Anasayfa | Yazarlar | Êlxan Penaber | Lînc jî wekî êşkenceyê, karakterekê Dewleta Romê ye

Lînc jî wekî êşkenceyê, karakterekê Dewleta Romê ye

Yazı boyutu Decrease font Enlarge font
image

Roj nîne ku li Bakurê Kurdistanê Kurd bên lînckirin. Bi dehan, sedan, hezaran Romî (Tirk), Kurdek xizan û belengaz diqefilînin, êrîşa kujtinê dibin ser. Hin caran ev Kurd, karkerek demsalî ye li parêzgehên peravên Deryaya Reş, hin caran niştecihek e ji bajarên biçûk ên Egeyê..

















Çi ye lînc?

 

Lînc bi rêbazên ajalî (heywanî) bicih anîna qaşo-dadweriyê (edaletê), têkbirina dijberan e. Ajalî ye, lewra cudatiya mirovan ji ajalan ew e ku, karê xwe, herwiha pevçûna xwe jî bi axavtin, raman û rêbazên mirovane dike. Di lîncê de tenê kûltûra ajalan heye. Heya bigire ajal jî ewçend zalim nînin, bes bo ziktêrkirinê êrîş dikin.

 

Cara pêşîn li DYAyê ev peyv hatiye bikaranîn. Navê xwe ji birayên Lync girtiye ku di sedsala 16emîn de li Bakurê Karolanya jiyane. Van biran li dijî dizî, sûcdarî û çermeresan xelk kom kirine û bi navê aramî û ewlekariyê, komên xizanan kujtine. Pirranî, xizanan ji lîncê para xwe girtine.

 

Hin ji lîncên van salên dawiyê

 

• Hotela Madimak li bajarê Kurdan Sêwasê ku 35 ronakbîr tên şewitandin
• Komkujiya Gurgumê (Mareş), sala 1978 ku Kurd ji navenda bajarê Gurgumê hatin derxistin. Bi statîstîkên heyî 530 Kurd hate kujtin, 1000 jî birîndar bû. Dîsa gorî tomarkirinên fermî 210 mal û 70  dikanên Kurdan hatin rûxandin. Kurdên mayî jî bajar terikandin.
• Komkujiya bajarê Nîkonya - Yankoniyeyê (navê niha yê Tirkî Çorum) ku 57 Elewî û Kurd ji aliyê hezaran Tirkan ve hatine kujtin.
• 5ê pûşperê 2007, Kurdek ji ber ku T-Shirta Ahmet Kaya li xwe kiriye tê lînckirin li bajarê Tirkan Saccaria.
• 5ê rezberê 2005 alîgirên DEHAPê (partiya legal a nêzîkî PKKê, niha BDP ye) li bajarê Prûsa (Bursa) tên lînckirin ku bi otobûsan çûbûn wir rewşa Girava Îmrali şermezar bikin.
• 2ê kewçêrê 2008, li Altinova ya Ayvalik, Kurd tên lînckirin, oto û malên wan tên şewitandin.
• 8ê avrêlê 2008, di kongreya DTPê (partiya legal a nêzîkî PKKê, niha BDP) ya li Saccaria (Sakarya) de, Romî salona kongreyê dagir dikin, êrîş dibin ser Kurdan. Polîs rê nade ku xelk birîndarên xwe rake nexweşxaneyan.
• 29ê sermawezê 2007, keriyên lînckeran êrîş dibin ser girtiyên Kurd ên rakiribûn nexweşxaneyê. Di destê polîsan de girtiyan lînc dikin.
• 7ê avrêlê 2005, li Trapezuntê (navê niha yê Tirkî Trabzon) malbat û lêzimên girtiyan tên lînckirin. Bi hezaran kes li ser serê çend kesan dicivin û li ber çavên polîsan wan lînc dikin.


Roj nîne ku li Bakurê Kurdistanê Kurd bên lînckirin. Bi dehan, sedan, hezaran Romî (Tirk), Kurdek xizan û belengaz diqefilînin, êrîşa kujtinê dibin ser.

 

Hin caran ev Kurd, karkerek demsalî ye li parêzgehên peravên Deryaya Reş, hin caran niştecihek e ji bajarên biçûk ên Egeyê.. Diberizinê, didin ber kulman, piyan, kêran û çovan. Heger qurbaniyê wan miribe jî, li meytê wê didin. Bangewaziyên têr faşîst û dijmirovane diqîrin, wekî guran dizûrin. Ne yek e, ne du ye.

 

Jiyana tevayiya Kurdên ji Kurdistanê derketine û li parêzgehên Anatoliyayê dijîn, di bin xetereya lînckirinê de ye.

Bi dehan, bi sedan Kurd hatine lînckirin, bi hezaran Kurd ji ber Kurdbûna xwe lêdan xwarine, di ser de li navendên polîsan jî êşkence dîtine. Ango lînc xetereyeke mezin e bo Kurdan, karê henekê nîne. Kurd divê ji bo lînckirinan xwe amade bikin.

 

Partî û qaşo-pêşengên me berê me didin lînckirinan

 

Ti partî, rêxistin, enî yan komeleyekê Kurdên Bakur heya niha li çareyekê negeriyane, ji bo pêşîlêgirtina lîncê, ewlekariya Kurdan xebatekê nekirine. Kurd hîştine ber destlepên guran.

 

Partiyên me xelkê me bi navê "biratiya gelan", "biratiya Tirk û Kurd" xapandine, kirine qurbaniyên keriyên barbar ên Romê. Hîştine ku Romî cure cure şêweyên sadîzmê biceribînin, egoyên xwe yên nexweş têr bikin, kesayetiyên xwe yên barbar bipesinînin, xwe ji xwîna Kurdan têr bikin.

 

Pêşengên me bi gotin û galegalên têr bîrdozî mejiyên me dîl girtine, em rakirine têkoşîneke nediyar, bêarmanc, bêserûber. Em têdikoşin lê nizanin ji bo çi ye. Lewra encamên vê têkoşînê, helwesta wan qaşo-pêşengan me dixin gumanbariyan. Carcaran em dikevin şikê ku qaşo-pêşengên me ne ji bo me lê ji bo berjewendiyên Romiyan dixebitin.

 

Em dimirin Rom biser dikeve. Kurdistan talan dibe, Rom biser dikeve. Mirovên me yên hêja tên kujtin, Rom biser dikeve. Zimanê me winda dibe, em ji aliyê aborî û perwerdeyê ve paş dikevin, gundên me tên rûxandin, daristan me tên şewitandin, psîkologiya me tê xirabkirin ûêd. Rom biser dikeve. Evaya meseleyekê kûr e û destê dagirkeran li ser me ye û zû de ye dijminan derî-dertûl ji me girtine. Evaya rastiyeke mûtlaq e, mirov bi çavên xwe dibîne, bi destên xwe digire.

 

Heger ev şerê li Bakur tê meşandin ji bo Kurdistanê ye çima bi milyonan Kurd ji Kurdistanê dan derxistin? Heger ev ser ji bo berjewendiyên neteweyî yên Kurd e, çima Kurd di tevayiya warên jiyanê de winda dikin.

 

Heger ev têkoşîn ji bo ziman û çanda Kurdan e, aya çi maye ji çanda me ku nehatibe talankirin, çi maye ji zimanê Kurdî ku xelk li dera han, pirraniya rewşenbîrên me jî bûne Tirkziman. Herkesê ji xwe re derewekê dîtiye û bi wê dixwaze ji xwe re egoya xwe têr bike, bi wê gel bixapîne. Çawa be, em Kurd mazoşîst in. Mazoşîst jî bêî sadîstan nikarin. Ew şêx, em jî mirîd in. En şivan em pez in.

 

Destek heye di nava pêşengên me de, nahêle Kurd bêhna xwe bigirin. Nahêle Kurd bipêş bikevin, xurt bibin. Nahêle zimanê Kurdî standard bibe û bibe zimanê perwerdeyê, nahêle Kurd hişyar bibin, diza têkoşîna xwe ya neteweyî bikin.

 

Gava ku Kurdan hinekê serê xwe rakirin, partiyên me yê qehreman, berê me didin armancên beredayî û me dixapînin. Me bi tiştinên beredayî didin bilîkirin, ked û xwêdana me bi tiştên xapanok didin xerckirin. Romî me lînc jî bikin ew dê her bi ya xwe bikin, me bixapînin.

 

Partiyên me yên qehreman ji mirovên zana, kêrhatî, zîrek û hişyar hez nakin. Ji wan re mirîd pêwîst in. Li mihan digerin. Mixabin îro roj roja wan e. Nahêlin yekîtiya Kurdan çê be.

 

Dewlet bi destên kê lîncan lidardixe?

 

Keriyên lîncker ên Romê ne bi serê xwe ne. Girêdayî rêxistinên veşarî ên dewletê ne. Ergenekon, TIT, Isçi Partisi (IP), Turk Solu (Çepa Tirk), Ulku Ocaklari, Ulusal Parti, Alperenler Ocagi, Cagdaş Duşunce Dernegi (CDD), Kemalist Atilim, Şehit Aileleri Dernekleri, Turkiye Komunist Partisi, Ataturkçu Duşunce Dernegi hwd gelek rêxistin di bin fermana artêşa Romê de karên endezyariya civakî dikin. Ango provokasyon, şerê psîkologîk, amadekirin û perwerdekirina girseyê hwd dikin.

 

Evana tevayî komikên berdest in. Bi serê xwe biryaran nadin. Girêdayî dewleta kûr in, ji wan fermanan digirin. Bo mînak ferman tê dibêje, "çi bikin, bikin li Enqereyê, li taxa Balgatê êrîşek bibin ser dukanekê Kurdan". Ew jî dikin. Lewra li Balgatê bûrokratan ji xwe re avahiyên biha çêkirine û van salên dawiyê gelek dukanên Kurdan li wir hatine vekirin. Ango naxwazin li wir Kurd hebin. Lîncker hedefên xwe bi zanebûn tesbîd dikin. Bêî sedem nakim.

 

Peytandina armancên lîncê, çima lînc dikin?

 

• Dixwazin alîgirên xwe û nîjadperestan perwerde û motîve bikin
• Kurdan ji wargehên girîng ên Anatoliyayê bikin der
• Kurdan bi tirsê assîmîle, bêkesayetî bikin, bihelînin
• Hedefên aktûal û plankirî yên serkaniya artêşê (bo mînak, xirabkirina têkiliyên navxwe yên Kurdan, helandina eşîretên welatparêz hwd.)
• Şûnvehîştina civaka Kurd ji perwerdeyê
• Xirabkirina aboriya Kurdan
• Birêxistin û motîvekirina Tirkan bo şer


Kurd çawa dikarin xwe biparêzin?

 

Rêbazeke standard nîne. Gelek aliyên lîncê hene û pirsgirêkeke pirralî ye. Lînc yek ji alavên şerê taybet ên Dewleta Romê ye. Çawa ku serîjêkirin, tecawiz, rûxandina mal û zadê, êşkence ûêd metodên artêşa Romê bin, lînc jî wisa ye.

Dewleta Romê li ser bingehê kevneşopiyên Osmanî, Mongol, kûltûra Mûawiye hatiye avabûn. Barbarî ji karakterê wê tê. Ew mecbûr û dîlê barbariyê ye. Roja ku xwe guhart, dişkê, namîne.

 

Ez di vê nivîsara xwe de çend pêşniyaran dikim. Pêşniyarên min bila ne wekî bangek bê fêhmkirin. Na, bang li kesê nakim, kampanyayekê li dar naxim. Bila dozgerên antî-Kurd destên xwe nexwirînin. Şermezarkirina êşkence û lîncê, maf û peywirdariyeke mirovahiyê ye. Xwe ji wan parastin jî her wisa ye..

 

• Peytandina îhtîmala xetereya lîncê ya lokal. Ango bifikirin ku îhtîmala hûn bên lînckirin çendî mezin e.
• Nirxandina hejmara Kurdan a lokal. Cihê ku hûn lê dijîn çiqas Kurd lê hene? Kurd çiqas hindik bin, xetere ewçend mezin dibe.
• Dersderanîn ji dîrokê.
• Dersderanîn ji dîroka nêzîk (Lîncên Saccaria (navê niha yê Tirkî Sakarya), Andrianopolîs (navê niha yê Tirkî Edirne), Smyrna (navê niha yê Tirkî Izmir ûêd.)
• Birêxistinbûn. Cihê ku hûn lê dijîn gorî derfetan xwe bi rêxistin bikin.
• Gorî derfetan bo rojên tarîteng peydakirina alavên (an çekên) xweparastinê (bo mînak spreyên çavan hwd).
• Perwerdeya werzişên berevaniyê. Heger îmkanên we hene, karate, jûdo ûêd. bixebitin masûlkeyên xwe xurt bikin. Sûd ji hêza bêhempa ya laşê xwe werbigirin.
• Bikaranîna teknîkan. Bo mînak bi xwe re telefona gerok (handy) bigerînin, daku bikaribin devedorê xwe agahdar bikin.
• Beriya ku hûn polîs agahdar bikin, bi raya min devedorê xwe haydar bikin. Mixabin gelek caran îsbat bûye ku polîsên Romê ne ji bo xêre ne..

 

Evan tiştana karên partiyên Kurd in. Parastina gel, perwerdeya gel, tenduristiya gel, dadweriya gel, aboriya gel, psîkologiya gel hwd. hemî ji xebatên partiyên pêşeng in. Mixabin ê me ne wisa ye. Partiyên me xizmeta gel nakin, gel dajon. Xwe wekî şivanên destbiçov, me jî wekî mihan dibînin.

 

Me ji bo simbêlên xwe didin kujtin. Ji xwe re bangewazî û armancên vikvala peyda kirine, sibeyê heya êvarê ked û energiya gel bo wan terxan dikin. Nahêlin em serên xwe bilind bikin, yekîtiya xwe ava bikin, birînên xwe sax bikin. Nahêlin em hişyar, zana û pêşketî bin.

 

Partiyên me Bakuriyan pirranî wisa ne, heger ne yên me, yên xelkê bana, dê teneke bi wan ve girêbidan û li kolanan bigerandan. Dê bi wan henekên xwe bikiran. Me radikin têkoşînê û dixin dafikan. Dema qewimî jî winda dibin, xwe kerr dikin. Me bi otobûsan dibin Prûsayê (navê niha yê Tirkî Bursa), dikin xwarina guran, lê rojekê nabêjin ka lînc çi ye..

 

27ê gulanê 2010

 

elxan.penaber@hotmail.de

 

Êlxan Penaber

 

 

Yorumlar (0 gönderildi):

Yorum yaz comment

Yorumlarınızı aktarırken kişi hak ve özgürlüklerine saygılı olmanın yanısıra, nitelikli görüş ve eleştirilerinizle katkı sunmanızı bekliyoruz. Katkısı olmayan, ilgisiz ve eleştiri sınırlarını zorlayan yorumlar yayınlanmayacaktır.

Güvenlik Kodu: