Nasname Ozgur Bireyler Toplulugu: Ez nizanim ez ji kuderê (kê derê) me? Ez nizanim ez ji kuderê (kê derê) me? ================================================================================ Kazım - Özdemir on 17 May, 2010 12:59:00 Berî dest bi nivîsara xwe bikim dixwazim li vira çend peyvên ne bi nivîsarê va girêdayî bînim zimên: Bi bihna gulên baxçeyên Eyselê li devê çemê Amedê, bi bîhna nêrgizên qontaxa çiyayê Sîpanê Xelatê û deşta Cotreşo, bi bîhna sêvên sorên Xelatê, bi bîhna petêxên Elcewazê, bi bîhna qawunên Wanê, bi bîhna binevşên Botan û nav baxçeyên Minarê, bi bîhna soryask û loxîna çiyayê Mereto û zozanên Şerefdînê, bi bîhna kulîlk û çîçekên deşta Mûşê, bi baqek gul, nêrgiz, binevş û çîçekên kesk, sor û zer ku ji her hêlên Kurdistanê ve hatine civandin, ez xwendevanên bi rûmet, karkerên Nasnameyê û kesên hêja ku xêrhatin dane min, silav dikim, baqa van gul, nêrgiz, binevş û çîçekan diyarê we insanên hêja û bi qîmet û rûmet dikim, ji we re dibêjim ROJ BAŞ XWUŞK Û BIRANO!.. Ez nikarim bersiva du xwendevanên hêja ên Nasnameyê Muhtesim Kiliç û Muzaffer nedim. Piştî 40 salan şagirtê min ê jîr û zîrek Muhtesim Kiliç ê li dibistana Leylî a hêlê li Tîlê (Korkut Yatılı Bölge Okulu) silav dikim, çavê wî radimîsim ku ji bo hatina min a Nasnameyê ramanên xwe beyan kir.Hêvidar im heval û hogirên xwe jî bike xwendevanên Nasnameyê. Ji Kopê (Bulanık) Muzaffer silav dikim. Ez ne ji Kopê û Mûşê me. Ez ji Kurdistan im. Min bi salan bi rehmetiyên siyasetmedarên hêja Nafiz Kalelî û Yavûz Koçoğlu re ji bo azadiya Kurdistan xebat kir. Ciyê wan bihuşt be. Xwendevanên hêja, sala 1993 li Bakurê Kurdistan li ser gelê Kurd agir dibariya, leşker û polosan mecala bîhnsitandinê ne didan Kurdan. Li her alî qontrol hebûn. Navbera Tetwan û Sêrtê 120 km ye. Ji Tetwan heta Sêrtê 18 ciyên qontrola esker û polosan hebû. Di her qontrolî da çewa mirov ji dewletek here dewletek din û li sinor were qontrolkirin bû. Ez bi jîyanhevala xwe û lawê xwe yê biçûk ve ji Tetwanê ketim rê ku em werin Almanya. Li navbera Qapilcewz (Kozluk) û Mifarqînê (Silîvan) li ber pira Mala Badê qontrola leşkeran hebû. Gelek erebe û otobûs hatibûn sekinandin. Me jî sekinandin. Eskerek ji min re got: - Nasnameya xwe (nifus cizdan) derxe û deriyê ciyê firaqên xwe veke. Min xwest nasnameya xwe derxim. Esker ji min re got: - Tu ji kuder î (kêder î)? Berî ez nasnama xwe derxim min bersiva wî da: - Ez nizanim ez ji kêder im... Esker got belkî ez yariyên xwe pê dikim. Xwe aciz kir, bi dengek bilind û qehir: - Tu çewa nizanî, tu ji kêder î? Min bi dengek nerm û bi ken bersiv da: - Tu çima xwe diqehirînî esker axa? Bi rastî ez nizanim, ez ji kêder im. Esker, bang li serbazê xwe kir got: “Komutanim, ev mirov dibêje ez nizanim ez ji kêderim.” Serbaz hat cem min, parîkî bi şaşî, parîkî jî bi mereq nihêrî rûyê min û dîsa bi awayek mereq ji min pirisî got: - Esker rast dibêje?. Ma tu nizanî tu ji kêder î? Min ji serbazê (zabitê) esker ra got: - Belê komutan beg, esker rast dibêje. Ez nizanim, ez ji kêder im... Serbaz, gelektir mereq kir. Herwek mîna mirovên xwe şaş dike wisa şaş bû. Vê carê bi mereqek mezintir pirs kir: - Ma tu çewa nizanî? Ev tişt dibe? Çewa mirov nizanibe mirov ji kêder e? - Komutan beg, ez mêze dikim tu parîkî şaş mayî. Heker du deqîqe wextê te hebe, ez ji te re qise bikim. Paşê ji kerema xwe re ji min ra bêje ez ji kêder im. - Keremke qise bike. Ez guhdarê te me. Min ji serbaz ra got: - Ez li gundekî bajara Sêrtê ji dayîka xwe ra bû me. Hê qenc ji zaroktiyê neketibûm dema xortaniyê, ez ji gund derketim. Min ji alîkî ve dibistan xwend, ji aliyê din ve ji bo xwendina xwe pêk bînim mecbûr min kar kir, xebitîm ku ji bo dibistanxwendinê ji xwe re xerciyê derînim. Piştî min xwendina xwe kutand ez bûm karbidestê dewletê û di deriyê dewletê da kar kir. Ev bajar ê min, ev bajar ê te, diyar diyar neqil bûm. Lê belê ez ti car hevwelatiyê xas natim qebûlkirin û ez her tim hevwelatiyê sinifa duyemîn hatim nirxandin. Piştî demek ez çûm Almanya. Min got ew der Ewropa ye heqê merivan heye belkî ez li vir bibim merivê sinifa yekem. Mixabin li wir jî, ji min re gotin bîyanî. Biyanî were, biyanî here... Ez nihêrim feyde nake. Min got ez bibim hevwelatiyê Alman belkî wek merivan bêtim nirxandin. Ez bûm hevwelatiyê Alman. Yanî komutan beg niha hevwelatiya min cotik e. Him hevwelatê Tirkiye û him jî yê Alman im. Ev hevwelatiya min wek a ewil a yekem dîsa kar nekir. Ez dîsa mam merivê sinifa duyem, mam bîyanî.. Ez têm Tirkiyeyê win jî, ji min re dibêjin Almancî... Komutan beg ji kerema xwe re tu dikarî ji min re bêjî gelo ez ji kêderê me?... Min nasnama xwe hê nedabû esker û ji erebê peya nebibûm, deriyê firaqên xwe venekiri bû. Kumatan li eskerê xwe niherî û got: - Ev beg efendî heqlî ye kurê min. Li nasnameya wî nenêre. Di du da serbaz li min zivirî û got: - Ji te ra oxir be begefendî.. Min ji komutan ra got: - Komutan beg, te ji min re ne got ez ji kêder im. Ji kerema xwe ra bêje gelo ez ji kêder im? Komutan ji min re got: Oxir be begefendî, oxirbe.. Ez jî nizan im tu ji kêder î. Keremke here ji te ra oxirb e... Belê xwendevanên hêja komutan jî wek min nizaniya ez ji kêder im. Lê komutan jî wek min dizaniya ez kî me. Ez li ser welatê xwe ne hevwelatiyê xwe me û hevwelatiyek sinifa duyem im. Li Almanya jî ne hevwelatiyê xwe me. Ne hevwelatiyek xas im. Çewa li welatê xwe biyanî têm nirxandin, li Almanya jî biyanî têm nirxandin. Ez nizan im ez ji kêder im. Belê ez qenc dizan im ez kî me û xwediyê çî me xwendevanên hêja!. Ez KURD im û xwedî zimanê KURDÎ me. Zimanek xweş û şîrîn... Ez dikarim ji her tiştî dûr bikev im, ji welatê xwe, ji warê xwe, ji keç û kurên xwe, ji xwuşk û birayên xwe, ji xal û apên xwe, ji metik û xaltîkên xwe, ji dost û yarên xwe, ji heval û hogirên xwe, ji pismam û nasên xwe dûr bikev im. Belê ez nikar im ji eslê xwe ê Kurdîtî û ji zimanê xwe ê şîrîn xwe dûr bigrim û ji wan dûr bikevim. Koledar dikarin min ji her tiştên min biqetînin, belê nikarin min ji Kurdîtî û zimanê min biqetînin. Ez wisa bi Kurdîtiya xwe ve, bi zimanê xwe yê şîrîn ve zeliqî me ku kes nikare min ji wan biqetîne. Seba ku xizmet ji Kurdîtî û ji zimanê xwe re bikim ez li vira, li cem we bi Nasnameyê re me. Ez di Nasnameyê de, di xizmeta Kurdîtî û zimanê xwe, di xizmeta we de me. Ez hêvîdar im ku win jî bi zimanê xwe ve bi zeliqin û ji min re bibin alîkar ku em zimanê xwe ji bin nîrên koledaran azad bikin. Ez dizan im ku Kurdîxwend gelek hindik in. Hêvîdar im xwendevanên Kurdî zêde bibim ku em tev bi hev re xwe û zimanê xwe yê şîrîn bi pêş ve bibin. Ez ji we re dibêjim ROJ BAŞ, Ji zimanê me re dibêjim ROJ BAŞ, ji Nasnameyê ra dibijim ROJ BAŞ. ROJA ME DI RIYA ZIMANÊ ME DE RONAYÎ BE... Gulan 2010 ka-mi@hotmail.de Kazim Özdemir (Epözdemir)