Nasname Ozgur Bireyler Toplulugu: Kurdên sêwî û bêxwedî: Kurdên Xorasanê - Beşa I. Kurdên sêwî û bêxwedî: Kurdên Xorasanê - Beşa I. ================================================================================ Êlxan - Penaber on 23 Sep, 2009 07:38:00 Em Kurd hevûdu nasnakin. Ji Kurdan qesta min Bakurî ne. Erdnîgariya Kurdistanê, bajar û bajarokên xwe, rûbarên, çiyayên, kincên, govendên, ken û giriyên hevûdu nasnakin. Her yekê me xwedî partî û serokek e. Jiyana me bes di asoyên van partiyan de dibore. Bijî partiya min, xema min nîne Kurdistan! Bijî serokê min xema min nîne Kurdistan! Bijî polemîk û kariyerîzm, xema min nîne zimanê Kurdî! Ev e rewşa întelijansiya Bakur. Bi taybetî em Bakurî pirr zêde polîtîk lê gelek û gelek kêm Kurdewar in. Em ji bo îdeologiyên biyan ên xelkê canê xwe didin. Ji bo biratî bi Tirkan re, ji bo xatirê Ataturk dest ji doza Kurdistanê jî dikarin bikişînin lê nikarin li birayekê xwe yê Kurd werin rehmê. Rast e, hestên min ên derbareyê ronakbîrên Bakurî de gelek neyînê ne û pêwîst nake we xwendevanan jî aciz bikim. Ez ê hinekê behsa Kurdên Xorasanê bikim.Kurdistana Xorasanê Li Bakurrojavayê îranê dikeve. Di bin kontrola îranê de ye. Sala 2004'î parlamena îranê ji ber xetereya ku dahatuyê Kurd doza otonomiyê bikin, biryara parçekirina herêmê ya îdarî girt. Bi fermî Xorasan kirin sê parçe. - Bakurê Xorasanê ku navenda parêzgehê kirine Bocnûrd. - Başûrê Xorasanê ku navenda wê kirine Bircand - Xorasana Rezavî ku navenda vê parêzgehê jî kirine Meşed Cihên ku Kurd lê dijîn 184.144 km² mezin e. Li bajarên Qoçan, Şîrvan, Bocnurd, çinaran, Feruc, Bacgiran, Aşxane, Esferayîn, Dergez, Layen, Cevin, Mane, Simaqan, Radgan, Raz, Kelat û devedorên wê Kurd dijîn. Pirraniya Kurdên herêmê cotyarî û ajalvaniyê dikin. Ji ber şerê navxweyî yê Afxanistanê, zêdetirî 1 milyon Agxanî reviyane îranê û ji aliyê dewleta îranê ve pirranî li Xorasanê hatine bicihkirin. îran dixwaze bi guhertine nifûsê, Kurdan bihelîne, assîmîle bike. Li herêma Kurdan Rûbara Netrek heye. çiyayên wekî Hezarmizgeft, Binalod, Şahê Cîhan, Kivegîl zozanên Kurdan in. Kurdistana Xorasanê bi erdnîgariya xwe ya bêhempa, bi serhildanên xwe, bi mirovên xwe yên merd û mêvanperwer wekî parçeyek din ê Kurdistanê ye. Di destpêka sedsala 16emîn de nakokiyên mezin di navbera împeratoriya Osmanî û Dewleta Safewiyên şîa de derdikevin. Herdu alî jî hewcedarê Kurdan in. Bo cara yekemîn Osmanî û Fars ol û kêşeyan bikartînîn û bi wan Kurdan bera hevûdu didin. Kurdên Elewî û şîa xwe bi Farsan, ên sunî jî bi Osmaniyan ve girê didin. Kurdistan bo cara yekemîn dikeve şerê kirêt ê birakujiyê. Sala 1514ê de, artêşên Osmanî û Farsan li Deşta çaldiranê ya ku nêzîkê bajarê Tewrêz ê ye şer dikin. Di vê şerê (Şerê çaldiranê) de Osmanî biser dikevin, Kurdistan bo cara yekemîn tê parçekirin. Di dema Şah îsmaîlê Safewî, di salên 1598 - 1602 de ji rojavayê Gola Wirmê (Urmê), ji devedorên Gola Wanê, ji herêmên li başûrê çemê Erezê dikevin, ji Xoy, Mako û Dilmaqan (bi Farsî Salmas) hin eşîrên Kurd sirgûnî Qazwên, naverasta îranê û Xorasanê tên kirin. Ev sirgûn ji ber sedemên polîtîk dihatin kirin. Şahên Farsan dixwastin Kurdan li wargehên ûzbêkan bicih bikin, pêşî li êrîşên wan bigirin. Yek jî dixwastin yekîtî û hêza Kurdan xirab bikin, wan bêhêz bikin. îran di vê siyaseta xwe de biser ket. Di dema Şerê Cihanê yê II. û beriya damezirandina Komara Mehabadê Kurdên Xorasanê jî li dijî îranê ala serhildanê radikin. Di nava pêşmergeyên Feyzûlah Xanê Becranî (Becranlo) û pasdarên îranê de şerên têr xwînî diqewimin. Serhildana Xorasaniyan piştî şikestina Mehabadê jî didome. Sala 1948ê Becranlo mecbûr dimîne ku teslîm bibe. Bakurê Xorasanê ji destên serhildêrên Kurd derdikeve. Kurd sirgûnî Gulpayganê tên kirin. Dewleta îranê Becranlo sirgûn dikin. Baregeha wî Kela Hesen Şîrvan tê rûxandin. Seranserê Xorasanê baregehên leşkerî tên çêkirin. Feyzulah Xan sala 1952 jiyana xwe jidest dide. Serokên eşîran bo tevlîbûna sazûmaniya dewletê tên vexwendin. Hin ji wan vê daxwaza îranê dipejirinîn û tevlî hêza dewletê dibin. Wekî Qereçor Xan. Berxwedana eşîra Becranlo piştî mirina Feyzulah Xan jî didome. Kerîm Xan Becranlo êrîşên mezin dibe ser baregehên Farsan, heya bigire li dijî Şah sûîkastan organîze dike. Mixabin bi alîkariya hin cehşan tê jehrkirin, şehîd dikeve. Sala 1959ê li Meşedê radyoya Kurdî tê vekirin. Kurd hêdî hêdî bala xwe berdidin hişyariya neteweyî û çandî. Lê Fars jî nasekinin. Metodên Kemal Ataturk ê Tirkan diceribînin, li assîmîlekirina Kurdan, parçekirina hêza eşîretan digerin. Sala 1962 bi navê "reforma axê" bernameyekê çêdikin ku bi viya dixwazin otorîteya Xanên Kurdan ji holê rabikin, nakokiyê têxin nava eşîretan. Dewlet di vê programê de jî biserdikeve, pirraniya Xanên Kurd dibin berdestê Şah. Piştî reforma axê jiyana eşîrî û xwezayî ya Xorasaniyan sist dibe, pirraniya kesan xizan dikevin. Kurd ji gundan berî bi bajaran bar dikin. Li bajaran assîmîle dibin, bi Farsî diaxivin. Kurdên Xorasanê hêdî hêdî berî bi tunebûnê diçin. Dema şoreşa îslamî ya îranê pêk tê, êdî ti mecala Kurdên Xorasanê nîne ku dengê xwe derîne. Kurdên Kurdistana îranê jî ti qîmetê nadin Kurdên Xorasanê, wan bêxwedî dihêlin. Kurdên îranê wan wekî "reş û rût", "paşdemayî, koçber" binav dikin. Wekî demên berê rejîma îslamî jî dest bi siyaseta assîmîlekirina Kurdan dike. Seranser Kurdistanê metodên Kemal Ataturk tên meşandin. îran destûra perwerdeya bi Kurdî nade. Tê texmînkirin ku niha hejmara Kurdên Xorasanê li dora 2 milyonê ye. Ji wan 60 % li gundan, 35 % li bajaran dijî. Yên mayîn jî koçberiyê dikin. Pirraniya wan bi zaraveyê Kurmancî diaxivin. Dewleta îranê ti xizmetekê bo wan nekiriye. Mîkdara hilberînê gelek kêm e li Xorasanê. Bêkarî, bikaranîna maddeyên kêfê, şer bi Afxanî û Tirkomanan re gelek zêde ye. îran nahêle aboriya Xorasanê bipêş bikeve. Heya desthilatiya Şah Riza Xan kêm zêde otonomiya Kurdên Xorasanê hebûye. Heya têkçûna Mehabadê û bidawîbûna Şerê Cîhanê yê II. jî ala têkoşînê li Xorasanê daneketiye. Sala 1980 Nasrullah Bihadûranî ku bi navê "Hesptaran - Esptaran" yekîneyên wî yên pêşmerge hebûn, êrîş dibe ser baregehên leşkerî yên îranê. Şerên xwînî di navbera pêşmergeyên Hesptaran û leşkerên îranê de pêk tên. Bihadûranî û pêşmergeyên wî heya sala 1984 têdikoşin. Sala 1984, ew jî bi dek û fêlan tê jehrkirin, şehîd dikeve.