Ajansên me yên nûçegihaniyê û mijûlayiyek li ser Kurmancî
Fidel Castro gotibû ku di hilweşîna realsosyalîzmê de, para ajansên "împeryalîstan" gelek mezin bûye. Niha jî seranser cîhanê xelk ji çend ajansên wekî AFP, Reuters, Itar-Tass, DPA û çendên din nûçeyan werdigire. Nûçegihandin û nûçebelavkirin jî eniyeke dîplomasiyê û şerê sar e. Kurd nebin xwedî ajansên pisporane, dê her li devê xelkê binêrin.
AK News, (Ajanasa Nûçeyan a Kurdistanê) bi daxuyaniyekê dawî li xebata xwe ya Kurmancî anî. Dîsa AK Newsê Kurmancî û Soranî wekî zimanên serbixwe binav kir, got wan ji xebata xwe ya bi 7 zimanan 4 rakirine. Ev bû sedem ku ev vê nivîsara xwe binivîsînim.
Zû de ye, kêm-zêde bi nûçegihaniyê û rojnamevaniyê re mijûl dibim. Ji ber ku bi alfabeya Ereban nizanim, mixabin nikarim xebata xwe bi Soranî jî bikim. Ji tevahiya jiyana xwe ya nûçegihanî û nivîsandinê ya ku min fêhm kiriye Kurmancî û Zazakî (Kirdkî, Kirmanckî, Dimilkî) bêxwedî ne.
Girîngiya Kurmancî
- Zaraveyê herî mezin ê Kurdî ye, gorî statîstîkên rojavayiyan ji tevahiya Kurdan 65-70 % bi Kurmancî diaxivin an bi Kurmancî dizanin. Pirraniya Soran û Zazayan jî ji xwe dikarin ji Kurmancî fêhm bikin. Zaraveyên Kurdî ne ewçend ji hev cuda ne.
- Kurmancî li her çar parçeyên Kurdistanê tê axavtin. Herwiha nêzîkî tevahiya Kurdên li welatên berê yên YKSSê dijîn, bi Kurmancî diaxivin.
- Pirraniya xelkê me yê li diyazporayê, li Ewropa û parzemîna Amerîkayê dijî Kurmancîaxêv e.
- Kurmancî jî wekî Zazakî karakterê kevn ê zimanên Îndogermanî parastiye ku Farsî jî bi tevî ku niha xwedî dewlet e, nekariye viya bike (femînen - maskûlen, cinsiyeta bêjeyan).
- Pirraniya Kurdan li Bakurê Kurdistanê dijî. Li Bakur jî pirraniya Kurdan Kurmancîaxêv e. Li Bakur jî siyaseta pişavtinê (assîmîlasyonê) hebûye û hêj jî heye. Ango Kurmancî bi sîstematîkî di bin xetereya tunebûnê de ye. Dewleta Romê tunekirina Kurdan û Kurdî ji xwe re wekî peywirdariya sereke dibîne.
Helbet girîngiya Zazakî ne ji Kurmancî kêmtir e lê ev vêgav ne babeta vê nivîsarê ye. Bi rastî niha zaraveyê herî zêde di bin xeteriya tunebûnê de ye, Zazakî ye.
Bêşansiya Kurmancî (herwiha Zazakî)
- Dewleta wê nîne, perwerdeya wê nîne, azadiya wê nîne
- Sazî û dezgehên wê yên fermî, rûniştî, pispor nîne
- Partiyên Kurdan xwedî lê derneketine, siyasetên xwe bi giranî bi zimanên dagirkeran (Tirkî, Farsî, Erebî) kirine û dikin.
- Nivîskarên Bakurî hez ji zimanên xwe nakin, pirranî bi Tirkî dijîn û xebata xwe dikin.
- Ajans û malperên Kurdî guh nadin rastnivîsê, her yek ji wan bi devokên gundê xwe dinivîsînin.
- Li Kurdistana Azad (Başûr) Kurmancî ji sîstema dewletê û jiyana fermî hate avêtin.
- Ji ber şerê qirêj ê dawî nêzîkî 5 hezar gundên stratejîk û welatparêz ji aliyê Dewleta Romê ve hate rûxandin, valakirin. Xelk mecbûr ma bikeve metropolên Tirkan û li vir jî assîmîlasyon destpêkir.
- Li Kurdistana Bakur polîtîkaya dewletê ya tunekirina Kurdî bi dizî, sîstematîk û biryardarî didome. Niha jî li gundan dibistanên dê-bavtiyê (baxçeyê zarokan, hewşa mindalan, bi Tirkî ana okulu) vekirine. Zarokan di biçûktiyê de fêrî Tirkî dikin.
- Şaredariyên qaşo di bin destên Kurdan de ne (ango BDP) kursên zimanê Tirkî lidardixin. Bo mînak şarederiyên Amedê Yenişehir, Sur, bi dorberî kursên Tirkî lidardixin û dîploman didin.
- Medyaya Tirkan bi rêzefîlm û mûzîka Kurdî ya bi zimanê Tirkî, mala Kurdan mîrat kirine û dikin.
Niha li serê çiyayên Kurdistanê jî şivan û gavan bi Tirkî dizanin û diaxivin. Li gundan niha zarok bi Tirkî dilîzin, diaxivin.
Hevalekî min ê Zaza li Almanya bû xwedî keçikek. Navê wê bi Kurdî lêkir û bi Zazakiyeke pak mezin kir. Keçik bû 3-4 salî rojekê karê wan lê hat, bi tevî diya wê şandin welat. Yek-du mehan li wir man. Li vegerê keçikê bi Tirkî axivî. Binêrin ku zarokek Kurd ji Ewropa diçe Kurdistanê û li wir fêrî Tirkî dibe, assîmîle dikin.
Heger Başûrê Kurdistanê bibe Soranistan?
Helbet ji bo me Kurdan tevahî, hemî zarave û rengên Kurdî xweşik û girîng in. Ferqa wan nîne. Yek ne ji yekê zêdetir e. Lê ji ber ku îro dewleteke me nîne û zimanê me dihele, li her Kurdekê dikeve ku bi hemî alavan xwedî li Kurdî derkeve. Bi ya min her kes viya dizane û bi devkî jî dibêje. Lê mixabin roja ku bar ket ser mil jî tiştinên xerîb dibin.
Li Başûr têkoşîna azadiyê bi ser ket. Bi xwîna sedhezaran şehîdên Kurdistanê û xaziyên wê, bi keda gelê me, niha li wir de facto be jî, azadî heye. Em hemî bi viya şad bûn û serbilind in.
Em Kurdên Bakur ji Başûriyan zêdetir bi azadiyê hesret in. Li Başûr di dema Saddam de jî Kurdî qedexe nebûye. Perwerdeya Kurdî, radyo-TVên Kurdî hebûne. Başûrî bi hestên me nizanin. Em her dem hesret bûne ku rojekê em bikaribin bi serbestî zimanê xwe biaxivin.
Roj hat Başûriyan Kurmancî avêtin. Bila kes dilê xwe negire lê bi rastî jî avêtin. Berê ji sazûmaniya fermî ya hikûmetê avêtin. Paşê, ji perwerdeyê avêtin. Niha jî destpêkirine hêdî hêdî ji jiyana rojane, ji medya û çapemeniyê davêjin. Ev yeka han aşkere ye, kes nikare êdî me bixapîne. Lewra dinya biçûk bûye.
Vê yeka han em êşandin. Me dipa, hêvî dikir ku li Başûr li nik Soranî Kurmancî jî bibe fermî. Me dipa ku li wir ji bo winda nebe ji bo Zazakî jî sazî û komel bên avakirin.
Birayên me yên Soran jî li me xwedî derneketin. Ronakbîrên Soranan, wêjevanên wan jî em terikandin. Yekê wekî Şêrko Bêkes jî Kurmancî sêwî hişt.
AK News dibû AS News, ango Ajansa Kurdistanê dê bibûya Ajansa Soranîstanê, heger xebata xwe ya Kurmancî bidawî bikiran.
Heger mirov Kurmancî ji sîstema xwe bavêje mirov çawa dikare bibe ajansa Kurdistanê? Gelo Kurdistan tenê bi Soranî diaxive? Gelo Zazakî û Kurmancî ne ji Kurdî ne? Gelo tevahiya Kurdan mecbûr in bi herfên Erebî bizanibin?
Gotibûn "derfetên me nîne". De werin nekenin. Pereyê we nîne? Kadroyê we nîne? Hûn kê dixapînin? Werin viya nekin. Hûn dikarin her kesê bixapînin lê Kurdên Bakur na. Kurdên Bakur polîtîk in.
Heger ajansek an malperek Başûr bêje "derfet nîne", ev nakeve serê me. Em nikarin bawer bikin. Li Kurdistana Azad çawa derfet nabe? Kurdî qedexe ye? Dibistanên Kurdî nînin. Pere nîne? Kurmancîaxêv nînin?
Em baş dizanin li Başûr jiyan çawa dimeşe. Em baş dizanin çawa rojname, malper û ajansên Başûr dixebitin û alîkariyan werdigirin. Werin bêjin mesele ne pere ye.
Kadro ye? Errr, ma kesê bi Kurmancî bizanibe û bixebite nema li Başûr? Heger wisa ye werin em reklaman, kampanyayan lidarbixin ji we re xebatkaran bibînin. Werin bêjin mesele ne kadro ye.
Başûr ronahiya çavên me ye. Soranî şîrîna dilê me ye. Başûr welatê me ye. Ji ber wê ye dilê me diêşe. Ji ber wê ye me dilê xwe girt.
AK News ajansa herî baş e, pîroz dikin. Herwiha PUK Media jî.
Wa ye AK Newsê biryara xwe şûnve girt, niha em êdî nikarin ji wan ciwanmêran re tiştekê bêjin. Bila dilê xwe ji me negirin. Qet nebe bûn sedem ku em carekê din girîngiya Kurmancî û hestên Bakuriyan bibîr bixin.
AK News bi gelek zimanan xebateke pisporane dike. Çima xwe sist kirin nizanim. Bi ya min diviyabû xebata xwe ya bi zimanê Tirkî, Almanî jî ranewestana. Ma ajanseke me ya wiha pirrzimanî heye?
Di nava ajansên Kurdî de ya herî baştir e AK News. Herwiha PUK Media jî bi Kurmanciya xwe delal û têkûz layîqê pesindanê ye. Em bi van herdu ajansan serbilind in, çavên xwe bi wan li nûçeyan vedikin.
Qet behsa Peyamnêr Ajansê nekin
Mixabin û sed car mixabin Ajansa bi navê Peyamnêr, bi qasî misqalek be jî pesinandinê heq nake. Ne zimanê wan ziman e, ne nûçeyên wan nûçe ne. Kurmancî nizanin, ziman xirab dikin.
Peyamnêr Ajans guh nade rexneyan, bi rexnegiran re dikeve rikê. Em wekî Bakurî bi qasî misqalek be jî xwe di nûçeyên Peyamnêrê de nabînin. Rexne ji hezkirinê tê û ji ber ku em naxwazin xebata wan wisa komîk bidome, wan rexne dikin. Ew jî bi kêfa xwe ne. Heger dengê me naçe birêveberên medya û çapemeniyê yên Başûr, ew jî bi kêfa xwe ne.
ANF (Ajansa Nûçeyan a Firatê) li stûnên Kurdewariyê dixe
Derbareyê ANF ajansê de nêrîna pirraniya Kurdên serbixwe û Kurdhez kêm-zêde wiha ye:
- ANF ajanseke di bin bendê Apoyiyan de ye. Nêrîn û polîtîkayên wê dişibin ên Dewleta Romê. Bo mînak dewlet jî li dijî federasyon an azadiya Kurdistanê ye, ew jî.
- Dewlet jî dijberiya Başûrê Kurdistanê dike, ew jî. Li ser Başûr nûçeyên nerast, provokatîv û dezînformatîv belav dike. Ev di heman demê de karê medya û çapemeniya Tirkan e jî.
- ANF şovenîzm û partîzaniyê dixe pêşiya berjewendiyên giştî yên neteweyî.
- ANF nahêle Kurd li hevûdu germ bibin, yekîtî û biratî bipêş bikeve.
- ANF berdevkî û berevaniya dadweriya sosret a Apoyiyan dike. Heger Apoyî ji yekê re bêjin "xayîn e", ew jî wek wê belav dikin. Ev yek dibe sedem ku dijminiya navxweyî û hestên birakujiyê gurr bibin an bidomin.
- ANF ji nûçegihaniyê bêhtir, nûçebelaviyê dike. Ango nûçeyên Apoyian belav dike.
- ANF di nûçeyên xwe de zimanê rojnamevaniyê bikarnayne. Nêrîn û şîroveyan dixe ser rastegîniyê.
Ez bi xwe bi vebûna beşa Kurdî ya ANFê şa bûm. Pirr dereng jî mabûn. Dîsa jî bi hêvî me ku ANF jî li xwe mikur were, berjewendiyên neteweyî bingeh bigire. Baweriya min ji mirovan e. Roj tê mirov bi serê xwe dikeve doza xîretê, li hêviya ferman û bendan namîne.
Di êşkenceyên 12ê Rezberê (1980, cûntaya leşkerî) de bûyereke wiha qewimiye:
Serok û damezirênerê partiyeke çepgir a Tirkan, teslîm bûye, bûye îtîrafkar. Bi wê jî nesekiniye, wî kirine êşkencekar jî (şaş nebim partiya MLSPB ye navê wê rêxistinê).
Rojekê alîgir û sîmpatîzanekî ji rêzê tînin êşkence dikin. Zilam li ber xwe dide, teslîm nabe. Çendî êşkence dikin, ji ya xwe nayê xwar. Polîsên Romê "serok" tînin ku wî bidin axavtin.
"Serok" çavên wî vedike dibêje "ma serokê we ez im. Min ev partî damezirand, min riya we çêkir. Niha jî dibêjim hemî nerast bûn, xeleletî bûn. Tu çima serhişkiyê dikî?"
Alîgir dîsa jî ji ya xwe nayê xwarê. Dibêje "Erê tu serok î, rast e. Lê xeletî di şexsê te de ye. Fikrên te rave me kiribûn, şaş nînin". Camêro giranbirîndar dikin û davêjin zîndanê. 6 salan li Zîndana Ceyhan û hinên din dimîne. Şahîdên vê bûyerê gelek in.
Min li ser çi ev mînak da, bawer dikim hat fêhmkirin. Însan şaşiyan dikin, dikevin, radibin. Partî û serok jî herwiha.. Roj tê mirov tik-tenê dimîne di şerê xîretê de.
Berjewendiyên neteweyî li ser her tiştan re ne. Ne wisa bin, em nikarin di nava neteweyên azad de, cihê xwe yê birûmet bigirin. Zimanê biratî û yekîtiyê jî ne hişk e, yê rehmê ye.
1ê rezberê 2010
Êlxan Penaber



Yorumlar (1 gönderildi):
Niha nahe bramin nav é wi çibu lé yeki yahudi wiha gotibu ji bo komar u milete israilé: eger hun dixwazin peskevin u hemu cihan we fehmbike,pewiste beri hertisti hun tipén latini qebul bikin.Bi rasti ez wiha bahwer dikim ku niha pirsgireka me ya heri mezin ji bo ziman yek ji eve.Ji bo asuni u yekitiya ziman pewiste li her çar perçé Kurdistan é em tipen latini bi kar binin.We ev bibebe sedema pesketina hesten netewi ji.
Yorum yaz