Nasname Ozgur Bireyler Toplulugu: Kes nikare Kurdên Bakur bike qurban! Kes nikare Kurdên Bakur bike qurban! ================================================================================ Êlxan Penaber on 05 Apr, 2009 05:22:00 Dagirkerên me rojeva me didin ber me, dibêjin "ha ji we re, hela hûn çi difikirin, gelo em berê li we bixin û paşê we bixwun an we berê bixwun û paşê li we bixin? De ka raman û biryarê bêjin." Berê ajansên Kurdî viya diweşînin. Bi lezî rojname, kovar û medyayên Kurdî van nûçeyan dixemilînin. Ev e çapemenî û medyaya Bakur. Dor tê dora "ronakbîrên malnişîn nabin". Evana ji ezelê heya ebedê zana û ronakbîr in. Her tiştî dizanin. Civaknas in, derûnînas in. Helbestvan, rojnamevan, nivîskar, dîroknas, endezyar, kardiyolog, kozmonot heya bigire olnas in. Tişta nezanibin nîne. Her yek ji wan pişta xwe dane ber û partiyekê. Ev e rewşenbîriya Bakur. Partiyên Kurdan ne biserdikevin, ne têk diçin, ne xizmetekê dikin, ne dihêlin xizmet bê kirin. Wekî qeraseyên berateyan xwe çepilxwarkî avêtine ser gelê Kurd. Xelk di bin wan de bêzar, bêbêhn û bêhevî bûne. Ev e partîgeriya Bakur. Sal diborin, dehan sal, çilan dal derbas dibin, ronakbîr ronakbîr, partî partî, serok serok dimîne. Kurd dîsa bindest, Kurdistan dîsa malê talanê ye. Neteweya Kurd roj ji rojê bêhtir qels, xizan, bêperwerde dibe. Kurdî dibe zimaneke windabûyî. Kurdistan vala dibe. Sirûşta Kurdistanê tê tunekirin. Ev e rewşa Bakur. çi bû, bû, ji nişka ve Amerîka û Tirkiye li me hatin rehmê. Ergenekoniyên ku amadekariya genosîda Kurdan dikir dan sekinandin. Herçendî dosyaya Kurdistanê venekirin û vepixandin jî û herçendî wekî nimûneyan be jî, endamên vê rêxistina dizî ya Dewleta Romê hatin girtin. Ji nişka ve TRT 6 vekirin. Behsa perwerdeya Kurdî li zanîngehan tê kirin. Şivan Perwer ket hewla vegera Tirkiyeyê. Hilbijartinên şaredariyan hate kirin û destên DTPê dîsa hat xurtkirin. Niha jî behsa "Konferansa Kurd" tê kirin. Rojname, nivîskar û kes-kûsekê nîne ku behsa vê konferansê bike. Hûn ê bêjin azadiya Kurdistanê nêzîk e. Hûn ê bêjin Roma Reş bûye Roma Spî. Hûn ê bêjin Amerîka bûye milyaket. Hûn ê bêjin Başûrê Kurdistanê her tiştê xwe safî kiriye, Kerkûk kiriye nava axa bav-kalan, xelkê xwe têr û bextewar kiriye, niha jî dixwaze Bakur azad bike. Gelo wisa ye? Helbet na. Li Bakur tevgerên Kurdan têk çûn. 30 sal in Kurdan hebûna xwe dan PKKê. PKK ket destê öcalan û ew jî kete destê Roma Reş. Destê Dewleta Tirk di nava çepgir, îslamperwer û rastgiran de bû. Carnan destê xwe dixist nava tevgerên Kurdan jî lê destê wê dihate birrîn. Lê, bi dîlgirtina öcalan bextê wê bilind bû. Niha ew in li meydanê. Amerîka ye, Tirkiye ye, cîhana Ereban û îran e. Ji xwe re gorî dilên xwe dîzayneke nû çêdikin. ên din hemî berdest in, bêî vîn in. Hêzên Başûr jî bila pozbilindiyê nekin lewra ew jî berdest in. Gelo ma xirab e ku konferanseka Kurdan çê be? Na. Hemir me Kurdan nekaribû bi hêz û keda xwe konferanseke neteweyî lidarbixin, misteheq e ku xelk werin ji me re bikin. Bila ti partiyekê Kurd nebêjin "em na lê yên din berpirsiyar in". Na. Ji PDK-îraqê heya PSKê hemî jî sûcdar in. Ji bo partiyên xwe her tişt kirin lê hewla xebatên neteweyî yên "ser partiyan re ne" nekirin. Carnan PKKê xebatên yekîtiyê xirab dikir, carnan jî partiyên Başûr. Dikarim qet nebe mînakên ez pêdizanim bêjim lê bi we jî eyan e. Partiyên me di pêşbaziyê de têk çûn. Başûriyan diviya bû roja ku Amerîka kete îraqê dest bidana ser axa bav û kalan, Kerkûkê. Amerîkayê karê xwe bi wan da meşandin, xilas kir û got "hûn kê ne!?". Amerîka dîsa vegeriya ser hevbendiya klasîk bi Tirkiye û Ereban re. Niha Amerîka dîzaynê dide Kurdan. Bila bide. Dibêjin "çareserkirina herî xirab ji bêçarebûnê baştir e". PKKê Bakur û Kurd herimand. 30 sal in serekê xapanok dimeşîne û mala me mîrat kiriye. Alternatîvekê nû heye lê hêj gelek qels û lawaz e. Newêre derkeve meydanê lewra naxwaze xetayên bav-kalan dubare bike. Dem pêwîst e. Hemir ev şerê li Bakur xapanok e, hemir şer ziyanê dide me, baş e ku çê-xirab aşitî û aramiyekê were. Hema kê dike bila bike, ji me re aşitî lazim e. Bila bihêlin Kurd birînên xwe sax bikin. Bila aboriya xwe baş bikin. Bila ji şehîdên xwe re goran çêbikin, windabûyiyên xwe bibînin. Konferans wiha dibin? Gorî ajansekê, serok Barzanî gotiye "xebera min ji konferansê nîne, min jî di çapemeniyê de xwendiye". Dibe ku ev nûçe ne rast be, nizanim. Lê tişta ku min fêhm nekiriye, serencama amadekariya vê konferansê ye. Xebera kesê jê nîne. Ti amadekariya kesê nîne. Kê vexwendine ne kivşe ye. Dem, cih, lijne, naverok, aktor hwd ti tiştekê kivşe nîne. Ya rastî kesê konferanseke bi vî rengî nedîtiye. Qaşo konferanseke Kurdan a bi giştî ye. Konferanseke neteweyî wisa nabe. Konferans bi dizî û îllegalî nabin. Herkes nûnerê xwe dişîne wir û diaxive. Di dawiyê de li yekkirinekê digerin û wekî daxwaza hevpar a tevkaran daxûyaniyeke fermî tê îlankirin. Lê îcar ne wisa ye. Bi hesaban dê ev konferans di vê mehê de were lidarxistin lê hêj haja kesê jê nîne. îhtîmal in ku: - Dereweke vik û vala be û bi biharê re dixwazin PKKê bilî û gêj bikin - Amerîka, Tirkiye, îran û îraqê lihevkiribin ku dîzaynekê bidin Başûr û Bakur - Planeke împeryal a Tirkan be û dixwazin çarenûs û paşeroja Kurdan bixin bin siya Romê - Plana bêçekkirin û jiholêrakirina PKKê be û dixwazin viya bi alîkariya Kurdan pêk bînin - Lihevhatinek be ku federasyoneke sist bo Başûr û mafên kûltûrî bo Bakur bike armanc û bixe bin siya Tirkan - Ew ê rojekê bikin lê bi viya dixwazin reaksiyonên neteweyî yên Kurdan bipîvin Bila neyên jibîrkirin - Bakur ji hemî parçeyên din mezintir e - Ne qedera Bakur lê ya Başûr bi Bakur ve girêdayî ye - Raûnda herî dawî û bingehîn a têkoşîna azadiya Kurdistanê li Bakur tê dayîn - Tirkiye ne îran û îraq e, Amerîka, Ewropa û NATO ye. Ji ber wê ye ku karê Bakur ji yê hemî parçeyên din dijwartir e - Bakur herçendî 30-40 sal in PKKê tehrîbatî kiribe jî, piştgiriya Başûr dike bi destketiyên wê serbilind dibe. Dengê Barzaniyê Nemir her diçe li Bakur bilindtir dibe. - Bakur ji aliyê jiyana civakî û nûjeniyê ve ji Başûr pêşketîtir e. Herwiha azadiya jinan jî ji ya Kurdistana Azad zêdetir e - Potensiyelên Bakur bi her awayî ji yên Başûr zêdetir in Bila wekî serhildanên berê, neyên xapandin Heger ez ji serî heya binî şaş im, bila amadekarên vê konferansê sererast bikin. Bila rayedarên Bakur di paş perdeyan de bi dijminên me re dek û dolavan negerînin. Ji dîrokê divê ders werin derxistin. çawa Seyîd Riza bo hevdîtinan vexwendibûn û dîl girtibûn. çawa soz dan Şêx Seîd ku hêj goristana wî jî nîne. çawa bi navê biratiya îslamê em kirin sêwiyê ummetê. çawa em bi biratiya Kurd û Tirk vekişandin meclîsa Romê û yeko yeko xeniqandin. çawa bi destê kurmê darê, Elîşêr Beg û Zerîfe Xanim kujtin. çawa Bozan Beg bi destên Mihemedê Kurdelîfê (Qereyilan) dan kujtin û paşê ew jî kujtin birin avêtin camiya Dîlokê. Bila bi soz û peymanên dijminan nexapin û bi hişyarî tevbigerin. Bila Başûrî nekevin paş perdeyên Bazirganên Helebê Em 20 milyonên Bakurê, ji dil piştgiriya Başûr dikin. îro dibe ku ji ber xizanî û perîşaniya têkçûnê, nekarin aîkariyeke fîîlî bikin lê dê rojekê bibe. Em miletek in û bixwazin-nexwazin çarenûsa me bi hev ve girêdayî ye. Bila hin siyasetmedar wekî ticarên Helebê nekevin nava giltên mîhan, bi şerefa gerîllayên Kurd nelîzin. Li ser teslîmkirina gerîllayan nekevin bazarên firotinê. Apo tiştek e, gerîlla tişteke e, herdu ne yek in. Gerîlla ji bo azadiya Kurdistanê derketiye lûtkeyên çiyan. Xûşk-birayên me, zarokên me ne. Mafê kesê nîne bêje "werin teslîmê dijmin bibin". Rast e, öcalan bi hêviyên wan lîst û doza wan pûç derxist, lê em Kurdên Bakur jî hêj negihîştine azadiyê. Werin çi bikin? Dikeve serê we? We rejîma Saddam têkbir, pêşmergeyên we vegeriyan malên xwe û neviyên xwe mezin kirin? Niha çi dikin? Filîstînî û îsraîliyan bi hev kirin, gerîllayên El Fetîhê vegeriyan malên xwe û pez-dewar xwedî kirin? Na. Gerillayên El Fetîhê bûn hêzên ewlekariya Filîstînê. Bûn polîs, leşker, mîlîs û gelê xwe parastin. Pêşmergeyên we herwiha bûn hêzên parastina herêmê. çima hûn viya ji bo me layîq nabînin? çima hûn me teslîmê dest û lepên Roma Reş dikin? çi heqqê we heye? Eyb e ku hin rayedarên Başûrî bibêjin "dewleteka Kurd xeyal e". Xelkê bêje xeyal e yan ji ber kirinên we bûye xeyal? We heya niha bo avakirina dewleteka Kurd a serbixwe çi xebat kiriye? We ji bo yekîtiya Kurdan çi kiriye? Em we rexne nakin. Me bo demekê dev û çavên xwe girtine, heya hûn derkevin rojên fireh naaxivin. Lê jibîr nekin ku Kurdistan ji we mezintir e. Bakurê Kurdistanê dikare serî bi NATOyan re bikişîne. Hûn Bakur nasnakin, bi problemên Bakur nizanin. Hûn Bakur wekî xemleke bênirx a têkoşîna neteweyî dibînin. Ne rast e. Bila PKK şer rawestîne lê Rom jî gavan bavêje PKK hatiye wê radeyê ku êdî tiştekê naxwaze. Bi giranî ketiye bin kontrola öcalan û Dewleta Romê. Şerekê provokatîv û xapanokî dimeşînin. Ziyanê didin me. Lê ev ne sûcê gerîllayan e. PKK bila ji Başûr derbikeve. Lewra li wir tiştekê nakin, tenê dibin sedem ku îran û Tirkiye Başûrê Kurdistanê bêîstîkrar bikin. PKK tenê mafên kûltûrî dixwaze û ji bo wê jî şerê çekdarî hewce nake. Em ji dîroka Kurdistanê dizanin, roja ku Kurd qels ketin, dijmin êrîş tîne û komkujiyan dike. çi sedem û nîşane heye ku îcar neke? Gelo dê Amerîka û Ewropa were me biparêze? Amerîka û Ewropa nebû Kurdistan parçe parçeyî kirin û avêtin devê barbaran? Herî kêm divê evana bibin - Kurd û mafên Kurdan bikevin destûra bingehîn a Tirkiyeyê - Bi şerefa gerîllayan neyê lîstin - Hemî girtiyên polîtîk ên Kurdan werin serbestberdan - Navên erdnîgarî yên Kurdan şûn ve werin vegerandin - Dewlet dest ji polîtîkayên pişavtinê bikişîne - Sîstema cerdevaniyê were betalkirin û cerdevanên sûcê şer kirine bên darizandin - Kurdî bibe zimanê fermî û perwerde li Kurdistanê qet nebe ji du paran yek bi zimanê zikmakî be - Kurd bi xwe bikaribin xwe biparêzin, hêzên polîs bi giranî ji Kurdan bin (li Kurdistanê) - Cihê Kurdên windabûyî werin gotin û bi merasîmên fermî werin definkirin - Ji PKKê û Dewleta Tirk, komên şer ên îllegal werin betalkirin - Ziyanên gundiyên gundên wan hatibûn rûxandin bên dayîn û riya vegera wan were vekirin - Astengî û qedexeyên pêşiya xebatên siyasî, çandî û hunerî yên Kurdan werin rakirin - Polîtîkayên şêlandina Kurdan ên ji damezrandina komarê heya îro hene werin rakirin, riya pêşketina aboriyê were vekirin. Navê konferansê eşkere bikin Konferansa Kurd e yan "Konferansa bêçekkirin an jiholêrakirina PKKê ye"? Bi rastî çi ye? Konferans e yan civîneke ji bo rewakirina biryarên Amerîka-Tirkiye-îran û îraqê bo Kurdan e? Konferansa firotina Bakur e, yan edilandina Bakur e? Konferans e yan dafikek e? Konferans e yan civîneke îllegal e? Konferanseke bixêr e yan bêxêr? Nasname jî dê deklerasyonekê ava bike. Em wekî platformeke azad piştgiriya ramana azad dikin. Derbareyê konferansa Kurd de jî herwiha deriyê xwe ji hemî pênûsan re vedikin. Em şer û şîddetê naxwazin. Lê em bindestî, xapandin, birakujî û koletiyê jî naxwazin. Em naxwazin parçeyên Kurdistanê ji bo berjewendiyên xwe hevûdu bifiroşin. Ji me re di hevbendiyên herî hindik de yekdengî, di xebatên neteweyî de yekîtî divê. Fermo hûn jî gotinên xwe bibêjin. elxan.penaber@googlemail.com 5'ê avrêlê 2009 êlxan Penaber