Di navbera Xelîl û Celîl de, AKP
Heger rastiya viya hebe, dê hikûmeta AKPê di nava çarçoveya sazûmaniya ûnîter a Romê de, hin gavan bavêje. Dê mafên neteweyî yên Kurdan neyên dayîn, tenê mafên ferdî hinek bên başkirin.
Gelo di tûrê AKPê de xêrek ji bo Kurdan heye?
Gorî gotinan hikûmeta AKPê, van demên dawiyê di xebata lêgerînên çareserkirina 'pirsgirêka Kurd' de ye. A rastî ji ber ku li Tirkiyeyê artêş desthilatdar e û desthilatiya herî mezin artêş e, mirov dikane vê xebatê wekî "nêrîna nû ya artêşa Tirk" binirxîne.
Serokkomar Abdullah Gül (bixwîne wekî Gîûl) gotibû "dê di demekê kurt de, ji bo kêşeya Kurd gavinên bên avêtin". Serokwezir Erdogan jî di axavtineka xwe de riya Ewropayê di Amedê re derbas kiribû.
Tiştê em dizanin, hikûmeta AKPê dixwaze hin reforman bike. Viya ne ji bo Kurdan, ji bo pêşketina jêrtirîn-demokrasiyê û qelskirina desthilatiya artêşê dixwaze.
Erdogan temsîliyeta kapîtalîzma Anatoliyayê dike û ku ji Partiya Demokrat a Adnan Menderes (hatibû xeniqandin) heya niha nakokî û pêşbazî bi artêşê re berdewam e.
Komara Tirkiyeyê li ser du hîman hatiye avakirin: înkariya Kurdistanê û înkariya çînên civakê. Komarê ji jorve berî bi jêr, dirûv dida civakê. Li hemberî xwe ti astengî nedixwast. Heya sala 1940'î komkujî hebûn. Piştî wê jî bi destdanîna desthilatiyê ya artêşê û dîktatoriyê jiyana xwe domand.
Ji van pêkutiyan karsazên piçûk û nîv-mezin ên Anatoliyayê ku daxwazên xwe bi îdeologiya Tirk-îslamê ya Osmaniyan dianîn zimên jî, para xwe girtin. Partiya Demokrat a Menderes, partiyên di bin serokatiya Necmeddîn Erbakan de hatine damezirandin û AKP, ji vê kevneşopiyê ne.
Divê mirov bipejirîne ku ti partiyekê bi qasî AKPê gavên wêrekî (çi bi xwe xwestine, çi Amerîka û Ewropayê daxwaz kirine, çi jî artêşê ferman daye) neavêtine. Dîsa tişta ku me pê derxistiye, AKP partiyeke yekdeng nîne, di nava rêveberiya wê de berên kemalîst-nîjadperest hene û meseleya Kurdan de ne ti dilxwaz e. Mirov dikare pêlên bêîstîkrariya AKPê wisa şirove bike.
Dîsa jî heger bingeha kurtepistan hebe, AKP ketiya hewla hin xebatên ku Amerîka û Ewropa jê dixwazin. Ewropa û Amerîka ango NATO, Kurdên Bakur bingeh nagirin û wan dihêlin jî rehm û bexta Romê re. Tenê dixwazin ku hin mafên çandî ji Kurdan re bên dayîn ku aş bibin, pê bixapin.
çi ye ev xebat, çi ye ev kurtepist?
Parlamenterên DTPê bi giregirên hikûmeta AKPê re axivîne û wan ji devedorê xwe re gotine. Wekî nûçe di rojnameya kemalîst û nîjadperest Hurriyetê de jî cih girt. Bi navê (an kod navê) Zeynep Gurcanli rojnamevanekê (an karmendekê dewleta veşarî ya Tirkan) derbarê lêgerînên AKPê de nivîsarekê nivîsî.
Heger rastiya viya hebe, dê hikûmeta AKPê di nava çarçoveya sazûmaniya ûnîter a Romê de, hin gavan bavêje. Dê mafên neteweyî yên Kurdan neyên dayîn, tenê mafên ferdî hinek bên başkirin.
- Damezirandina enstîtuyên Kurdî.
- Rakirina astengiyên li ser TVên prîvat û herêmî
- Wekî dersên bijarî plankirina perwerdeya Kurdî
- Şûnvevegerandina navên erdnîgarî yên navçe û gundan
- Rakirina qedexeya li ser bikaranîna Kurdî li girtîgehan
- Rakirina qedexeya li ser wergirtina navên Kurdî
Dibêjin artêşê gotiye:
- Bila navên enstîtuyan nebin 'Enstîtuya Kurdî" bibin "Enstîtuya çandên herêmî" yan Kurdî di bin navê "Zimanên îranî" de bê dayîn.
- TVên prîvat û herêmî yan bernameyan bi wergera Tirkî biweşînin an jî Kurdî bi nivîskî nedin. Lewra bi nivîsdayînan Kurdî bipêşdikeve, standardîze dibe.
- Dersên hilbijarî tenê li hin bajarên mezin ên Tirkiyeyê bên danîn. Kesên li cihên din dijîn heger bixwazin fêrî Kurdî bibin dikarin werin xwe li van dibistanan qeyd bikin. Bo zarokên xizanan dibistanên starê (yatili mekteb) werin vekirin. Dewlet dikare li van dibistanên starê pêşî li pêşketina ruhê Kurdperweriyê bigire, xwendekaran kontrol bike.
- Bila navên ji sala 1950'î şûnde hatine guhertin werin vegerandin, ên beriya wê wekî xwe bimînin. Navên bajaran neyên vegerandin û di navên wan ên berê de normên rêzimana Tirkî werin berçavgirtin.
- Ji bo kontrolkirina hevdîtinên girtiyan bi xizmên xwe re, paragoyên (gardiyanên) ku bi Kurdî jî dizanin werin terxankirin.
- Navên Kurdî dikarin werin wergirtin lê divê bi alfabeya Tirkî bin, wateyên cudaxwaziyê nehewînin. Paşnav divê sed selefî bi Tirkî bin. Ti carî destûra wergirtina paşnavan bi zimanên din neyê dayîn.
Xûya ye, ew ê li Bakur bi destên Apoyiyan pirsgirêka Kurd çareser bikin. Lê artêş heya çirkeya dawî li ber xwe dide. Armanca artêşê ew e ku Kurd heya derfet hebin bêî îrade û maf bimînin. Heger nebû jî bi hin mafên çandî bên qayîlkirin.
Bi rastî jî karê AKPê dijwar e. Ji aliyekê ve sermayeya Anatoliyayê, ji aliyê din ve artêşa Romê. Heger herduyan bigire û Kurdan berde, îcar jî demokrasî nayê û viya jî NATO naxwaze.
Heya niha bi awayekê desthilatiya xwe meşand. An ew ê hin tiştan ji bo Kurdan bike û xişma artêşê û konservatîvên Tirk-îslamîst ên Anatoliyayê bikişîne ser xwe, yan jî ew ê Kurdan berde xwe ji cîhana rojava derîne.
A ji Kurdan re dikeve, ne derxistina astengiyan, lê sûdwergirtin û hişyarî ye. Bi lezî alternatîvekê ji bo Bakur divê. Apoyî û berên kedîkirî yên bêî per-baskan me dibin koletiyê.
Wêne:kimich.de
15'ê gulanê 2009
êlxan Penaber



Yorumlar (0 gönderildi):
Yorum yaz