Anasayfa | Yazarlar | Êlxan Penaber | Kurdistan û Germanistan, Pîvaz û Kartol - 3

Kurdistan û Germanistan, Pîvaz û Kartol - 3

Yazı boyutu Decrease font Enlarge font
image

"...Birêveberê berê yê bankaya neteweyî Thilo Sarrazin di pirtûka xwe ya bi navê "Almanya xwe hildiweşîne" de, hin rexneyên balkêş li Tirkan, misilmanan û bi giştî biyaniyên li Almanya dijîn, kir. Helbet mirov nikare mirovan bikategorî bike, morê bide dest xwe bêje "ev baş e, ev nebaş e". Ez wekî Tirkan û hinek me Kurdan Sarrazin şermezar nakim. Ew ne nîjadperestek, lê nezanek e. Bi sedeman re na, bi encaman re bilî bûye. Erê Tirk întegre nebûne, lê we çi kiriye? Erê rêxistinên Îslamî yên radîkal gefan li şarezayiya we dixwin, lê we çi kiriye? Bi rastî jî zû de ye mirovên mezin ji Almanyayê dernakevin. Ne tenê li Almanya, li rûyê cîhanê dernakevin. Mirovên mirov, qey ji nava me bar kirin, çûn..."

Berjewendiya Almanyayê di dostaniya Kurdan de heye

Heger em riyekê bibînin ku rasterast bi Almanan re bikevin danûstendinê, baweriya min ew e dê dostaniyeke gelek xurt derkeve holê.

Kurd amade ne întegre bibin. Kurd hûmanîst in. Di nava Kurdan de ti carî hêzên Îslamîst ên radîkal, ên li pey berjewendî û extirmeyan in, pêş neketine. 

Îslama Kurdan Quranî ye. Îslama rast e. Îslama Kurdan hûmanîst e, dadperwer e, li dijî şîdetê ye. Ne Îslama Mûawiye ya berjewendperest û dagirker e. Kurd misilmanên xas in, durist in. Wekî Seîdê Kurdî gotiye "tên xapandin lê ti carî xelkê naxapînin". Merd in, ji bo biratî û hevaltiyê can-malê xwe didin. Ruhê Kurdan de nîjadperestî nîne, herwiha bawermendiya me jî ne wekî Tirk-Îslama Tirkan, îdeolojîk û alîgir e.

Civaka Kurd rengareng e. Elewiyên me hene, Êzîdiyên, Xrîstiyanên, Cihûyên me hene. Ti carî di nava Kurdan de şerê ol û mezheban derneketiye. Kurdan şerê eşîran kirine lê bingeha wê jî ne ol e, berjewendî ye. Heger Osmanî û Eceman hin mîrtiyên Kurd bo berjewendiyên xwe bikaranibin jî ev ji taybetiyên desthilatbûna wê demê ye.

90 sal in Kurd bi dewletên Tirk, Ereb û Ecem re di şer de ne. Şer ji gelek aliyan ve ziyan daye me lê şerê azadiyê em ji neteweyên herêmê pêşverûtir kirine. Ji xwe ev ji taybetiyên mihalefetan e. Mihalîf ji serdestan, mazlûm ji zaliman pêşverûtir in. Kurd neteweyeke polîtîk, ji aliyê ramanê ve jî, pêşketî ye.

Dewleteke Kurdan nîne. Heger Kurd û Alman li hevûdu bihatan, germ biban, şansekê bidana hev dê Kurdan pereyên xwe li Almanya ramedan bikiran. Mixabin Kurd xwe bi emanetî dibînin li Almanya.

Ya rastî gelek berjewendiyên Almanyayê di dostaniya Kurdan de heye, lê lobiyên Tirk, Ereb, Ecem û siyasetmedarên Alman ên Tirkiyeyê wekî Antalya û Alanya dizanin (lewra diçin wan deran bo bêhnvedanê) nahêlin, rê nadin.

Mejiyê birêveber ê Almanyayê ne zîrek e, şablonîst, pêşdaraz û newêrek e

Almanya welateke wisa ye ku, pêşdaraziyên wan carnan vî welatî wêran jî dike. Li Almanyayê zîrekî, afirênderî, plûralî, globalî kêm desthilatdar e. Şablonên wan gelek xurt in. Bi reş-spî difikirin. Heger carekê serokwezîr an TVek gotibe "Kurd terorîst in", temam e. Ev şablon têra wan a 100 salî dike, dê bi viya nan bixwin. Kes dernakeve nabêje "gelo rast Kurd wisa ne?". Hikûmetên Alman wisa karê xwe dikin.

Rojevên Almanyayê nayên guhertin

We rojekê riya xwe şaş kir, çûn Almanyayê, bişopînin, zêrevanî bikin. Jiyaneke programkirî desteser e. Medya û çapemeniya wan bi giştî behsa van tiştan dikin:

- Bêkarî

- Tirk

- Întegrasyon

- Îslam

- Al Qaîda

Profesorên wan bi rojan, salan di TVan de behsa van tiştan dikin. Nikarin jê derbikevin, safî bikin. Tabûyên wan rê nade. Ne întegrasyonê dixwazin û dizanin, ne Îslamê nas dikin, ne xebera wan heye ka Al Qaîda çi ye.. Ji xwe re bi cinên nezaniya xwe re ketine cengê, li cîhaneke sîbernetîk diaxivin. Mixabin wisa ye.

Heger hûn bêjin "Ca bisekinin! Ma hûn nizanin, hûn berejorê çem avjenî (melevanî) dikin, werin hin nêrînên me jî hene, guhdarî bikin", kes naxwaze we bibîhîse. Ji bo wan hûn "terorîst, misilman, Tirk, biyanî" ne. Navê we derketiye carekê, hûn xwe bi heft ava Zemzemê bişon, fêde nake.

Riya herî hêsan, kurt û herwiha şaş û neheq ew e, mirov bi Almanan re paralel bijî, silavê nede wan. Tirkan wisa kirine, lê niha hişyar bûne, ji kêmasiyên xwe dersan dertînin.

Bi rastî jî têkilî bi mejiyê, mantalîteya Almanyayê re danîn, gelek dijwar e. Te îgnore dikin, davêjin bin bîreka kûr, ser we beton dikin. Ji bo wê ye Almanya bi qasî hêza xwe, di qada navneteweyî de cih nagire.

Ji ber wê ye dîplomasiya Almanyayê ya navneteweyî û medyaya wan di qada navnetweyî de ne ewçend biqîmet e. CNN bikeve cihekê bi awayekê ye, ZDF bikeve awayek. Balyozek Amerîka yan Brîtanyayê here welatek, ji wezîrek Alman bêhtir qîmetê dibîne. Lewra DYA, Brîtanya, Fransa ji qaşikên xwe derketine, bi dinyayê re di têkiliyan de ne. Hesabên biçûk nakin.

Ez çima Almanyayê bi van welatan re didim ber hev, lewra ev welatana li seranser cîhanê şeran lidardixin, tevlî karên welatan ên navxweyî dibin. Diviyabû li rûyê cîhanê dijminê van welatan zêdetir ba. Lê dostên wan ji yê Almanayê zêdetir e. Ev neheqî ye ku Almanan bi xwe bûne sebeb.

Almanya welateke aşitîxwaz e, dagirkerî û mêtingerî nekiriye û nake. Dîsa jî hezkiriyên wê ji yê DYA û Brîtanyayê kêmtir in. Min xwest balê bikişînim ser vê aliyê babetê.

Amerîka çi dike, Almanya çi dike

Almanya, Brîtanya cîhanê ji nû ve birêxistin dikin, welatan dîzayn dikin. Almanya hêj kêmkirina pereyê sosyalê gotûbêj dike.

Amerîka bo pêdiviyên aboriya xwe salê 50 hezar kedkaran dawet dike. Almanya mafê seyahatê yên penaberan gotûbêj dike. Bi hinekan bimîne, dê penaber bêhna xwe jî venegirin li Almanyayê.

Amerîka li Heyv û Marsê digere, Almanya hêj bi fermî naskirina dîploman gotûbêj dike.

Mirov dikare mînakan zêde bike. Bi rastî Almanya ne layiqê van tiştan e. Pirraniya siyasetmedarên wê bêkêr, bêeşkêl û nezan in. Medya û çapemeniya wan di bin IQek ku li Almanyayê nayê weşanê dikin. Siyaseta Alman û medya-çapemeniya wan, Almanyayê dirizînin, bêhêz dikin, sîmpatiya Almanyayê xirab dikin.

Sarrazin rast dibêje lê rastiyên xwe nabêje

Birêveberê berê yê bankaya neteweyî Thilo Sarrazin di pirtûka xwe ya bi navê "Almanya xwe hildiweşîne" de, hin rexneyên balkêş li Tirkan, misilmanan û bi giştî biyaniyên li Almanya dijîn, kir. Helbet mirov nikare mirovan kategorî bike, morê bide dest xwe bêje "ev baş e, ev nebaş e".

Ez wekî Tirkan û hinek me Kurdan Sarrazin şermezar nakim. Ew ne nîjadperestek, lê nezanek e. Bi sedeman re na, bi encaman re bilî bûye. Erê Tirk întegre nebûne, lê we çi kiriye? Erê rêxistinên Îslamî yên radîkal gefan li şarezayiya we dixwin, lê we çi kiriye?

Bi rastî jî zû de ye mirovên mezin ji Almanyayê dernakevin. Ne tenê li Almanya, li rûyê cîhanê dernakevin. Mirovên mirov qey ji nava me bar kirin, çûn.

Einsteinek, Marxek, Schillerek, Brechtek, Nietzscheyek dernakeve. Meydan ji Sarrazinan, Guttenbergan, rojnameya Bild, sosyalîstên paşverû û statûkoparêz, popûlîstan, RTLan re maye. Bi roj û şevê civaka Alman dixurifînin, nirxên wê erzan dikin, hildiweşînin.

Van popûlîstan, asotengan kûltûreke wisa ava kirin ku, dewlet probleman safî nake, dihêle ji kolanan re.

Întegrasyon e, bihêle bila Nazî û Tirk bi zincîran li hev bidin. An jî wekî dînên pûrta post dijimêrin, projektên erzan didin destpêkirin, hetika xelkê bi van qaşo "reforman" dibin.

Hûn 40 sal bo întegrasyonê tiştekê nekin, pirsgirêkan veşêrin, mala Almanan û biyaniyan mîrat bikin, paşê jî werin hemî xirabiyan bikin para biyaniyan, zagona biguherînin, jiyanê li biyaniyan dijwartir bikin, ji viya re jî bêjin "reform".

A birêz Schröder kir di salên 2004-2005an de, ev bû. Niha jî rêzdar Merkel dibêje "Pirr-kûltûrî li me nehat" û pê de pê de Almanyayê ji rasteginiyên cîhanê didin dûrxistin.

Bêkarî ye, êrîş bibin ser dikanên Tirkan, xanî nedin wan, donera wan nexwin, jiyanê li karkerên biyan teng bikin. Lewra tevayiya xirabiyan xwedêgiravî ji biyaniyan tê. Di "genetîka" Almanan de her tişt hatiye programkirin, heger neyîniyek hebe, ne ji Almanan e (!).

Ev e rêbaza hikûmetên Alman. Ji aliyê hin polîtîker, ronakbîr û bûrokratan ve dîl hatine girtin. Çawa dibêjin Wikileaksê de nivîsiye, şêwirmendên Erdogan bêkêr û nezan in, ên Almanan jî wisa ne. Di ser de serokwezîrên wan jî (bila dilê xwe negirin) mirovên hamûtam in, behremendiya wan a serokatiyê nîne. Helbet gotina min ji bo 20 salên dawî ye, Kohl ne di tê de. Kohl rêberekî jîrek, xurt û zana bû.

Almanya ji aliyê hin siyasetvan, rojnamevan, ronakbîrên paranoyak, asoteng, herêmparêz û bêber ve wekî ku dîl hatiye girtin. Heyfa vê welatê ye. Bi vê hûmanîzma destûra xwe ya bingehîn, bi vê aşitîxwaziya xwe, Almanya dikaribû di dinyayê de biba welatê herî jê tê hezkirin.

Helbet em nikarin wan biguherinîn û mafê me jî nîne tevlî karên wan ên navxweyî bibin, qet nebe li me dikeve em li başkirina îmaja xwe bigerin. Piştî wê jî yekalî gavan berî bi Almanan bavêjin, riya diyalogê bigerin.

Derên sazî û komeleyên Kurd kilît bikin

Ewçend sazî û komeleyên Kurdan hene li Almanya, pirraniya wan ji tiştekê re nabin. Ez bim kilîtê li derên wan didim. Di serî de enstîtuya Kurd a li Berlînê kilît dikim. NAVEND û yek-du komeleyên KOMKARê ne tê de, berpirsiyarên hemiyan li hewşek werzişê kom dikim, derî li ser wan kilît dikim, bila her li wir bimînin, xelkê nexapînin. Bila riya mirovên afirandêr û zîrek negirin, asteng nekin.

Bi rastî jî komeleyên me ji mirovên zîrek, afirandêr û jîrek hez nakin. Ji wan re mirîd, sîgarakêş, govendger, şabaşvan, mazoşîst lazim in. Egoyên xwe yên nexweş xistine bin siya partiyên xwe yên bêkêr, dixwazin îlelebed li pişta gel siwar bin, xeyalên gel biçilmisînin.

Salataya pîvaz û kartolê xaşandî bitehm e

Şansê diyalogê hêj winda nebûye. Almanya divê siyaseta xwe ya Kurd biguherîne. Ji gefên Tirkan netirse, lewra Tirkiye bi xwe jî di 'pirsgirêka Kurd' de xwe diguherîne. Divê Almanya were îmanê, li gorî ruhê Destûra Bingehîn a Almanyaya Federal tevbigere.

Heger ji jor ve guhertin hebin, medya-çapemenî jî mecbûr dimîne xwe biguherîne. Lewra ji xwe medya û çapemeniya Alman li devê hikûmetan dinêre. Ew ê ne tenê nûçeyên neyînî, yên erênî jî biweşînin.

Heger Alman naxwazin pîvazê bixwin de bila nexwin. Heya bila qedexe jî bikin. Lê ji şerefa pîvazê tiştekê kêm nabe.

Stêrka Kurdistanê na, ya Ewropayê diçilmise. Pispor dibêjin. Dê ji vir 30-40 sal şûnde yan 50 sal, navenda şarezayiya pêşeng dîsa li Asyayê vegere. Ewropayê 400 - 500 sal in dora xwe kir, erdxan (dinya) herimand.

Helbet ez behsa aliyê erênî û baş nakim, bi we eyan e. Nîjadperestî, komkujî, mêtingerî, egoîzm, îsrafkarî, qirêjkirina xwezayê ûêd. berhemên şarezayiya Ewropayê ne.

Di wexta xwe de şarezayiyên Mezopotamya, Egîpt (Misir) û Grek jî dora xwe kiribûn, pê de pê de dejenere bûbûn, riziyabûn, winda bûbûn.

Kurdistan welateke bindest e. Lê dewlemend e. Kurd li welatê xwe bindest bin, bêvîn bin jî bi mentiqa "hemir welatê min ne di destên min de ye, ez ê jî nehêlim xelk jê bixwin", ji dagirkeran jî nakin yar û par. Globalîzm pêwîstî bi aramiyê, îstîkrarê heye. Ji her aliyan ve paşeroja Kurdan rohnî ye. Heger partiyên Kurd serê me nexin belayên mezin..

Em Kurd gelek hez ji kartolê dikin. Kartolê biraştî, kartolê xaşandî, kartolê guvaştî, kûtê kartolê, kartolê pijandî û gelek cureyên wê, kûlîna me direngîne, dixemilîne, dewlemend dike.

2ê avrêlê 2011

Êlxan Penaber

Yorumlar (1 gönderildi):

Lokman .. 16 Apr, 2011 11:38:59
avatar
Kek Êlxan, bawer bike te got û ez pê hesiyam. Êmin wêneyeke min heye û ez wêneya xwe bikar tînim.
Ji bo ez wêneya cenabê te bikar bînim tu sedem tune. Ji xwe ez qet îngilîzî nizanim û waye bi ducar nivîsîna navê min di feyzbokê de malper vekirine. Tu eleqeya min pê tune. ez ji karê teknîkî jî ji xwe fêm nakim.
Ji kerema xwe bibe alîkar û wan rakin.
silav û rêz.
Lokman

Yorum yaz comment

Yorumlarınızı aktarırken kişi hak ve özgürlüklerine saygılı olmanın yanısıra, nitelikli görüş ve eleştirilerinizle katkı sunmanızı bekliyoruz. Katkısı olmayan, ilgisiz ve eleştiri sınırlarını zorlayan yorumlar yayınlanmayacaktır.

Güvenlik Kodu: