên (!) xwenenas û nezanên ku nizanin çî daxwaz in dikin. Kazim Özdemir (Epözdemir)