Nasname Ozgur Bireyler Toplulugu: Gelo Elewiyên Tirkiyeyê bêî CHPê dikarin? Gelo Elewiyên Tirkiyeyê bêî CHPê dikarin? ================================================================================ Êlxan Penaber on 04 Jan, 2010 11:54:00 Çi bûbû? Onur Öymen yek ji hîmên CHPê ye. Derket di parlamena Tirkiyeyê de pesnê Komkujiya Kurdên Dêrsimê da. Got "wê demê dewletê li hêstirên çavên dayikan nenêriye, guh nedayê. Divê îro jî wisa be". Ango me çawa di wextê de Kurd qirr kirine pêwîst em îro jî wisa bikin. Li ser vê gotinê, Kurdan reaksiyonên mezin nîşan dan. Dêrsim herêmeke Kurdistanê ye. Li wir pirranî Kurdên Elewî û Kirmanc (Dimilî, Kird, Zaza) dijîn. Dêrsimî derketin kolanan CHP şermezar kirin. Rêxistin û komeleyên Elewiyan jî herwiha nerazîbûnên xwe anîn ziman. Heya niha, Elewiyan dengên xwe didan CHPê. Hinekan gotin, dê CHP Onur Öymen bike der, problem jî safî bibe. Lê wisa nebû. Ne CHPê ji Öymen re tiştekê got, ne jî wî îstîfa kir. Di ser de, serokê CHPê piştgirî da Öymen. Bi rastî jî heqareteke mezin li Elewiyan bû. Lê tişta bû, têkiliyên Elewiyan û CHPê bi berfirehî hatin gotûbêjkirin. Fîrmaya lêpirsînên raya giştî KONDA, sala 2006ê bi hejmara kesên baweriya Elewîtiyê dihewînin dertîne. 4 heya 6 % ji gelheya Tirkiyeyê Elewî ye. Bi texmînî 3-4 Milyon kes Elewî ne (Tirk û Kurd). Heya niha li ser nifûsa Elewiyan gelek spekûlasyon dihatin kirin. Hinekan digotin hejmara Elewiyan ji ya Kurdan zêdetir e, li dora 20-30 Milyonê ye. Kurteserpêhatiya Elewiyan Di nava Elewiyên Tirkan de du dibistan an du ber hene: Bektaşî û Nebektaşî. Bektaşî di dema Împeratoriya Osmaniyan de li gel ewçend komkujî û pêkutiyan bi sazûmaniya dewletê ve hatine girêdan. Bektaşîtî bûye baweriyeke fermî, artêşek bi navê Yenîçerî ya xwerû ji wan pêk hatiye, hatiye damezirandin. Vê artêşa han bi serhildanên gelên bindest re şer kiriye, tevlî dagirkirina welatan bûye. Li hin welatan (Makedonya, Albanya, Sûrî) bûye mezhebeke xelkên herêmê. Ango bera mezin a Elewiyan ti carî li dijî îdeologiya fermî ya Dewleta Romê û herwiha ya Komara Tirkiyeyê derneketiye, lewra bi xwe alavekê desthilatdariyê bûye. Bera din ku pirranî pesnê Şahên Îranê (bi taybetî Şah Îsmaîl) û Pîr Siltan Evdal didin jî berevajî wê reaksiyoner, mihalîf, pêşverû û sekûler bûye. Vê bera han serî ji Osmaniyan re netewandiye. Di dîroka Tirkan de bera Nebektaşî (Kumsorî, Kimsoran, Kizilbaş) cihekê taybet digire. Îdeologiya fermî ya Dewleta Tirk, "Senteza Tirk-Îslamê" ye. Osmaniyan jî, Komara Tirkiyeyê jî bes mezheba Sunnîtiyê bingeh girtine, dijberiya yên din kirine. Di demên pêşî yên damezirandina Komara Tirkiyeyê de bo Elewiyan bayekê xapanok belav bûye. Sazûmaniya nû ya Tirkan dibistanên olî û terîqet qedexe kiriye, qaşo ketiye hewla laîsîzmê ango veqetandina karên olî û dewletê. Wê demê, Elewî bi sîmpatiyeke mezin pêrgî Komara Tirk dibin. Lewra Elewiyan gelek û gelek ji Osmaniyên sunnî zilm û zordarî dîtibûn. Li Kurdistanê jî herwiha Elewiyên Kurd gorî hêza xwe temsîlkariya îdeologiya damezrênerê komarê Mustafa Kemal Ataturk dikin. Hin serokên êlên Kurdên Elewî dest didin dewletê û li dijî serhildanên Kurdan şer dikin. Helbet vê rola lanetiya han ne tenê Kurdên Elewî, yên Sunnî jî carcaran lîstine. Mixabin ê me Kurdan jî birîna me ya birakujiyê hebûye û îro jî hêj ji holê ranebûye. Dibêjin bi qasî Almanan kesê birakujî nekiriye lê wan yekîtiya xwe ya neteweyî ava kirine. Şikestina yekemîn Komkujiya Dêrsimê vê bayê xapanok radiwestîne. Li Dêrsîmê gorî qeydên fermî yên dewletê û rojnameyên biyanî li dora 70 - 90 hezar Kurdên Elewî tên kujtin. Ên mayîn tên sirgûnkirin, talankirin û assîmîlekirin. Dêrsim dibe kuleka reş. Dewlet êdî hew dikare Kurdên Elewî bi laîsîzmê, kêmkirina hêza sunnîtiyê hwd bi hêsanî bixapîne. Elewî berê xwe didin çepgiran, hêzên sosyalîst û komûnîstan. Lê Dewleta Romê bi lez tevdigere û çepgiriyê bidest dixe. Ataturk serokê Partiya Komûnîst a Tirkiyeyê Mustafa Suphî, ji Azerbaycanê vedixwîne û li Deryaya Reş bi tevî 15 hevalên wî dide xeniqandin. Partiyeke sexte ya komûnîst ava dike û xwe jî wekî serokê wê dide pêşandin. Lê ev partiya han ti pêşketinekê çê nake. Ataturk partiya CHPê dadimezirîne (9ê rezberê 1923, Partiya Komar, Gel) û vê partiyê dike partiya dewletê. Ango wekî welatên komûnîst, ew jî sîstema yekpartîtiyê bingeh digire. Heya damezrandina DP (Partiya Demokrat) a Adnan Menderes, dîktatoriya CHPê heye. Parlamenter û berendam ji aliyê dewletê ve tên kivşekirin, hilbijartin nedurist in û kes nikare têkilê karê dewletê bibe. DP ne sedem lê encamek bû. Berên xelkê ji sîstema Kemalîst aciz bûn. Per-baskên îradeya gelên Anatoliyayê û Kurdistanê hatibûn şikandin. Êdî kesê nedikarî li dijî dîktatoriya nîjadperest a di bin fermana artêşê de dihate birêvebirin, têbikoşe, lewra di qada navneteweyî de jî ev komara nû hatibû pejirandin û ji aliyê rojavayiyan ve dihate parastin. Rojavayiyan kêm-zêde wiha digotin "Komara nû ya Tirkan laîk e, pêşverû ye. Erê, înkarkirina Kurdan dikin û zilmê li hevwelatiyên xwe dikin lê heger em piştgiriya kemalîstan nekin dê hê xirabtir bibe. Dê Osmanî xwe dîsa vejînin, komar an împeratoriyeke xurt çê bikin. Dê dîsa zagonên Îslamê serdest bigirin, xwe bi Şerîetê îdare bikin, ji cîhana berjewendiyên me dûr bikevin. Em çima pişta Kurdan bigirin? Çiyê wan heye? Yekîtiya wan nîne, pirr zêde oldar û paşverû ne. Avakirina sazûmaniya kapîtalîzmê li cem Tirkan, ji ya Kurdan hêsantir e. Baş e ku em alîkariya Komara Tirkiyeyê bikin û bikin bin siya xwe, bo berjewendiyên xwe bikarbînin". Hatina kapîtalîzmê û pêvajoya Şerê Sar Lê bi hatina DPê re rojavayî dibin du qor. Aliyekê piştgiriya artêşê û berdewamiya sazûmaniya yekpartî ya kemalîzmê dike yê din jî berevajî wê berjewendiyên cîhana kapîtalîst a rojavayê, di pêşdexistina demokrasiyê li Tirkiyeyê de dibîne. Di dîroka Tirkan de ji wan re "Bera Almanan û Bera Amerîkayiyan" tê gotin. Bera Almanan ango Ewropaya klasik, piştgiriya statûkoyê dike, ya Amerîkayiyan sistkirina statûkoyê rast dibîne. Dîroka 50-60 salên dawî ya Tirkiyeyê, ji pêşbaziyên van herdu beran pêk tê. Hin caran aliyekê bipêşdikeve, bo mînak cûntayên leşkerî lidardixe, carcaran jî hewlên demokrasiyê tên kirin. Bo mînak serokwezîr Adnan Menderes, Turgut Özal, Recep Tayyip Erdogan ji bera Amerikayiyan in û artêşa Tirk jî niha temsîliya bera statûkoparêz a Ewropayiyan dike. Menderes û Özal hatin kujtin. Helbet carcaran artêş jî dikeve kontrola bera Amerîkayiyan (wekî salên 90'î di bin fermandariya Dogan Güreş û di salên destpêka 80'î de di bin fermandariya Kenan Evren de). Di destpêka 90'î de Amerikayî bûn serdest lê wê demê Şerê sar bidawî dibû, Amerîkayiyan nediwêrin di wan mercên xeterdar û nazîk de, destûra bipêşxistina demokrasiyê li Tirkiyeyê, bidin. Di dema Şerê Sar de Elewiyan bi giranî dengên xwe didan CHPê lewra derfetekê din nebû. Elewiyan viya ji hezkirina xwe dikirin. CHPê wekî partiyeke legal a çepgiran didîtin û li bendê bûn ku rojekê ew ê baweriya Elewîtiyê bi fermî nasbikin. Her cara ku CHP dihat ser text jî Elewî rastî komkujiyan dihatin. Bo mînak komkujiyên Çorum, Gurgum (Mareş), Sêwas, Dêrsim. Qoçgirî, Stenbol-Taxa Gazî hwd. Elewiyan herçendî CHPê ewçend wan qirr dikir jî, xwe ji CHPê nediqetandin. Dixapiyan û ditirsiyan. Hin ronakbîr viya wekî "Sendroma Stockholmê" binavkirin ku qurbanî rojekê tê, dibin heyranê zalimên xwe. Salên 50'î bû sedem ku Elewî hinekê ji dewleta leşkerî bikevin şikê. Ji salên 50'î virde Elewî jî Sunnî jî ji xwe re kevneşopiyekê çêdikin. Kevneşopiya Elewiyan ew e ku dengên xwe didan CHPê, ji Ataturk hez dikirin. Elewî bo ku ji nîmetên dewletê sûd werbigirin, mecbûr bûn xwe di nava CHPê de bigirtana, lewra riyekê, kanalekê din nebû. Berjewendî û cihanên Elewî û Sunniyan hevûdu nedigirtin, nedikarîn werin ba hev. Partiya Elewiyan nikare bikeve parlamenê Piştî ku alîkarê serokê CHPê Onur Öymen pesnê Komkujiya Dêrsîmê da û heqaret li wan kir, Elewiyan bo cara yekemîn reaksiyonên mezin nîşan dan. Sê serokên şaredariyên parêzgeha Dêrsimê îstîfa kirin. Elewiyên Tirk jî nerazîbûnên xwe diyar kirin ku heya niha Elewiyên Tirkan di meseleya azadiya Kurdan de Kurd çi Elewî, çi Sunnî bin, piştgiriya dewleta xwe dikirin. Hin ronakbîrên Elewiyan behsa avakirina partiyeke xwerû ya Elewiyan kirin. Gotin "Çima yên hemiyan partiyên wan henin, a me nebe!?". Lê heger mirov statîstîkên KONDAyê bingeh bigire, dibîne ku partiya Elewiyan çi bike jî nikare bikeve parlamenê. Sala 1965ê jî Elewiyan yekdengî dengên xwe dabûn Birlik Partisi (Partiya Yekîtiyê) lê wê partiyê herî zêde 2,8 % deng wergirtibû. Li Tirkiyeyê bendê ketina parlamenê 10 %ê dengan e. DTP û partiyên berê yên siyaseta legal a Kurdan (di bin siya PKKê de) nekarîn bi serê xwe têkevin parlamenê, bi riya endametiya parlamentêrên serbixwe ketin meclîsê. Dê Elewî çawa bikaribin têkevin parlamenê.. Dîsa jî ev fikra han van demên dawiyê xweşê gelek Elewiyan diçe. Bi kurtî Elewî ne grûbeke homogen e. Wekî Sunniyan ew jî xwedî cuda cuda rengan e. Nêrîn û daxwazên Elewiyên Kurd û Tirk hema bigire êdî qet hevûdu nagirin. Elewiyên Tirk gelek nêzîkî nêrînên fermî yên dewletê bûne û yên Kurd jî roj ji rojê xwe dispêrin Kurdewariyê. Lewra dibînin ku çi Sunnî çi Elewî, dewlet ji Kurdan hez nake, mafên wan nade, wan dixapîne, wekî dijmin li wan miameleyê dike. Dewletê bi zû de ye xwe di nava Elewiyan de bicih kiriye. Weqfa Cem, Weqfa Ehlîbeyt, komeleyên Bektaşiyan û hin ên din rasterast pesnê dewletê didin. Federasyona Elewî Bektaşî hercendî hinekê mesafeyê dixe navbera xwe û dewletê jî, di pirsgirêka Kurd de, du dil e, di demên awarte de jî xwe dide aliyê dewletê. Ji ber wê ye ku Elewiyên Kurd bi salan in, xwe dispêrin PKKê û rêxistinên mihalîf. Bi fikra min Elewî dê dîsa jî CHPê bigirin û polîtîkayên dehan salan ên dewletê, ew hinekê jî mecbûr hîştine. Elewî dikarin riya dijwar bibijêrin û xwe nêzîkî tevger û partiyên legal ên Kurd bikin. Wê demê Kurd û Elewî bi hev re dikarin bikevin meclîsê û ev yeka han riya demokrasiyeke rastegîn vedike. Lê ne hêsan e û "cehşên Elewiyan" jî nahêlin. 4ê rêbendanê 2010 elxan.penaber@googlemail.com Êlxan Penaber