Xwê ziyandar e lê bêî wê jî nabe
Tê zanîn xwê wekî sedemekê xitimandina demaran, tetikandina LDX - B (Lêdana xwînê - Bilind, hîpertansiyon) û mirina masûlkeyên dil (qeyrana dil, înfarkta dil) tê zanîn û bi taybetî kardiyolog bi tundî nexweşên xwe temî dikin ku kêm xwêyî bixwin.
Di kovara psîkologî û tevgerê ya Zanîngeha Iowa ya YDAyê de raportek derbareyê xwê (xoy, sol, xwey) de hate weşandin. Xwê wekî antî-depresaneke xwezayî hate binavkirin.
Di lêkolînên li ser ajalan de hate pêderxistin ku kêmbûna xwêyê wan di çalakiyên hezkirî de sist dike. Ev yeka han herwekî nîşaneya depresyonê ye jî.
Wîkîpediya Kurdî depresyonê wiha dide nasandin:
"Depresyon, xemgînî, ziravcanî, kelîn û keserkişandineka kûr e. Gorî hin wêjezanan heger depresyon nebaya, dê ewçend berhemên wêjeyî yên bêhempa jî nebana. Hestên mirov ziravcanî bûye, mirov ketiye xemgîniyeka kûr. Heger depresyon negihîştibe asta klînîk, ango nebûbe klînîk depresyon normal e. Di nava gel de bêhna kê teng dibe, jê re bi şaşî dibêjin "ketiye depresyonê". Rast e, depresyon bêhntengîbûn e, lê bêhntengîbûneke dirêj e û hin taybetiyên wê hene. Bo mînak melankolî hergav tevlî depresyonê ye."
Klînîk depresyon: "Klînîk depresyon, asta depresyonê ya herî bilind e û wekî ji navê wê tê fêhmkirin, klînîk e ango bûye karê klînîkê. Klînîk depresyon yek ji nexweşiyên psîkolojîk e.
Xemgînî, melankolî , kelîn û keserkişandinên kûr êdî ji kontrolê derketiye û jiyana mirov xistiye astengiyan. êdî sîmptomên organîk jî destpêkirine, wekî serêş, jarbûn an qelewbûn (stûrbûn, xurtbûn), bêxewî, bêmadeyî hwd.
Di asta klînîkê de nexweş bêî alîkarî nikane jiyana xwe birêkûpêk bimeşîne. Baweriya wê ji xwe nemaye, bextewar nîne, hêz û daxwaza wê ya jiyanê kêm bûye. Hestê wê negatîv in û têkiliya xwe bi devedorê re birriye an bi negatîv dimeşîne. Dilê hezkiriyên xwe ji xwe dihêle.
Xwe bersûc dibîne, ketiye xelekên ramanên bêwate, xwe wekî sêwî an "zarokên damariyê" dibîne. Di konsantrasyon û biryardayîna wê de pirsgirêkên mezin hene, ji xew şiyarbûn dijwar bûye, înteresa cinsî kêm bûye. Nexweş pirr hêdî tevdigere.
Laşê wê jar ketiye û her gav westiyabûn pê re heye. Dinya li berçavê wê reşbûye û kê behsa tişteke xweşik bike, ew bi gotin û şîrovekirinên negatîv reaksiyona xwe nîşandide.
Di klînîk depresyonê de pirr caran rîska xwekuştinê heye. Tenê li Almanya salê 12.000 mirov dixwaze xwe bikuje û diceribîne. Tê zanîn li Kurdistanê bi hezaran mirov xwe dikujin û pirraniya wan jî jin in.
Gorî statîstîkan jin nêzîkî du carî zêdetir bi nexweşiya klînîk depresyonê dikevin. Wekî tê zanîn jiyana jinan di nava civakê de ji ya mêran dijwartir in. Hin şaxên klînîk depresyonê bingeha xwe ji sedemên genetîk digirin lê pirraniya wan ji sedemên rewşî tên.
Li cihên wekî Kurdistanê ku şer, xizanî, pêkutî, êşkence hwd lê hene, rîska bi nexweşiya klînîk depresyonê ketin jî zêde ne. Psîkotrawma, şikestina kesayetî û kariyerê, têkçûne îdeolojî û baweriyan, rewşên awarte hwd nexweşiyê diniqurçînin, ditetikînin.
Klînîk depresyon dikane were tedawîkirin. Psîkolog hin testên ku hêz û asta depresyonê dipîvin dikin û gorî teşhîsên xwe riyên tedawîkirinê avadikin. Heger di heman demê de nexweşiyeke din jî pê re hebe rîsk dubare dibe.
Hin derman gelek bikêr tên. Psîkoterapî, psîkodrama , elektrokompûlsîvterapî hwd gelek cureyên teknîkan û rewşeke baş dikane nexweşiyê derbibe".
Tê zanîn xwê wekî sedemekê xitimandina demaran û tetikandina LDX - B (Lêdana Xwînê - Bilind, hîpertansiyon) û mirina masûlkeyên dil (qeyrana dil, înfarkta dil) tê zanîn û bi taybetî kardiyolog bi tundî nexweşên xwe temî dikin ku kêm xwêyî bixwin.
Organîzmaya mirov hewceyî bi sodyûmklorîdê heye. Saziya standardên xurdemeniyê ya Brîtanyayê rojane herî zêde 6 gr xwê pêşniyar dike. Lê li Brîtanyayê rojane serê mirovê, kêm-zêde 8,6 gr xwê tê xerckirin.
Lêkolîna li ser xwêyê da nîşandan xwê herwiha yek ji maddeyên alûdetîyê çêdike ye jî. Mirov dikare bêje, xwê herçendî ziyandar e, ewçend jî elementeke girîng e.
Heya niha ti xebatekê li ser bikaranîna xwêyê ya Kurdan nehatiye kirin. Kêmzêdeka temenê mirinê li Kurdistanê gelek nizm e. Beriya salên 40-50'î Kurdan pirranî xurdemeniyên paqij û xwezayî bikardianîn. Piştrê bi taybetî runên riwekî (nebatî) ên di fabrîkan de tên hilberîn bûn serdest û Kurd jî wekî li hemî welatên kêm-pêşketî zû mirin.
Wêne:http://www.sf.tv
13'ê adarê 2009
Nasname - êlxan Penaber



Yorumlar (0 gönderildi):
Yorum yaz