Nasname Ozgur Bireyler Toplulugu: Di jiyana gelan de giringî û perwerdeya ziman - 1 Di jiyana gelan de giringî û perwerdeya ziman - 1 ================================================================================ Kazım - Özdemir on 09 Jun, 2010 06:50:00 Hin merc û şert hene ku xerca hebûna gelan in. Gel bi van tiştan tên holê û hebûna xwe didomînin. Em li vir dikarin çend mînakan (mistiran, nimûneyan) ji wan tiştên ku hebûna gelan tînin hole bidin. Welat, çand (kûltûr), al, sirûda (marşa) neteweyî, cejnên neteweyî û ên din... Gelek cewherên (elementên) çandê (kûltûrê) hene. Ji ziman heta cil û libas, (helbest, edebiyat, bacî-kilam û dilok, metelok, dîlan û govend, wêne, mîmarî, hal û hereket, xwarin û vexwarin, irf, edet, ol û ên din...) cewherên çandê ne. Ji bo insan bikaribin bi hev re ragihên, sîstema dengê ku bi kartînin re ziman tê gotin. Di jiyana xwe ya rojevî de her dem em rastî hinek işaretan didin û van işaretan dibinîn an jî dibihîzin. Mînak: Dema em derdikevin derve dibînin ku dinya ewr e û em famdikin ku tê baran bibare. Em dibînin ku dar û ber dihejin, em dizanin ku ba tê. Em li ber lampeyên trafîkê li goriya rengên kesk, sor û zer hereket dikin. Dema lambeya kesk dibe, em derbazî aliyê din dibin. Dema hekemê top lîstikê li fîtika xwe dixe lîstikvan disekinin û dizanin ku lîstik hat sekinandin. Dema yek bangê me dike û dibêje bisekine, em disekinin. Ji me navnîşanek pirs dike, em jê re bi zimanek rêzanî, navnîşanê salix didin, an jî dibêjin ku em jî vê navnîşanê nas nakin. Her du mînakên ewil nikarin mirovan bi hev bidin ragîhandin. Mirov bi hinek işaretan dikarin ji hev fahm bikin, belê nikarin ragihandinê pêk bînin. Ajal (heywan) jî, hinek dengan derdixin û bi van dengan ji hev fahm dikin. Kew an mirîşk hin deng dertêxin, çêlikên wan dizanin taloke heye, xwe diparêzin, ji talokeyê vedişêrin. Ku em bi kurtî bêjin zimanê heywanan jî heye. Bi hinek deng û işaretan ajal ji hev fam dikin. Belê insan nikarin bi tenê, bi dengên bêmane û işaretan, jiyana xwe bi pêş ve bibin. Ziman, bi rastî temamiya pêyvên ku heyok (nesne), lêker, pêkhatin û hîsan işaret dikin e. Gelekî zimanzan, pispor, û zanyaran (alim) salixa (tarîf) ziman kirine. Gelek kes dibêjin ku mirov ajalekê bi ziman e û dikare bipeyîve. Belkî heywan jî di nav hev de bihev re dipeyîvin û em ji zimanê wan fam nakin. Belê ev tişt aşkere ye ku zimanê heywanan, ji hinek işaretan tê holê û nikare jiyana heywanan biguhurîne. Belê insan bi ziman dikarin jiyana xwe biguhurînin û bi pêş ve bibin. Em dikarin bêjin ku ziman di nav însan de aletê hevfêrkirin, pêşvebirin û jiyanguhartinê ye. Berî bi hezaran salan zimanê heywanan aletê ji hev re îşaretdanê bû û îro jî bê guhartin eynî tişt e. Dema talûkeyek hebû berî bi hezaran salan çûkek dengê eynî işaretî, kûçikek eynî deng û marek jî eynî deng dertêxist. Îro jî eynî deng dertêxin û bi vî dengî ji hev fam dikin. Berî bi hezaran salan çûkek hêlîna xwe çawa çêdikir îro jî dîsa wisa çêdike û tu guhartinek nekiriye. Belê zimanê insanan aletek wisa ye ku her gav, her demjimar û her roj insanan diguhurîne, bi pêş ve dibe. Beri bi hezaran sal insan tazî bû, bi nêçîrê jiyana xwe berdewam dikir, di şikeftan da xwe ji berf, baran, serma û talûkeyan diparast. Îro bi saya zimanê xwe însan hatiye qonaxek wisa ku nayê salixdan. Di apartmanan de, di nav lawandinek (konforek) mezin û fireh de, bi her meferî (imkan) û hebûnê jiyana xwe didomîne û her dem guhartinên ji hev mezintir çêdike. Cîhan jê re teng bûye li dinyayên dî digere, diçe Heyvê, Marsê û stêran. Ziman, îfadeya jiyana civakî û komelayetiyê (sosyalê) ye. Ziman lihevhatin, bi-hev-re-dan-û-standin, bi-hev-re-zanayî û diltepîn-guhartin, dîrok-naskirin û çand-(kultur)-belavkirin e. Bi rastî ji bo însanan zimên, xwe-afirandin (xuliqandin), xwe-nasîn e. Bi saya zimên mirov dikare xwe û hawîdorê xwe nas bike, xwe nû bike, bi xemilîne. Zimanê ajalan jî heye, bele ev xwedî xusûsiyetên ku me li jor aşkere kir nîne. Ji bo vê yekê ye ku ajal nikarin xwe nû bikin, jiyana xwe bi pêş ve bibin. Ziman serkaniya çandê ye. Ger em çandê wek baxçeyek binirxînin, çawa tê zanîn baxçe bi fêkî, zerzewat, gul û kulîlkan dixemile, di kemile, her texlîd û celeb fêkî, zerzewat, gul û kulilk di baxçe de hene. Ji bo ev fêkî, zerzewat, gul û kulîlkên baxçeyê dewlemend bibin, ji baxçe re av lazim e. Ger ava baxçe zuwa bibe û baxçe bimîne bêav, bê şik fêkî û zerzewatên baxçe hişk bibin baxçe, ji baxçetiyê derkeve û bibe erdek bê zerzewat, fêkî, kulîlk û gul. Ava fêkî, zerzewat, gul û kulîlkên baxçeyê çandê jî, zimanê dayîkê ye... Dema baxçe bêav biminîne çawa fêkî, zerzewat, gul û kulîlkên darên fêkî û zerzewatên baxçe hişk dibin û baxçe dimîne erdek hişk û rût, her wisa çand jî bê ziman bimine baxçeyê çandê hişk dibe, çand ji ortê radibe. Bi orterakirina çandê ve jî gel asîmile dibe, dipişive, ezîtî û gewşîniya (xisûsiyeta) gel namîne, gel dibê koleyê kes û gelên din. Gewşîniyen (xisûsiyetên, teybetên) gel dibin teybetên (xisûsiyetên) zimanê nû û gel winda dibe, gelîtî ji ortê radibe. Em dikarin bêjin ku ziman ne serkaniya baxçeyê çandê bi tenê ye, her wiha serkaniya hebûna gelan e (miletan) jî. Zimanê dayîkê gewşîniyên (xisûsiyêtên) îşaretên -her zimanekî li goriya zimanên din - cûda cûda ne. Di her zimanî de her tiştek nav lê hatiye danîn û ev navdan bi xisûsiyeta wî zimanî çêbûye. Ev xisûsiyet zimanê dayîkê tînin hole û zimanê dayîkê jiyan, dîrok, çand, hemî merc û taybetiyên (xisûsûyetên) civakî aşkere dike. Zimanê ku di nav famîleyê û di nav civaka xwediyê eynî çand, dîrok û jiyana komeleyetî (sosyalî) de tê peyvandin jêra zimanê dayîkê tê gotin. Hin kes ji zimanê dayîkê re dibêjin zimanê zikmakî. Ez vê bêjeyê xelet dibînim. Zimanê zikmakî ev e ku meriv di zikê dayîka xwe de fêr dibe. Dema zarok dixuliqe di zikê dayîka xwe da 9 mehan dimîne û dengan dibihîze. Belê bihîstina van dengan fam nake û nikare bipeyîve. Piştî zarok ji dayîka xwe dibe û dikeve nava jiyanê hin dengan derdixe ku kesek ji bilî dengê girînê pê de tiştek ji van dengan nikare fêr bike. Zarok di nav jiyanê de bi ceribandinên xwe ziman fêr dibe û kesên din êdî jê fam dikin. Yanî bi kurtî zarok ziman ji hawîdorê xwe, berî herkesî û her tiştî ji dayîka xwe fêrî peyvên bi manedar dibe û van peyvan diemilîne. Ji vî qasî meriv nikare bêje zimanê zikmakî. Ez bawer im ji bilî hinek Kurdan bêtir kes ji zimanê dayîkê re nabêje zimanê zikmakî (Alman dibêjin Muttersprache = zimanê dayîkê, Tirk dibêjin anadil = zimanê dayîkê). Zimanê dayîkê çi ye? Zimanê dayîkê bi kurtî ew ziman e ku însan bi hatina xwe ya cîhanê û pê de ji dayîka xwe, ji malbat û famîleya xwe, ji hawîdorê xwe ji jiyana xwe fêr dibe. Zimanê biyanî jî, ew zimanê ku ne zimanê dayîkê ye û insan piştî fêrbûna zimanê dayîkê fêr dibe. Belkî hin kes bêjin, hinek zarok hene ku di eynî demê da fêrî du, an sê zimanan dibin û bi van zimanan mezin dibin. Gelo ev du an jî sê ziman tev bi hev re zimanê dayîkê ne?. Me çar zarokan mezin kir. Sê zarokên me di eynî demê da bi du zimanan mezin bûn. Zarokê herî piçûk ji bi sê zimanan. Neviyeka me heye bi saliya, bi sê zimanan (Kurdî, Tirkî û Almanî) peyivî. Niha neviyek me heye salek û deh mehî ye. Diya wî qenc bi Kurdî nizane. Bi diya xwe re bi Tirkî, bi bavê xwe, apên xwe, jinapên xwe û bi me re bi Kurdî, bi Almanan re jî bi Almanî dipeyîve. Niha li vira zimanê dayîkê jê re kîjan e. Helbet kî gelek peyvên zêde bi Kurdî fêrbûye û bi Kurdî qenctir fam dike. Zimanê ku ji dayîka xwe jî fêr dibe, zimanê Tirkî ye. Ji bo neviya me ku niha şeş salî ye û her du birayên wê û herçar zarokên me ku niha zewicîne, zimanê dayîkê Kurdî ye û ji bo kurapê wê ku niha hê ne du salî ye zimanê dayîkê Tirkî ye, çimkî ji dayika xwe Tirkî fêr dibe. Dema parîkî mezin bibe belkî jê re zimanê dayikê bibe Kudî. Çimkî di nêv malbatê de ji bili diya wî herkes bi Kurdî dipeyîve. Her çar zarokên me ku niha zewicîne her çiqas zimanê Almanî ji zimanên Kurdî, Tirkî, Îngîlîzî û Fransî qenctir bizanibin jî, dîsa Kurdî ji bo wan zimanê dayîkê ye. Çimkî ji malbata xwe, ji dayîka xwe zimanê Kurdî fêr bûne û di nav malbata xwe de bi Kurdî dipeyîvin. Di welatê bîyaniyan de şert û mercên jiyana dor zimanê dayîkê bi ser zimanê din bikeve. Jîyana sosyalî û civakî ku di navê de jiyana xwe didomînin zimanê Almanî hakim e û wanan jî vî zimanî qenctir fêr bûne. Lê bêlê di nav malbata xwe de her tim bi Kurdî dipeyîvin. Eyaleta Sachsen a Jêrî (Niedersachsen) ji bo di dibistanan da dersdana zimanê dayîkê, di sala 1984an da zagonek (qanûnek) deranî û di vê zagonê da zimanê dayikê bi vî awayî hatibû salixdan: „ Di nav dewletên karker şandine Almanya, ew zimanê ku fermî hatiye qebûlkirin û di fermiyetê de tê peyvandin zimanê dayîkê ye." Ev salixdan, salixdanek ne ilmî ye û dijî beyana heqê mirovatî ye. Ev rê, rêyek ne rast e, politik e û polîtîkek sextekarî ye. Ev salixdan ji bo ziman ne salixdanek zanistî (ilmî) ye, salixdanek siyasî ye. Bi salan kesen pispor, zimanzan û sendîqa dijî vê nemirovatiyê derketin. Belê tu dengek ji kesekê zana, zimanzan û pisporên Tirkiyeyê derneket û gelek jî li xweşê wan hat, ji bo ku kesên vê zagonê derxistibûn, rêya dersa zimanê Kurdî girtibûn. Ev zagon di sala 1993an da ji aliyê koalîsyona partîya SPD û Keskan ve hat guhurandin û zimanê dayîkê bi vî awayî hat salixdan: „Zimanê dayîkê ew ziman e ku di nav malbatê de tê peyivandin." Rastî ji ev e. Kazim Özdemir(Epözdemir) (Dumayik heye)