UNESCO: Di cîhanê de keçên herî bêşans, ên Kurd in
UNESCOyê li ser rewşa perwerdeya zarokan xebatek pêk anî. Di xebatê de hate dîtin ku di dinyayê de keçikên herî bêsiûd ên Kurd in. UNESCOyê encamên xebata xwe bi nivîskî weşand û ji rayedarên dewletan xwest ku zarokan jibîr nekin.
Hin ji pêderxistinên xebata UNESCO
- Li Tirkiyeyê di navbera herêmên Kurdan (Bakurê Kurdistanê) û yên Tirkan de bi qasî terezînekê cudatî heye. Li herêmên Tirkan zarok kêm-zêde sûd ji nîmetên sedsalê werdigirin, lê rewşa zarokên Kurdan ji ya parzemîna Afrîkayê jî xirabtir e.
- Rêjeya çûyîna dibistanê ya keçikên Kurd ji ya Senegalê kêmtir e.
- Bi qasî zarokên Kurd, di dinyayê de ti zarok nînin ku ji derfetên perwerdeyê bêpar bin. Bi taybetî keçik.
- Kêmzêdeka neşandina keçikan bo dibistanê li Tirkiyeyê 6 % e. Lê li Bakurê Kurdistanê 43 %. Ango keçikên Kurd heft carî ji yê Tirkan bêşanstir in.
- Kêmzêdeka perwerdeya dibistanê ya keçikên Kurd, ji 3 salan kêmtir e. Ango keçikên Kurd kêm ji 3 salan diçin dibistanê ku ev yeka han ji ya Senegalê jî xirabtir e.
- Li Tirkiyeyê di refa 17-22 saliyan de 2-7 % zarok, kêmtir ji 4 salan diçin dibistanê. Lê li Kurdistanê ev 21 % e.
- Gorî raporta UNESCOyê ji sala 1999ê virde 33 milyon zarok dibistan terikandine. Ji wê 54 % keç in. Li Yemenê 80 % ji keçan hîç neçûne dibistanê.
Gorî UNESCOyê sedemên vê tabloya reş ev in
- Nîjadperestî û nêrînên cudaxwaz ên dewletan
- Xizanî
- Nêrîn û helwestên cudaxwaz ên dijî zayendan
- Cudatiya ziman û çandan
- Kêmbûna bernameyên têkoşîna bo perwerdeyê yên dewletan
- Kêmbûna derfetan û saziyên ku keçik û jinan biparêzin
- Nebaşiya asta sosyalîteya hemdem
Statîstîk behsa ferqên navbera parçeyên Kurdistanê nake. Li Başûrê Kurdistanê jî ji ber tehrîbên civakî yên sedan salan û bandora mezin a sosyalîteya Ereban, rewşa keç û jinan nebaş e.
Li Başûr heger keçik neçin dibistanê jî sedemê viya ne kêmbûna dibistanan an derfetan e. Sedem nêrînên nîv-feodalî, şîrovekirina şaş a Îslamê û çanda Ereban e.
Li Îranê jî rewş kambaxtir e. Li wir jî wekî Bakur û Binxetê Kurd ne azad in û perwerdeya bi zimanê zikmakî nîne. Li Îranê derfetên perwerdeyê ji Tirkiyeyê zêdetir in. Li li wir jin û mêr ne tenê di warê perwerdeyê de, di tevahiya jiyanê de li hemberî zagonan ne wekhev in.
Li Bakurê Kurdistanê sedemê mezin qedexeya Kurdî ye. Heya sala 2002, li Tirkiyeyê gorî qanûnan axavtina bi Kurdî jî qedexe bû. Dewletê li Kurdistanê dibistanên starbûnê (yatili okul) vekiribû ku armanca wan assîmîlekirina zarokên Kurd bû.
Dewleta Romê (Tirkiye) nedixwest zarokên Kurdan piştî 5 salan herin dibistanê. Ji wan re bes 5 salên pêşîn (bi Tirkî îlkokûl) perwerde layiq didît. Dixwest ku Kurd fêrî Tirkî bibin lê zêde nexwînin, nebin zana û hişyar. Ji bo wê jî çi astengî heba derdixist.
Partiyên Kurdan jî azadî neanîn
Li Bakur partiyên Kurdperwer bi gotinan wekheviya mêr-jinê bilêv dikirin lê di rastiyê de patrîarkal (pederşahî, bavkanî) bûn. Bi metodên biyanî dixebitîn ku li ristina xwezayî ya civaka me nedihatin. Pirr zêde Îslamîst, sosyalîst bûn an di bin bîrdoziyên fermî yên dagirkerên Kurdistanê de bûn. Bo mînak li Bakur partiyên Kurd bi zanebûn an nezanebûn ji kemalîzmê re xizmet kirin û hêj jî dikin.
PKK bi zimanê Tirkî siyasetê dike. Şaredariyên bajarên Kurdistanê bi kûrsên zimanê Tirkî lidarxistin ku Kurd fêrî Tirkî bibin. Lê nehat bîra wan an jî nexwastin bi Kurdî kûrsan vebikin. Kurdî ket xetereya mirinê. Partiyên Bakur hêj jî gavekê navêjin.
TZP dixwaze xebata rewa ya daxwaza perwerdeya Kurdî terorîze bike
Alîgir û hezkiriyên Apoyiyan bi navê Tevgera Ziman û Perwerde (TZP) komekê avakirine. Qaşo ev koma han daxwaza perwerdeya Kurdî dike. Lê di çalakiyên xwe de bangewaziyên wekî "Bijî Abdullah Öcalan" davêjin.
Xebata meşrû ya ziman, dibin dixin bin xizmeta berjewendiyên PKKê. Xebat û daxwaza meşrû ya perwerdeya bi zimanê zikmakî terorîze dikin. PKK ji aliyê DYA, YE ve wekî "terorîst" tê naskirin. Ango TZP ne samîmî ye.
Keçikên reben çi bikin
Ne dewlet e, ne derfet e, ne jî pişt e. Mêrên Kurd jî diçin û tên li dora feodalîteya ku di bin fermana dagirkeran de ye, digerin. Serê xwe rabikin, an dijmin lê dixin an jî paşverûtiya herêma me ku rasterast din bandora tehrîbkar a Tirk û Ereban de ye..
1ê reşemiyê 2010
Êlxan Penaber



Yorumlar (0 gönderildi):
Yorum yaz