Şerê îmajê yê Kurdan û Dewleta Romê
Dewleta Romê bi wêneyan di qada nevneteweyî de Kurdan wekî paşverû, kêmhiş, qirêj, krîmînal, xurifî ûêd nîşan dide. Kurdan wekî neteweyekî bêdîrok, bêbingeh, ji terorîzmê re amade, hov dide pêşkêşkirin.
Dewleta Romê di şerê PKKê de kêmasiyên xwe der kir, artêşa xwe têkûz, sazûmaniya xwe çak, dîplomasiya xwe destxurt, aboriya xwe pêşketî kir. Xwe di warê şerê psîkologîk de, bihêztir kir.
Bi derketina înternetê ve, beriya beriyê xwe di wir de bicih kir. îro bi dehan zimanên cîhanê berevaniya xwe dike, li dijî malperokên Kurdan êrîşan lidardixe, îmaja xwe baş, a Kurdan nebaş dike.
Karmendên Dewleta Tirk dikevin forûmên navdar ên cîhanê ku bi giranî zimanên wan îngîlîzî ne, yan bi navên Kurdan an jî dijberên Kurdan propagandaya dewletê dikin.
Hûn ê bêjin "gelo çi di viya de heye, ma hemî dewlet wisa nakin?". Na hemî dewlet wisa nakin û ya min dixwast bêjim ev nebû. Erê bila bikin. Kurdan wekî dijmin dibînin û dijminiya xwe dikin. Lê viya bi bêbextî, bi derewan û bi nemerdiyê dikin.
Şerê wêneyan
Ji we re mînaka wêneya jor bidim. Ev wêne di ensîklopediya azad, di forûmên polîtîk ên navneteweyî û heya bigire di kovar û malperên me de jî cih digire. Qaşo ev wêne li Amedê hatiye kişandin. Li binê wêneyê dinivîsînin "Kafêxaneyek li Amedê, 1909". Hûn ê dîsa bêjin "ma di viya de çi heye?"
Ev heye ku ev wêne ne li Amedê lê li Stenbolê hatiye kişandin. Kesên rûniştî ne, ji cil û bergên wan kivşe ne ku ne Kurd in, Tirk in. Ji xwe daîreyên şerê psîkolojîk ên Tirkiyeyê viya ji bo wê dikin.
Ango dixwazin bêjin û dibêjin jî "Amed ji berê ve wargeheke Tirkomanan e. Binêrin di destpêka sedsala 20emîn de li Kafêxaneyan kesên cil û bergên Tirkan li xwe kirine, rûniştine".
Binêrin
http://en.wikipedia.org/wiki/File:The_short_cut_to_india_(1909)._caffeeshop_in_diyarbakir.png
Ev wêne ji aliyê David Fraser ve di kataloga bi navê The short cut to India the record of a journey along the route of the Baghdad railway de, bi navê Coffe shop in Istanbul, 1909 hatiye kişandin. Ango li kafêxaneyeke Stenbolê hin hemalên Tirk rûnîştine û David Fraser jî fotografê wan kişandiye.
Binêrin li rastiya wê:
http://www.istanbulfotograflari.org/kart.foto1791.htm
Herwiha:
- Peçevi Tarihi rêzepirtûk:1 rp: 258
- Güvercin. Hikmet Altınkaynak hejmar 46–47 rp:11- Türk Halk Kültürü Araştırmaları R. Bahar Akarpınar rp: 22–23
- Edinburgh ; London : W. Blackwood and Sons, 1909.
Vê fotografê bi navê Tommiks tevlîkarekî Wîkîpediyayê li beşa îngîlîzî tomar kiriye û gotiye ev wêne li Diyarbekirê hatiye kişandin. Beşên zimanên din jî ji wir wergirtine û wisa belav bûye.
îcar Tommiks kî ye? Bi lêkolîneke kurt mirov hema dikare bi kesayetî û mîsyona wê pêderbixe. Serî heya binî gotarên dijberiya Kurdan dike nivîsandiye. Dîsa vî kesî di forûmên zanîngehên DYAyê de Kurd wekî eşîreteke paşdemayî yê Ereb û çîganan (mitirb, aşiq, qereçî) daye nîşandan.
Hin mînak ji xebatên Tommiks:
- Bi navê "Hamas a Kurdên Tirkiyeyê" (gelo we rêxistinekê bi vî navî li Bakur bihîstiye?) rêxistinekê daye belavkirin
- Kujeriya namûsê li cem Kurdan (hûn ê bêjin Tirk qet kesê nakujin û pirr paqij in)
- Kurd wekî eşîretekî Ereb-çîganan daye nîşandan
- Bi navê "wêneyê keçikek Kurd" resmê keçikeke Afrîqayî belav kiriye
- Sedemê Komkujiya Dersîmê, meseleyekê namûsê daye nîşandan
- Komkujiya Ermeniyan xistiye para "Kurdên hov û paşdemayî"
Tommiks ne yek in, ne du, ne jî hezar. Bi hezaran peyayên dewletê sibeyê heya êvarê bi hemî alavên ragihandinê û bi hemî zimanan îmaja Kurdan reş dikin. Ew karê xwe dikin.
Kurdê me çi dikin?
Ew jî ketine bin bandora medya û çapemeniya Dewleta Romê. Rojevan Tirk tesbît dikin, zanayên me Kurdan jî bi me didin xwarin. Berê jî wiha bû, îro jî wisa ye.
- Dikevin bin siya medya û çapemeniya Tirkan
- Rojevên me Tirk çê dikin ew jî dubare yan şîrove dikin
- Li bingeha rastiya agahiyan nakolin
- Materyalên xwe ji kanên bêbawer ên Tirkan werdigirin
- înternetê ji bo xêrê bikarnayînin
- înternetê ji bo polemîk, mirîdiya partiyan bikar tînin
- Bi zimanên mezin ên cîhanê nizanin an guh nadinê
- Ti carî bala xwe nedane pisporiyê, pisporbûnê
Dewleta Romê bi wêneyan di qada nevneteweyî de Kurdan wekî paşverû, kêmhiş, qirêj, krîmînal, xurifî ûêd nîşan dide. Kurdan wekî neteweyekî bêdîrok, bêbingeh, ji terorîzmê re amade, hov dide pêşkêş kirin.
întelîjansiya me ne bi viya baş dizane ne jî dikare alternatîvekê biafirîne. Ya herî sosret jî, tevlî kirinên Tirkan dibe, bêî zanebûn binê xwe dikole.
Di Wîkîpediyayê de ketiye nava wêneyên bijarte yên portala Kurdistanê ya beşa îngîlîzî jî. Gelek malperên Kurdan jî rabûne wekî merîfet, ev wêne bi me dane xweşkirin.
RTüK, TDK ên Kurdan
Werin em beriya ku nûçeyan lêbarbikin an çêbikin hinekê bi hişyarî tevbigerin. Gelek caran li Nasnameyî jî kesên bingeh tarî polemîk û paşgotiniyan lidardixin û em jî tên lîstikên wan.
Werin em jibîr nekin ku sedsala 20emîn bi dawî bûye û em ketina serdema nû ya agahiyê ku bi alavên ragihandinê bipêş dikeve. Werin em cîhana xwe ya sîbernetîk hinde têkûz bikin.
Me hene bi hezaran malper ên rengrengî lê zimanê wan an Tirkî ne yan bi Kurdiyeke sosret in. Werin em hêdî hêdî RTüK (saziya kontrolkirina medyayê ya Romê) û TDK (saziya kontrolkirina ziman a Romê) ên xwe jî ava bikin.
Her yek ji me bi devokê gundê xwe dinivîsîne û em zimanê Kurdî qetil dikin. Em bi xwe ketine dafikên (xefik) Romê, tên xapandin û pêlîstin, dixwazin gelê xwe jî bixinê.
Xwezî erdhejekê li întelîjansiya me Bakuriyan bixista û ûrtê wê biqeliya daku neteweya Kurd ji wê bifilitiya, li çareya serê xwe binêriya.
31'ê gulanê 2009
elxan.penaber@googlemail.com
êlxan Penaber



Yorumlar (0 gönderildi):
Yorum yaz