Nasname Ozgur Bireyler Toplulugu: Xebatek li ser misilmanên Almanyaya Federal Xebatek li ser misilmanên Almanyaya Federal ================================================================================ Êlxan Penaber on 02 Jul, 2009 04:50:00 Saziya koçberî û penaberiyê ya Almanyaya Federal, xebatek li ser misilmanên ji 49 welatan hatine, kir. 6 hezar kes tevlî vê xebatê bûn, ji wan hate pirsîn. Ev in hin ji encamên xebatê - Li dora 4 milyon misilman li Almanyayê hene - Selefa (prosenta) misilmanan gorî civaka Alman, 4,6 % - 5,2 % e - 55 % ji misilmanan hêj jî hevwelatiya xwe ya berê dihewînin - 45 % ji misilmanan xwedî hevwelatiya Almanyayê ne - Pirraniya misilmanên li Almanya dijîn, ji Tirkiyeyê û Kurdistana Bakur hatine. Hejmara Tirk û Kurdên Bakur li dora 2,5-2,7 milyonê ye. Ango 63 % ji misilmanan ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatine. - 98 % ji misilmanan li federedewletên berê yên Almanya (wekî Nord-Rhein Westfallen, Berlin hwd) cihwar bûne - Federedûgela herî zêde lê misilman dijîn, Nord-Rhein Westfallen e. Ji sê paran yek misilman li vir kom bûne. çiqas fûndamentalîst an oldar in? - 36 % ji misilmanan xwe wekî "kesên baweriya wan î olî xurt in" binavdikin - 50 % xwe wekî "bawermend" binav dikin - Jinên misilman ji mêrên wan bêhtir bawermend in - 20 % ji misilmanan endamên komele û saziyên olî ne - 76 % ji misilmanan daxwaza di dibistanan de dayîna dersên îslamê dikin Kijan gel radîkal-misilman e? - Koçberên herî radîkal Tirk û Afrîkayiyên Bakur in - Grûpa herî lîberal û bitolerans îranî ne Asta hêvotinê - Ji nav misilmanan grûpa herî kêm-xwendî Tirk in. îranî girîngiyê didin xwendîtiyê, zarokên xwe didin xwendin. Turban (cemedana îslamî ya jinan) - 7 % ji misilmanan bi navê "nemehremî"yê keçên xwe naşînin dersên werzîşê û avjeniyê (melevaniyê, ajberiyê, ajnêberiyê) - 10 %ji xwendekarên misilmanan bi navê "namûs û nemehremiyê" tevlî geşt û pîrozbahiyên dibistanê nabin - 30 % jinên misilmanan turbanê didin serê xwe Mixabin rêxistin, partî û saziyên me li dîasporayê tenê siyaseta popûlîst dikin. Ji bo întegrasyon, penaberî, koçberî, şîdeta li dijî jinan, pîşe, perwerdeya zarokan, fêrbûna zimanê zikmakî hwd ti alternatîvekê wan ê berbiçav nîne. Helbet di vir de sûcê mezin ê Apoyiyan e. Wan nehîştin ti tiştekê Kurdan ê rûniştî, Kurdewarî, nûjen, lîberal û zîrek bimîne. Encama têkoşîna xwe ya 30 salan de, tenê karibûn dexmeya terorîstiyê li me bixin. Wêne wdr.de 1'ê tîrmehê 2009 êlxan Penaber