Nasname Ozgur Bireyler Toplulugu: Ferzende Beg (Siwarê Eznawir, Bavê Elfesya) Ferzende Beg (Siwarê Eznawir, Bavê Elfesya) ================================================================================ Êlxan - Penaber on 14 Feb, 2010 11:41:00 Bi texmînî di salên 1889-1892ê de hatiye jiyanê û 1933ê de li zîndanên Îranê ji aliyê dewleta Farisan ve hatiye şehîdxistin. Lawê Silêmanê Ehmed e. Navê diya wî Asya ye. Ji êla Hesenan e. Di dema Osmaniyan de qeymeqamiya Milazgir a Mûşê dikir. Bi damezrandina Komara Romê (Komara Tirkiyeyê) û destpêkirina siyaseta qirrkirina Kurdan ve, dest ji qeymeqamiyê vedikişîne û tevlî serhildanên gelê xwe dibe. Ew yek ji pêşawayên Serhildana Agiriyê ye. Li Dûtaxê, Panos, Çiyayê Kurtik, Kop, Milazgir û Çewlikê bi hêza pêşmergeyên xwe ve derbeyên mezin li artêşa Tirkan dixe. Di Serhildana Şêx Seîdê Pîranê de bi tevî eşîra xwe cih digire. Miroveke nûjen, ciwanmerd û zana bûye. Li yekîtiya eşîran geriyaye, xwestiye tevayiya êlên Kurd li dijî zordariya Komara Romê birêxistin bike. Piştgiririya xizanan dike, pirraniya erd û milkên malbata xwe di nava xizanan de parve dike. Diya wî Asya Xanim ji êla Sîpkan, keça Hecî Ûsiv Paşa ye. Di serhildana Agiriyê de piştî Îhsan Nûrî Paşa û Bro Hesko (Brahîm Paşa) Têlî, ew tê. Ew bi lehengên wekî Xalis Beg, Nadir Beg û Memo Beg (zarokên Kor Hiseyn Paşa), Keremê Qolaxasî, Reşoyê Silo, Seyîdxan, Elîcan û Zahir Axa re hevaltiyê dike, bi wan re li artêşên Romê (Tirk) û Farisan dixe. Derbasî rojhilatê Kurdistanê dibin Pistî şikestina hêza Serhildana Şêx Seîd bi tevî pêşmergeyên xwe yên siwarî tevlî Serhildana Agiriyê dibe. Di bin fermandariya Îhsan Nûrî Paşa de, li Tirkan dixin. Heya Ezirganê seferan dikin û li baregehên didin. Şerê gerîlla dimeşînin. Bi têkçûna Serhildana Agiriyê ve îcar jî derbasî Îranê dibin ku bi tevî Kurdên Îranê xwe ji nû ve birêxistin bikin. Lê, artêşa Îranê jî, li ser daxwaza Tirkan li benda wê ne. Wekî her carê, dewletên dagirker dîsa alîkariya hevûdu dikirin. Dewleta Îranê jê daxwaza teslîmbûnê dikin ku rûmeta wan bişkîne. Pêşmergeyên Kurd bi tundî viya red dikin. Di nava hêzên Farisan û pêşmergeyên Kurd de, şerên dijwarî û têr xwînî pêk tên. Bi texmînî hêza artêşa Îranê 6-7 hezar leşker e. Fermandarê wan jî Kelb Elîxan Nexşîwan bûye. Hejmara peşmergeyan ku Bro Heskî Têlî û Keremê Qolaxasî jî di nava wan de ne, li dora 800 kesî ye ku ji wan jî qismekê ne biçek in, sîvîl û birîndar in. Gorî hin çavkaniyan bes 150-200 şervan in, ên din jin-zarokên ji ber komkujiya Tirkan direvin in. Ji pêşmergeyan bavê Ferzende Beg Silêmanê Ehmed, Kerem Begê Zirkanî, Evdilbaqî, Şemsedînê Xalid û li dora 150 sîvîl û pêşmergeyên temenciwan şehîd dikevin. Ferzende Beg jî birîndar dibe. Pêşmergeyên sax dimînin li dijî Farisan taktîkên nûjen ên şer diceribînin û ziyanên mezin didin artêşa Farisan. Xwe digihînin Simko Axayê Şikakî. Bi texmînî heya ku xwe dispêrin Simko, 700-800 eskerên Farisan, gelek sîvîl û 50-60 jî pêşmerge jiyana xwe jidest didin. "Ferzende tu li kû yî?!" Ferzende Beg bi du yan sê guleyan birîndar e. Bi şikestina Simko jî tê dîlgirtin. Dewleta Îranê wî davêje zîndanê. Ew li zîndanê jî ji Kurdan re dibe pişt. Bi fermana Şah bi jehrê tê kujtin. Dixwazin bêjin "Ferzende Beg ji qelsiyan jehr xwariye, xwe kujtiye". Hevjîna wî Besra Xanim çend caran tê dîtina Ferzende Beg lê wê jî qedexe dikin. Bi fermanekê nahêlin Besra Xanim vegere Kurdistana Bakur, nav xizmên xwe. Li Îranê bêî pere û bêî kes dimîne. Parsê dike û pere ji Ferzende Beg re dişîne zîndanê. Piştre hişê xwe winda dike û tenê gotina "Ferzende tu li kû yî?!" dide ser zimanê xwe. Aqûbeta Besra Xanimê nayê zanîn. Derbareyê wê û sîvîlên ku xwe ji komkujiyên Tirkan difilitînin û dispêrin Kurdên Îranê de hemî agahî di arşîvên Dewleta Îranê de ne. Mixabin ew jî wekî Dewleta Tirk an wan îmha dikin, an jî dernaxin ronahiyê. Agahiyên di destên me de hene ji gotin û şahîdiyan, ji nivîsên Îhsan Nûrî Paşa, ji Simko, ji helbestvan Osman Sebrî û stranên dengbêjan in. Strana dengbêjiyê wiha behs dike (Versiyona ku dengbêj Resoyê Gopalan gotiye): Asyayê bi sê denga bang dikir, digot: Lê lê Besrayê, rebenê, sibe ye Şerek li me qewimî Li ber sûr û bedena Selîm Begê Li hewşa kafirê Emirtûman Ji êvara Xwedê de Asyayê digot lê lê Besrayê Agirê Helebê bi derê mala bavê te ketê Tu here li ber çoka Ferzende rûnê Bêje Ferzende, mala te xirab be Mala min jî pê re Te digot, " Ez Ferzende me Ez bavê Elfesya, siyarê Eznawir Xwedanê çapilya piçûk im Li welatê Tirk û Farisan de Mêr li ser min re qet tune ye." Ferzende digot Besê, Bila agirê kulê bi derê te keve Li pêşiya me leşkerê Kelb kurê dêlan e (navê fermandarê Îranê Kelb Elîxan Nexsîwan e) Ecem e bê dîn û bê îman e Li ser serê me gurmîniya topan e Giregira tomotîkên makîneliyan e Nade me molet û ti eman e Ez ê bi cotê gulê vî zalimî birîndar im Eva ne şerê Hesenan e, ne şerê Heyderan e Ne şerê duwanzde bavê eşîran e Ev şer, şerê tev Kurdan e. Ez ê bi gula tomotîka vê kafirî birîndar im Destê min tetika Modoliyê nagire Heyfa min nayê li kuştina mêran û şêran Heyfa min tê li wî heyfî Çar zabitê vî kafirî Li ser me re sekinîne Ji milê Silêmanê Ehmed Bavê Kazim standin Modoliyê De lêxin bavê bavê min o lêxin Sûslemeyan ji stûyên xwe bînin Qûndaxên Martelî û Çapeliyan li erdê xin Em hene ji berê û paş de dijminê Romê Qaçax û fîrarê dewletê ne Berxê mala Emer in Mezin û biçûkên me rabûne ranebûne Mirîd û canfîdayê mala Şêx in (Şêx Seîd) Le belê ji êvara Xwedê ve Li gohê min xweş tê Dengê gula topê li me sil kir Sewtêna mîrata vê boriyê Gule û barûdê vî kafirî Li me dibare dayê mînanî Tevana gelo li ber taviyê Ji êvara Xwedê de teyrê ecelê Li ser serê me Kurdan re digerîne Li welatê ‘ûçincî ordiyê’ de Mêr di ser min re qet tune ne Eva ne şerê Hesenan e Ne şerê Heyderan e Ne şerê Cibiran e Ne şerê Sînikan e Ne şerê duwazdeh bavê eşîran e Eva ecem e ‘bêşincî mezheb’ e Ne dîn e ne îman e Li qarşî şerîeta Mihemed Li hember me disekine Ji me re dixwîne meydan û ferman e Ji êvara Xwedê ve Cinazê Silêmanê Ehmed Bi tevî komê Hesenan ve Gelo li pêş miqabilî çavê min e Ezê bi sê gulê tometîka vî kafirî Birîndar im Destê min têtikê mîrata modoliyê Modoliyê nagire dayê rebenê Pêçîka min a şahidê li min nagere Heyfa min nayê li kuştina mêran û şêran Heyfa min tê li wê heyfê Çar heb ji tixayê vî kafirî Li ser me re sekinîne Ji milê Silêmanê Ehmed Bavê Kazim digirtin Dixistin tifinga Modoliyê Le Axao wile nabe bile nabe Îşev sê şev û sê roj e Şer ketiye ser milê Keremê Qolexasî Mêrekî çê tê kuştinê Bi du gula birîndar e Bi sonda mezin sond xwariye Tê kuştinê lo bira jê venabe Erz û eyalê Mala Emer Îşev sê şev û sê roja Li kavila Îranê digere nagere der nabîne Ji xwe re li ser pişta kihêl û malekiyan Lo bira peya nabî Kerem dibê wez Kerem bim Ez Kerem bim Ez firar û qaşqûrê mehkûmê Dewletê bim Berxê Mala Emer bim Ezê bi maleka weka Mistefa Begê re mal bim Bi sêr û pilingên gurxwar re heval bim Evî kafirê li bira qesr û qonaxê me girtine Ji wekî me gurxwaran re Ji maleke wekî mala Emerê Gulîxwur re Dibên tivingên destên xwe daynin Hela binêre li van tixa û qancarên Eceman Li van sêrbaz û bêsinc û papaxgeniyan Li vê Feleka malikmîrat a şaşdêran Ecem bûye mêr û dibêje tifingên xwe daynin Teslîmê çelengên me bin De lêxin bavê bavê min o lêxin Sûslema ji stûyê xwe daynin Qûndaxên Martelî û Modoliyan li erdê xin Em hene ji berê û paş de dijminê Romê Qaçax û fîrarê dewletê ne Berxê mala Emer in Mezin û biçûkên me rabûne ranebûne Mirîd û canfîdayê mala Şêx in (Şêx Seîd) 14ê reşemiyê 2010 elxan.penaber@googlemail.com Êlxan Penaber