Nasname Ozgur Bireyler Toplulugu: TRT 6 - Kanala Îsmetê Kerr TRT 6 - Kanala Îsmetê Kerr ================================================================================ Êlxan - Penaber on 29 Jan, 2009 04:15:00 TRT 6 bi Kurdî nizane Min nedixwest li ser vê mijarê binivîsînim. Lê min dît ku rewşenbîrên me pê sermest bûne. Wekî hercarê dîsa dijminên me rojeva me kivşe kirin û dan ber me, gotin "de biaxive, şîrove bike ku ez bizanibim çawa dikarim we baştir têkbibim, ocaxê xwe xirab bikim". Ez rebeno jî mecbûr mam bidim dûv zanayên xwe û bi wan re herim dojehê, herim tunebûnê. Melle bêje elîf, em ê jî bêjin "Elîf ji ber e jêr î paş û". We fêhmkir min kîjan gotin bibîranî. Dema min ev nivîsa han dinivîsand di kanalê de konsera îzet Altinmeşe hebû, camêro stranên ku ji Kurdî dizîbû û kiribû Tirkî, distra. Ev ne yek car bû ku kanala qaşo Kurdî de bernameyên Tirkî dihatin meşandin. Dema min nivîsa xwe bo weşandinê amade dikir jî min dît ajansa Kurdên "Kemalîst", ANFê jî nivîsareke hema bigire wekî ya min barkiriye. Ez û kemalîst îcar bûn wekî hev lê demjimêrên herî şaşok jî rojê carekê durist nîşan didin, ne sûcê min e. Roja ku ev kanala han vebû û zanayên me bi çepikan Dewleta Romê pîroz kirin heya niha, carcaran li ser înternetê temaşe dikim. Ez wekî Kurdekî, ti carî ji helwestên dijminê hebûna me tiştên xêrê napêm. Roja ku Romê ya xêrê kir jî, difikirim ka me li ku xeta kiriye. Em û Dewleta Romê bereviya hevûdu ne. Ew bêjîn heşa Xwedê yek e, pêwîst e em bêjin du. çima? Lewra avabûn, dîrok, hebûn, helwest û armanca Komara Tirkiyeyê li ser înkar û binpêkirina Kurdan e. Heger ew ji viya berdin, dawî li Dewleta Romê tê. Xwiya ye Dewleta Romê li ser piya ye, înkarkirin û zordariya xwe li ser Kurdan didomîne. çi hate guhertin? Hinekan gotin "Rom (Tirk) waye paşve gav avêtine, tiştekê ne piçûk e". Na xêr, ti gav neavêtiye. Di destûra bingehîn de ti guhertin nîne. Di jiyana rojane de ti helwest-guhertin nîne. Gotin, "ew ê kêm be jî hinde pêşî li pişavtinê bigire". Na xêr, berevajî wê bi vê kanalê Kurd tên assîmîlekirin ku ji xwe wisa hatiye plankirin jî. Ji bo armanca kanalê birêvebirê wê gotibû " armanca me nêzîkkirina herdu çandan e". Du tişt çawa li hevûdu tên nêzîkkirin? Helbet bi assîmîlasyonê. Kurdiya kanalê yapmîşkir-etmîşkir e Zimanê kanalê zimanê kolanî ye. Hûn neteweyekê 85 salan di bin komkujî û zordariyan de bêmecal bikin, pişta wê bişkînin, zimanê wê qedexe bikin, lê heqaretê bikin û paşê rojekê were bêjin "Binêrin Kurd bi zimanê xwe nizanin ma em çi bikin!?". Di bernameyekê de ji xwe moderator wisa digot. Ji moderatoran heya mêvanên vexwendî kesê ku bi Kurdî baş bizanibe nîne. Ev ne tesadûf e. "Di nava caddeyê de îna bike, yekê ji min anlamişbike nebû, ez tipkî di ûzayê de yûrûmîş dibûm". Eva yek ji vegotinekê ye. Wisa weşanê dike ev kanal. Nilüfer Akbal ne bi Kurmancî dizane, ne jî Zazakî Ti rexneyeka min li kesayetî, helwest û nêrîna Akbalê nîne, heya bigire hevûdu baş nasdikin jî. Rexneya min lê ye ku bala xwe bernedaye fêrbûna Kurdî. Heger ez moderator bim, ez ê mînakên heyî yên navneteweyî bişopînim, ji bikaranîna ziman heya estetîkê xwedî agahdarî bim, bi roj û bi şev ji bo programa xwe baştirîn çêbikim, hewla derkirina kêmasiyê xwe bikim. Akbal dibe ku ji vir şûnde wisa bike, lê bi vî awayî hîç nikare programê birêve bibe. Akbal bi xwe Kurdeka Dimilî (Zaza, Kirmanc, Kird) ye. Li Gimgimê pirraniya Zazayan Kurmancî jî dizanin. Dimilkiya Akbalê jî, Kurmanciya wê jî gelek qels e. Têra jiyanê û birêvebirina bernameyekê nake. "Ji me re görünüş ne bes e, îçerîk jî lazim e" digot, di bernameya xwe de. Rojîn Ereb e gelo? Bi awazê Ereban, Kurmanciyeke teng û herêmî diaxive. Herçendî ewqas konserwatûar, şano naskiriye jî bala xwe hîç bernedaye estetîkê. Serî heya binî bêî estetîk e. Tîlîlî diqîre ku ya Ereban e, xeml û makyajên wê, yên Ereban e. Rexneya min ev bû. Dikare ji herêmiyê xwe dûr bixîne. Hinekê xwendin-nivîsandina xwe bipêşbixe. Lewra min pêderxist ku nikare bixwîne. Zimanê me dewlemend e, rûniştiye, gramatîka wê heye. Hin kes bi xwe ji viya agahdar nînin lê ji wan e ku zimanê me bi xwe qels e. Ango kêmasiya xwe dikin para ziman. Kêrê nabin ber ga, gayê reben tînin ber kêrê. Mixabin gelek ji nivîskar û zanayên me jî wisa ne. Zehmet nadin xwe û hinekê fêrî Kurdî nabin lê bi hêsanî dikarin li ser zimanê me virde-wêde biaxivin. Helbet rexneya min divê şaş neyê fêhmkirin. Kurdiya wê gelek xurt û baş e lê herêmî ye. Kurdiya standart bingeha xwe ji Botanê digire û gelek pêşketî ye. Bila Rojîn bibore lê min heya TRT 6 venebûbû, ew nasnedikir. Ji kesayetî, jiyan û helwestên wê re ti rexnên min nîne. Kivşe ye dil bi kul e, fêdakar e lê evana têra jiyanê nakin. Ferhenga TRT 6ê Min van bêjeyan di temaşekirina du çaryekê de peyitandin û li cem xwe tomar kirin ku TRT 6 bi nivîskî bikaranî û ne Kurdî ne, Kurdiya wan hene: Xeber (nûçe), Edebiyat (wêje), Şiîr (helbest), ûzay (feza, kozmoz), Tümsek (girik, klom, mit, til), kizmîş bû (hêrs bû), zengîn (dewlemend), tapû (tapo), mîmar (avahîsaz, palasbend), hemşîre (nexweşnêra jin, xûşka nexweşan, parêzdar), karakol (ewlexane, polîsxane, qereqol, nîgt), körfez (kendav), saymişkirin (hejmartin), ordî (artêş), elçî (şandî, balyoz, henar), qeza (navçe, bajarok). Ji Tirkan re laîk, ji Kurdan re Şerîetxwaz Min bala xwe dayê programên olî di kanala kurdî de gelek zêde ne. Herwiha naverokên wan jî rasterast pesnê îslama Bazirganan, îslama ekola Mûawiye dide. Li gorî zagonên Dewleta Romê dikare doz li naveroka wan bê vekirin. TRT wekî sazî dengdariya îdeolojiya fermî ya dewletê, kemalîzmê dike. Ji roja saziya TRTê avabûye heya îro her wisa ye. Lê dema hedef Kurd be, Dewleta Romê dikare bibe Budîst jî, Fileh jî, Pûnkvan jî. Tê fêhmkirin ku dewlet dixwaze Kurdan bi îslama Mûawiye ya paşverû, neheq, destbixwîn, hov û nexweşketî bilî bike, bixapîne, birizîne. Dewlet baş dizane, Kurd di cîhanê de neteweya herî hestmend, durist e û bi hestên duristî û merdî îslama rastîn, Seîdê Nûrsî û Şêx Seîd dijîn. Ango dewlet dixwaze dîsa wekî ya dema Osmaniyan Kurdan bi "biratiya misilmaniyê" bixapîne. Dixwaze civaka Kurd ji zanistî û pêdiviyên sedsala me dûr bixîne. Dîsa ev kanal bi giştî navên erdnîgariyê bi Tirkî dide, înkariya navên erdnîgariyê didomîne. Ji Roj TVê baştir e Roj TV ji kevneşopiya Med TV û Medya TVê tê. Piştî bidestketina PKKê ya giştî êdî tewre ji rê derket û rasterast bû kanala "çepa Tirk", Kemalîst û dilnexwazên Kurdistanê. Bi giranî Tirkî weşanê dike, sibeyê heya êvarê Kurdan bi fermanên îmralî bilî dike. Hûn pê baş dizanin, naxwazim serê we biêşînim, tişta eşkere ye dubare bikim. Heger mirov herduyan raberê hevûdu bike, mirov dibîne ku TRT 6 ji Roj TVê baştir e bo Kurdan, qet nebe rengereng e. Mirov di Roj TVê de tenê "Bijî birayê Oso, Bijî kurê Uweyşê, Bijî berdestê Paşo, Bijî ha bijî!" temaşe dike. "Silavên xwe ji girava Apollon, ji newala binê Amara, ji Osoyê ekolojîk, ji Aysela konfederal, ji mirîdên kolanên Strasbourgê, ji hiş û eqilê nemaye re dişînim". Berê Yalçin Küçükê Ergenekonperest bû, niha bi dehan Tirkên bira anîne TVê diaxivin ha diaxivin. Kurdên Bakur dibînin ku li vir tiştekê nîne, berê xwe didin "kanala îsmetê Kerr TRT 6" ê. Rebeno çi bikin. TVên Başûr an Erebên Bakur? Kurdistan TV? Kurd Sat? ên din? Dev jê berdin. Xema wan nîne Bakur û makur. Wan riya şêxên Ereban dane ber xwe. "Kakacan pare xoş e", "Min delêm Tûrkîş zor çak in". TVên Başûr mala estetîkê mîrat kirine. Zewq û tehm û awaz û tevger û sinc û kinc û asoyê wan, bi giştî yê Ereban e. Kurdên Bakur ti tiştekê xwe di wan de nabînin. Alfabeya Erebî hezdikin, heger Kurmancî jî biaxivin bi devokê Badînî ye. Sond xwarine ew dê bi Kurmanciya standart neaxivin, nehêlên têgihîştina gelemperî ya neteweyî bipêşbikeve. Kanala îsmetê Kerr, îsmet înönü Ev nava jî min dît ji bo vê kanalê. çima Kurdan ji îsmet înönü re digotin "Kerr"? Sedemê yekemîn, bi rastî jî mêrik kerr bû, baş nedibîhîst. Ev ne tiştekê şermê ye, dayîna Xwedê ye. Ya duyemîn û girîngtirîn guhnedana wî ya derd û daxwazên Kurdan bû. Laîsîzm digot, nedihîşt Kurd bibîn laîk. Li dijî feodalîzmê derdiket nedihîşt feodalîzm li Kurdistanê belav bibe. Piştî mirina Kemal Atatürk jî înkarkirin û tunekirina Kurdan berdewam kir. îsmet "Şefê mîllî" bû. Li Kurdistanê seranser kujtin, êşkence, feqîrî, talan hebûn. Hewceyiyên materyalî yên jî nû ve şênkirina Tirkiyeyê ji Kurdistanê dihatin birin. Bo mînak stûnên şebekeyên têlefonê dibû sedemê tunekirina daristanên çam ên Kurdistanê. Bendavên hîdroelektrîk li Kurdistanê dihatin çêkirin. Krom, petrol, komir ji Kurdistanê dihatin dizîn. Tirkiye çên û abad dibû, Kurdistan xizan û wêran dima. Kurdan dema serê xwe rabikirina serê wan û heft bavê wan bi hev re dihatin pelixandin. Gilî bikirana lêdan dixwarin. Bi tevayî Kurd tune dihatin hesibandin, miameleya koleyan li wan dihate kirin. Ji ber wê îsmetê Kerr ji bo Romiyan (Tirkan) şefê mîllî, ji bo Kurdan jî "îsmetê Kerr" bû. îro jî, TRT 6 wekî îsmet dike. XWQ hêj wekî xayînên xayînan tê dîtin. Li dibistanan perwerdeya Kurdî qedexe ye. Navên erdnîgarî yên orjînal qedexe ne. Kurd nikarin nav û paşnavên Kurdî li zarokên xwe bikin. Li saziyên dûgelê bikaranîna Kurdî nîne. Ango Kurdî li ber mirinê ye lê TRT 6 nabîhîse, nabîne. Helbet Kurd ji dewletê jî napên. Tenê rewşenbîrên me çepik lêdan, propagandaya kanalê kirin. Ango çi? Ev kanal dikare hişê kanalên Kurdî bîne serê wan. Dikare wan motive bike, ji teraliyê derînê. Ev kanal dikare riya TVên fîrmayên prîvat vebike. Ev kanal dikare di nava hemî kanalên bi Kurdî weşanê dike de pêşbaziyekê lidarbixe. Wan aliyan ve mirov dikare vebûna wê bi erênî binirxîne. Ji aliyê neyînî ve dikare ziyanê bide me jî, ji xwe ji bo wê armancê hatiye vekirin. Ziyana wê jî, hesantirkirina assîmîlasyonê, di nava Kurdan de xurtkirina polîtîkayên dewletê, di qada navneteweyî de bi vê kanalê xapandina dîplomasiyê (waye me ji Kurdan re kanal vekiriye), di nava Kurdan de bicihkirina îslama Mûawiye, pêşîlêgirtina standartkirina zimanê Kurdî, pêşîlêgirtina têkiliyên parçeyên Kurdistanê hwd in. Heger TVên Kurdî îcar hişê xwe bînin serê xwe û têkevin pêşbaziya xizmeta Kurdî û Kurdan, ev kanala dewletê jî yan dê were ser riya şarezayiyê, yan jî dê pûç derbikeve. wêne: http://www.ntvmsnbc.com elxan.penaber@googlemail.com 28'ê rêbendanê 2009 êlxan penaber