Anasayfa | Yazarlar | Êlxan Penaber | Xebatek li ser misilmanên Almanyaya Federal

Xebatek li ser misilmanên Almanyaya Federal

Yazı boyutu Decrease font Enlarge font
image

Mixabin rêxistin, partî û saziyên me li dîasporayê tenê siyaseta popûlîst dikin. Ji bo întegrasyon, penaberî, koçberî, şîdeta li dijî jinan, pîşe, perwerdeya zarokan, fêrbûna zimanê zikmakî hwd ti alternatîvekê wan ê berbiçav nîne.

Saziya koçberî û penaberiyê ya Almanyaya Federal, xebatek li ser misilmanên ji 49 welatan hatine, kir. 6 hezar kes tevlî vê xebatê bûn, ji wan hate pirsîn.

Ev in hin ji encamên xebatê

- Li dora 4 milyon misilman li Almanyayê hene

- Selefa (prosenta) misilmanan gorî civaka Alman, 4,6 % - 5,2 % e

- 55 % ji misilmanan hêj jî hevwelatiya xwe ya berê dihewînin

- 45 % ji misilmanan xwedî hevwelatiya Almanyayê ne

- Pirraniya misilmanên li Almanya dijîn, ji Tirkiyeyê û Kurdistana Bakur hatine. Hejmara Tirk û Kurdên Bakur li dora 2,5-2,7 milyonê ye. Ango 63 % ji misilmanan ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatine.

- 98 % ji misilmanan li federedewletên berê yên Almanya (wekî Nord-Rhein Westfallen, Berlin hwd) cihwar bûne

- Federedûgela herî zêde lê misilman dijîn, Nord-Rhein Westfallen e. Ji sê paran yek misilman li vir kom bûne.

çiqas fûndamentalîst an oldar in?

- 36 % ji misilmanan xwe wekî "kesên baweriya wan î olî xurt in" binavdikin

- 50 % xwe wekî "bawermend" binav dikin

- Jinên misilman ji mêrên wan bêhtir bawermend in

- 20 % ji misilmanan endamên komele û saziyên olî ne

- 76 % ji misilmanan daxwaza di dibistanan de dayîna dersên îslamê dikin

Kijan gel radîkal-misilman e?

- Koçberên herî radîkal Tirk û Afrîkayiyên Bakur in

- Grûpa herî lîberal û bitolerans îranî ne

Asta hêvotinê

- Ji nav misilmanan grûpa herî kêm-xwendî Tirk in. îranî girîngiyê didin xwendîtiyê, zarokên xwe didin xwendin.

Turban (cemedana îslamî ya jinan)

- 7 % ji misilmanan bi navê "nemehremî"yê keçên xwe naşînin dersên werzîşê û avjeniyê (melevaniyê, ajberiyê, ajnêberiyê)

- 10 %ji xwendekarên misilmanan bi navê "namûs û nemehremiyê" tevlî geşt û pîrozbahiyên dibistanê nabin

- 30 % jinên misilmanan turbanê didin serê xwe

Mixabin rêxistin, partî û saziyên me li dîasporayê tenê siyaseta popûlîst dikin. Ji bo întegrasyon, penaberî, koçberî, şîdeta li dijî jinan, pîşe, perwerdeya zarokan, fêrbûna zimanê zikmakî hwd ti alternatîvekê wan ê berbiçav nîne.

Helbet di vir de sûcê mezin ê Apoyiyan e. Wan nehîştin ti tiştekê Kurdan ê rûniştî, Kurdewarî, nûjen, lîberal û zîrek bimîne. Encama têkoşîna xwe ya 30 salan de, tenê karibûn dexmeya terorîstiyê li me bixin.

Wêne wdr.de

1'ê tîrmehê 2009

êlxan Penaber

Yorumlar (1 gönderildi):

Eyyubî .. 18 Aug, 2009 12:31:31
avatar
Kek Êlxan,

Nivisa te pir giring e.Le belê, xuya dike ku bala xwendewanen Nasname nak$ine.Mehki niv bûye, hic kes $irove nake...

Ideolojiya Ewdoist her gaw elimiyaku bêje bi zmane Tirkî:

"Daglarin doruklarindan dogan gune$in ve ate$in cocuklari kavganin ve silahin namlusunun ucundaki gezinden ve de gozunden ve de bilmem neyinden...aldiklari gucle i$iklara kari$ip yaldiz yildiz ve de mildiz olup uctular."

Ci meseleyê Kurd li Elmanya, ci pirsa insanên Kurd li dor u berê li bajaran Metropola Tirk,qet derdê wan nine.

Le Ewdoist ne tenê usan e.We tu dibeji Yên ku hinek agahdarin hemu siyasetmedarên mezinin!

Her gaw hema dinya bi devê wan te weran kirin u saz kirin.

Hemu mezinin!

Hemu siyasetmedarin!

Pirsên picuk weke tu dunivisi ne i$ê wane.

Hemu ji Jakoben u Modern in haaa!

Yaaaa!

Kurdên çakma!

Kurdî heznakin!

Yorum yaz comment

Yorumlarınızı aktarırken kişi hak ve özgürlüklerine saygılı olmanın yanısıra, nitelikli görüş ve eleştirilerinizle katkı sunmanızı bekliyoruz. Katkısı olmayan, ilgisiz ve eleştiri sınırlarını zorlayan yorumlar yayınlanmayacaktır.

Güvenlik Kodu: