Nasname Ozgur Bireyler Toplulugu: Avhewa, hawir, xetereyên paşerojê û bêxwedîtiya Bakurê Kurdistanê Avhewa, hawir, xetereyên paşerojê û bêxwedîtiya Bakurê Kurdistanê ================================================================================ Êlxan Penaber on 26 Nov, 2009 01:59:00 Xebat ji aliyê WWFê ve hate kirin û encamên wê di 23ê sermawezê 2009ê de li München a Almanyaye hate diyarkirin. Karakterê guhertina klîmayê ne bi qasi ku em dizanin hêdî û sekanbar e. Hin fenomenên kavilker dê beriya 2050yê pêk bên. Dê erda me (dinya me) bêî ku şûnve vegere, germtirîn bibe. Di vê xebatê de herêm û cihên erdê yên herî zêde ziyanê bibinîn jî hatine kivşekirin. Herwiha nîşaneyên girîng ên dê di paşerojê de hê bêhtir rola xwe diyar bikin jî bûne mijara xebatê. Bo mînak helandina aysbergên cemseran (polanan), hişkesaliyên dawî li Kalîforniyayê (YDA), guherîna berbiçav a werzan, guherîna werza havînê li Hindistanê, kêmbûn û mirina daristanên Amazonê ûêd.Helîna qeşayiyên cemseran dê di nava 40 salan de kêm-zêde nîv metroyê ji hemberiya deryayan bilintir bike. Dê bahoz û lehî bibin belaya serê herêmên peravî. Herêmên peravan dê bêhtir ziyana guherina klîmayê bibînin, lewra bahoz û lehî di heman demê de pêk tên, wekî Hûrrîkana Katrîna ya 2005ê ya li New Orleansê xistibû. Xebatê da diyarkirin ziyana salane ya ev hûrrîkanan dide herêma New Yorkê dê heya sala 2050iyê bigihê 5 milyar Dolar. Pirraniya daristanên Amazonê dê winda bibin. Bêî ku mirov van daristanan xirab bikin, tenê klîma dê bibe sedema 70 % telefa daristanên Amazonê. Karbondîoksît dê 50 % zêde bibe ku ev bi serê xwe ji bo guhertina klîmayê bes e. Bi zêdebûna du pile germê 1,6 milyonkîlometroçargoşe daristanên baranê ji holê radibin. Dê havîn li Hindistanê biherime, di havînê de mûryaz û laser hebin. Dê ji germê, berf û cemedên çiyayên Hîmalaya jî para xwe bigirin, bihelin û ziyanê bidin 70 % ji xelkê Hindistanê, lewra çandiniya Hindistanê girêdayî ava çem û rûbarên ji Himalayê tên e. Bi vê xebatê ve zanist ji hikûmetan daxwaz dikin ku gavên bilêz bên avêtin, qet nebe ziyan bê kêmkirin. Tê xwestin ku welatên dewlemend heya sala 2020ê 40 % ji emîsyonên CO2-ê kêm bikin. Konferansa klîmayê ya NY ya li Kopenhagenê pêk hatibû jî heman daxwaz kiribû. YDA divê êdî serhişkiyê neke, bikaranîna xwe ya emîsyonên gazan a bêxem biterikîne.Tenê Amerîka û çîn, ji 40 % gazên xwezayê dikujin, berpirsiyar in. Ev herdu welat divê bi tevaya cîhanê nelîzîn. Serokdewletê nû yê Amerîkayê soz dabû ku ew dê guhertinan bike, Amerîka jî peymanên navneteweyî yên hawirparêz pesend bike.. Rewşa Kurdistanê malkambaxî ye Ji bo hêz û partiyên Kurdistanê problemekê wisa lûks e, ne hewce ye. çer hebe Kurdistan mêtingeh e û çarenûsa me ne di destên me de ye. Divê em li hêviyê bin ku welatê me azad be, ew ê safî bike. Bi taybetî statûya nepenî ya partiyên me yên Bakur avakirine, destûrê nade ku Kurd pirsgirêkên xwe yên rojane, neteweyî bînin ziman. Her yek ji wan xwedî şablonek e, divê bes jiyan di bin siya wan a bêkêr de be. Li seranserê Bakur bendavên avê tên çêkirin. Bendava Tirkiyeyê ya yekemîn Keban jî li Kurdistanê, li Xarpêtê bû. Sala ku bendav vebû klîmaya devedorê Xarpêtê hate guhertin. Berê berf û serma bû, paşê zivistan hate guhertin. Tirkan elektrîk difirotin Bulgaristan û îranê lê 87 % gundên Kurdan bêî kareba bûn, elektrîk nas nedikirin. Kes napirse çima Tirk yek bendavek jî li rojavayê çê nakin.T Tirk baş dizanin û bi zanebûn bendavan li Kurdistanê çêdikin. Temenê van bendavan herî zede 40-50 sal in. Piştî wê bendav pûç dibin, ava wan ji xîz û heriyê tê dagirtin. Ango ew herêm dimire. Ji qîrêjbûna cîhanê em ne berpirsiyar in. Welatê me kana av, çandinî û ajalvaniyê ye. Em na lê dagirker dixwin. Em heya niha xwedî li sirûşta Kurdistanê derneketin. Me bi hovîtî daristanen xwe xirab kirin. Me nepirsî ka çima li herêmên Tirkan daristanvan hene, dewlet nahêle li wir yek darek bêî kontrol bê birrîn lê li Kurdistanê nahêle daristanvan hebin. Bi hêviya ku partiyên me yên teral jî guh bidin guhertina klîmayê. Bi hêviya ku partiyên me jî pirsgirêkên hawirê bikin programên xwe û xwedî li xwezaya Kurdistanê derbikevin ku hêj nemiriye, di sekerata mirinê de ye. Wêne ji www.fnz.at 24ê sermawezê 2009 elxan.penaber@googlemail.com êlxan Penaber